7 ÇILE 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Rojhilata Navîn, kujer û celad

Serdema me ji bo gelek pêşketinan avis e û pêdivî bi bersiva gelek pirsan heye. Pêşeroja têkoşîna li dijî destdirêjiyên Tirkiyeyê yên li Sûriyeya nû, pêdivî bi yekîtiya gelan heye.

Wejeya kurdan a devkî serhildêr e û dema mirov guhdariya dengebêjan dike serdemên felaket û tofanî tên bîra mirov. Ji ber ku her stran, banga hawarê ye, ‘weytîjarê’ye, ‘kezîkur’a xwişk, dayik û jinan e! Her stran bûyereke civakî û ekolojîk e! Îro jî kurdîstanî felaket û tofanekê dijîn. Ev tofan jî hem civakî ne, hem ekolojîk in! Taritiya serdemê giran e û ji tarîtiya sedsala navîn dijwartir e.

Ji bo vê jî, ev serdem, ‘wek serdama tarîtiya teknolojiya pêşketî’ tê binavkirin. Kilam û stranên bi teknolojiya pêşketî jî zor û zehmet in. Felaket û tofanên mezin bi sembolên xwezayî baştir tên vegotin. Ger zêde teknolojî di stranê de cih bigire guman dikim dê straneke mekanîkî derbikevê holê. Teknolojî, di helbestê de belkî baş were gotin. Gelo di stranan de jî dikare were bikaranîn? Bersiva vê pirsê di helbesta Nazim Hikmet a ku dibêje; “trrrrum,/ trrrrum,/ trrrrum! / trak tiki tak!/ dixwazim bibim makîne”yê de veşartî ye.

Hunermendên wekî, Hozan Şemdîn, Şivan Perwer û Grup Yorum, hêza gotinê di strana ‘herne pêş’de bi kar tînin. Li dijî felaket û tofanan, li dijî desthilatdarên kujer û celad gotinan dikin gurz û şer dikin. Ne hêsan e û bi gotina ‘belkî’, nayê nirxandin. Ji ber ku ‘belkî’ dê encamê ‘nepeni’ bike. Mirov dikare ‘belkî’yê di wateya metafîzîk de, di lêpirsîneke di awaza bilind de û di şikandina çarçoveya felsefî de, di şikandina sînorên tarîtiyê de, di çarçoveya pexşaneke wêjeyî de û li derî metafîzîk ku weke ‘dekonstruksiyon’ tê binavkirin de binirxîne.

Mixabin û balkêş e ku desthilatdarên li Rojhilata Navîn tev kujer in. Ji Kendava Basrayê heta bi Tengava Çanakaleyê, ji Bendava Siwêş heta Derya Spî û Derya Sor, desthilatdar an kujerin, an jî nivmonarşîkên faşîst in. Curetkariya kesên wekî welîahdê Erebîstana Sûdî  mirovan di mala xwe de dikujin. Mînak: Kuştina rojnameger Cemal Kaşikçi ya li konsolosxaneya Sûdî ya Stenbolê!

Feylesofê serdemê Abdullah Ocalan, ‘modernîteya kapitalist’ û ‘modernîteya demokrtaîk’ ji hev cuda kiriye. Destnîşan kiriye ku modernîteya kapitalist, ji bilî hişmendiya bazar, talan û şelandinê, ji tunekirina ekolojîk û civakan bi tiştekî din ve mijul nabe. ‘Civakên bi rîsk’ ava dike. Lê ‘modernîteya demokratîk’ nirxên mirovahiyê û ekolojiyê diparêze. Mirovahî mecbur e ‘modernîteya demokratîk’ esas bigire.

Ev nirxandin jî dide xuyakirin ku karbidestî û karsazî, yan jî pêşketina teknolojî, her dem nayê wateya pêşketineke erênî. Ji bo pêşketina erênî, siyaseta demokratîk, gelê demokratîk û hişmendiya modern şertê ku nebe nabe ye. Bi gotina sosyologê elmanî, pisporê qeyranên civakî û ekolojîk, Ulrich Beck ‘modernîteya veguherinê – reflexive modernization’e û dive ji bo hêza leşkerî neyê bikaranîn. Heke modernîte bikeve bin fermana leşkerî, nabe modernîte. Mixabin di serdema me de modernîte bûye risk û metirsiya civakan.

Pergal û statuya netewe-dewletan, dixwaze tofan û felekan bi girêdana krawatê veşêre. Dibêjim; Colanî û 27 çeteyên li dora wî tofan û felaket in. Colanî bi destê Hakan Fîdanê dewşirme krawatê girêbide jî, firaza wî ya berê, reng, temtêl û firazeya wî ya pêşerijê ye. Hêvî dikim ku ez şaş bim, lê ne bawerim ku Colanî, kirasekî modernîteya demokratîk li xwe bike. Ji niha ve ew û Iran, ew û civaka elewî li hev nakin. Êrişî civaka elewiyan dikin.

Bi taybetî Tirkiye, ji aliyekî ve terîqatan bi pêş dixe, miduriyeta olê bi şûr derdikeve ser mîmberê, ji aliyê din ve çeteyên xaricî, îxwanî û selefî meşrû dike. Lewma kurdan, Tevgera Azadiya Kurd, daxwazên gelê kurd ên demokratîk krîmînalîze dike û li Kurdistanê rîsk, feleket û tofanan radike. Raya giştî jî bi gotina ‘teror’ê dixapîne. Lê ew bûye çavkaniya terora devletê û fînansekirina komên paramilîter.

Li gor medya tirk di dema erdheja ku navenda wê Mereş bû, de (20ê sibata 2023an) tenê ji Ewropayê alîkariya nêzîkî 4 milyar euro çûye Tirkiyeyê. Mixabin heta îro tofanzede li surgunê ne, yan jî di bin konan de, di konteyniran de dijîn. Erdogan û desthilatdariya wî, alîkarî weke rantê û ji bo şerê taybet li dijî Kurdan bi kar anîn. Noteke din ya ‘sifir’ û qirêj, bikaranîna koçberên Suriye û şantaja li dijî YE ye. Anku potansiyala felaketên faşîzma li Tirkiyeyê û li Kurdistanê ev dîmen e!

Ji bo vê çendê, min behsa wêjeya devkî ya kurdan kir. Ev wêje, çavdêriya serdemên cuda dike. Dema ku mirov guhdariya Mîrê Zirav dike, mirov bixwaze nexwaze, banga ‘herne pêş’ dike û dixwaze kum û kolasê Mîrê Zirav li mazatê neyên firotin. Îro jî, mîratzadeyên dewşîrme, bi heman lîstikan êrîşî gelê Kurd dikin.

Mîratzadeyên dewşîrme, bi taybetî di serdema 22 salên desthilatdariya Erdogan de, siyaseteke ‘biceladet’, mêrxasî û merdane nemeşandine. Derbe, lîstik, dek û dolab bingeha siyaseta AK/MHPê ne. Nazim Hikmet jî di helbesta ‘28 Kanunî Sanî’ de, ku li ser Mustafa Suphî û hevalên wî nivîsiye de dibêje; “direyin / haw. haw.. heq… tuu / Rêheval ji bîr neke vê / Burjuwazî / kengî me bixapîne / bi vî rengî diqîre / haw.. haw.. heq…. tuu”.

Komunistên tirk, Zeynulah Nuşîrwan û Ahmet Cewat jî di nivîsên xwe yên li ser kuştina Mustafa Suphî û hevalên wî de dibêjin; “Ew eşqiya ne, sergerde ne. Buhara, Turkistan û Azerbaycan, rezîl, rûswa û wêran kirin, niha jî dixwazin Anatoliyayê rezîl, rûswa û talan bikin.” (1)

Vêca; dema ku mîratzedeyên dewşîrme, bi çeteyên paramilîter ANSê (SMO) û bermayiyên DAIŞê re êrîşî kurdan û gelên li Rojava dikin, stranên kevn di mêjiyê min de olan didin. Bêguman hunermendên kurd ên îro, mîrateya wêjeya devkî weke referans digirin. Dema ku derdikevin ser dikê jî, ji ber dilêşa xwe, tenê bi stranan qîma xwe nayînin, çend gotinan jî dibêjin. Bi gotinên tazî, faşîzma mîratzadeyên dewşîrme mehkûm dikin, paşê dest bi stranan dikin. Hem gotinên wan, hem stranên wan agirê têkoşîna gel in û têkoşînek alternatif e.

Skandaleke din jî serdana Welîd Canpolat a li Enqereyê bû. Tê zanîn ku gelê Durzî ji kuştina Kemal Conpolat Hafîz Esad bepirsiyar digire. Têkçûna Beşar Esad jî bi dilê Welîd Canpolat û tevahiya civaka Durzî bû. Lê pêşengê dînî yê civaka Durzî Şeyh Hikmet el Hicrî dema ku çû civîna Bêrûdê ji tora medya LBCI re axivî û li Sûriyeyê banga ‘tifaqa biratiyê’ û demokrasiyê kir. Welîd Canpolat, mirovekî di ‘celadet-î siyaset’​ de tê naskirin, gelo bi çi hêviyê çû Enqereyê û bi Erdogan re hevdîtin kir?

Serdema me ji bo gelek pêşketinan avis e û pêdivî bi bersiva gelek pirsan heye. Pêşeroja têkoşîna li dijî destdirêjiyên Tirkiyeyê yên li Sûriyeya nû, pêdivî bi yekîtiya gelan heye. Envartera 13 salan a şerê li Sûriyeyê û helwesta Tirkiyeyê tabloya rast a siyaseta Tirkiyeyê datîne ber çavan.

Nazim Hikmet belaş negot; “haw… haw… heq… tuu”