19 ÇILE 2025

Gösterilecek bir içerik yok

ROJIN: Êrîşên li ser rojnamegeran nayên qebûlkirin

ROJIN, êrîşên li hemberî Bendava Tişrîn û rojnamegeran şermezar kir û got: "Em bang li rêxistinên pîşeyî yên çapemeniyê yên navneteweyî, CPJ, IFJ, CFWIJ û ECPMFê dikin ku bi rojnamegerên kurd re hevgirtina xwe xurt bikin." 

Yekîtiya Rojnamegerên Jin ên Kurdistanê (ROJIN) der barê êrîşên Dewleta Tirk û koma wê ya paramîlîter SMOyê li ser rojnamegeran daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Daxuyanî wiha ye: “Êrîşên Dewleta Tirk a li dijî rojnamegerên ku geşedanên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê radighînin didome. Dewleta Tirk di 19ê kanûna 2024an de li herêma Bendava Tişrînê rojnameger Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn ên nûçe dişopandin bi balafirê bêmirov ê bombebarkirî qetil kir û cardin li heman herêmê di 16ê Çileyê de jî sivîl û rojnameger hedef girt. Dewleta Tirk li dijî gelên ku li Bendava Tişrînê li hemberî êrîşên dagirkeriyê çalakiya nobetê lidar dixin êriş pêk anî. Di encama vê êrişê de jî kesek qetil kir û 10 kes jî birîndar kir.

Di nava kesên birîndar bûne de nûçegihan Leyla Ebdê, rojnameger Hîvda Hebûn û xebatkarê çapemeniyê Dijwar Elîşêr hene. Rojnameger Ciwana Cûma ku li herêmê bû û ji bo Ronahî TVê nûçe çêdike, bi rêya malperên îstîxbarata Tirk gefa êrîşên SÎHAyê lê hat xwarin. Weke ROJIN em careke din van êrîşan şermezar dikin û hevgirtina xwe bi hempîşeyên xwe re radigihînin. Dewleta Tirk wê hesabê êrîşên xwe yên li hemberî rojnamegeran bide.”

Gelek hempîşeyên me diçin bendava Tişrînê da ku şerê li wir ê di navbera dewleta Tirk-çeteyên SMO û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) de ji raya giştî ya cîhanê re ragihînin. Dewleta Tirk ku bi rojan e bombeyan li herêmê bi ser gelê sivîl dibarînin, di van êrîşan de bi zanebûn rojnamegeran hedef digire.

Em dizanin ku tenê armancek Dewleta Tirk a hedefgirtina rojnamegeran heye, ew jî veşartina sûc û komkujiyên sivîl ên li wê derê dike ye. Rejîma Enqereyê ji bo tiştên li Bendava Tişrînê diqewime veşêre û rastiyê tine bike, êrîşî rojnamegeran dike.

Dewleta Tirk hê hesabê qetilkirina rojnameger Gulîstan Tara û Hêro Bahadîn li Silêmaniyê, Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn li Bendava Tişrînê nedaye û hê jî rojnamegeran hedef digire!

Em ji mekanîzmayên navneteweyî yên ji parastina jiyana rojnamegeran berpirsyar in dipirsin, sedema ku dewleta Tirk bi rengekî kêfî rojnamegeran qetil dike û dike hedef çi ye? Li hemberî van êrîşên li hemberî sivîlan û rojnamegeran hûn ê kengî bikevin nava tevgerê? Sedema bêdengiya we ya li hemberî terora dewleta Tirk ku bi hedefgirtina sivîl û rojnamegeran li gorî Peymana Cenevreyê sûcê şer dike, çi ye?

Dewleta Tirk ê ku li dervî sînorên xwe rojnamegeran qetil dike, li welêt jî rojnamegeran digire û binçav dike. Vê sibehê li Wan û Stenbolê bi ser malên gelek rojnamegeran de girtin û ew binçavkirin. Di serdegirtina malan de 4 rojnameger ên bi nav Reyhan Hacîoglu, Necla Demîr, Rahîme Karvar û Ahmet Guneş hatin binçavkirin.

Sedema hedefgirtina rojnamegeran li Bendava Tişrînê çi be, li Tirkiyeyê binçavkirina 4 rojnameger jî heman sedem e. Rejîma Erdogan ku li dijî rojnamegeran şer ragihandiye, ji bo bêdengkirina hemû rojnamegerên ne alîgir her tiştî dike. Li gelemperiya cîhanê di sala 2024an de 104 rojnameger hatin qetilkirin. Cihê ku herî zêde binpêkirina mafan û êrîşên li dijî rojnamegeran lê tên kirin Tirkiye ye.

Em bang li Rêxistinên Pîşeyî yên Çapemeniyê yên Navneteweyî, bi taybetî jî Komîteya Parastina Rojnamegeran (CPJ), Federasyona Rojnamegeran a Navneteweyî (IFJ), Koalîsyona Jin a di Rojnamegeriyê de (CFWIJ), Navenda Ragihandin û Azadiya Medyayê ya Ewropayê (ECPMF) dikin ku bi rojnamegerên Kurd ên neçar mane di bin siya êrîşên dewleta Tirk de bixebitin, hevgirtina xwe xurt bikin. Êrîşên qirkirinê û sûcên dewleta Tirk ên li hemberî Kurdistanê bi taybetî bendava Tişrînê ragihînin!”