Rojnameger Celalettîn Yalçin bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” hatibû girtin. Danişîna ewil a doza rojnameger Celalettîn Yalçin, li 37emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê ya li Çaglayanê hate lidarxistin. Celalettîn Yalçin ku li Girtîgeha bi Ewlekariya Bilind a Kirşehîrê dihat ragirtin, bi rêya Pergala Deng û Dîmen (SEGBÎS) tev li danişînê bû. Parêzerê Celalettîn Yalçin, Hevserokê Giştî yê OHDÊ Serhat Çakmak jî di danişînê de amade bû. Hevserokê DFGê Selman Çîçek, rojnameger û malbata Yalçin jî beşdarî rûniştina dozê bûn.
Celalettîn Yalçin xwest parastina xwe bi Kurdî bike û dadgehê qebûl kir. Serokê dadgehê got ku Dadgeha Bilind cezayê Celalettîn Yalçin betal kiriye û nirxandina Celalettîn Yalçin jê pirsî. Celalettîn Yalçin jî got ku biryara Dadgeha Bilind qebûl dike. Dozgeriyê xwest rewşa girtî ya Celalettîn Yalçin bidome. Celalettîn Yalçin jî li dijî mutalayê parastina xwe kir û got: “Nêzî 3 sal in girtî me. Hem min hem jî malbata min ji hêla madî û manewî ve zehmetî kişand. Daxwaza beraetê û tehliyeya xwe dikim.”
Parêzer Serhat Çakmak jî bi bîr xist ku miwekîlê wî zêdetirî 2 sal in girtî ye, beriya niha jî hatibû girtin û hema hema tevahiya înfaza xwe temam kiriye. Serhat Çakmak biryara dadgeha bilind bi bîr xist û daxwaza tehliye û beraetê kir.
Şandeya dadgehê jî bi şertê kontrola edlî biryara tehliyeya Celalettîn Yalçin da.