Nivîskar, akademîsyen û rojnameger Abdurrahîm Kiliç (55) ji ber nexweşiya penceşêrê vê şeveqê koça dawî kir. Abdurrahîm Kiliç ev demek bû ji ber nexweşiya penceşêrê ya rovîyan dihat tedawîkirin. Kiliç ê ku li Nexweşaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Gazî Yaşargîl a Amedê dihat tedawîkirin, jiyana xwe ji dest da.
Hat zanîn ku wê cenazeyê Abdurrahîm Kiliç li navçeya Serêkaniyê ya Rihayê bê veşartin û şîna wî dê li navçeyê bê danîn.