6 TÎRMEH 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Rojeva germ

Ji xwe rojeva vî welatî gelekî tevlihev û serê mirovan gêj dike îca bi ser de jî rojeva şerê Îran û Îsraîlê lê zêde bû.

Di vê kelekela germê de û di bin banê xurîna fûzeyên Îsraîl û Îranê de rojeva me serobino bûye.  Ewqas rojevên germ li vî welatî hene lê medyaya dewletê hemû bernameyên xwe ji şerê Îsraîl û Îranê re veqetandiye. Ez bawer nakim ku xwediyê wî şerî ango Îsraî û Îranê bi xwe jî ewqas li ser vî şerî radiwestin.

Bi her halî em hinekî çavên xwe ji vî şerî bigirin û li rojeva xwe binerin. Heyra em ê çawa çavên xwe li vî şerî bigirin û bandora yekemin a vî şerî ji berîka me derdikeve. Erê bi hinceta vî şerî di nava 24 seatan de buhayê benzîn û mazotê ji derdora 46 lîreyan bû zêdeyî 50 lîreyî.

Îca piştî wê bi rojekê wekî mizgînî dibêjin buhayê benzîn û mazotê derdora 1 lîrayî ji wî buhayê nû kêm dikin. Bi vê yekê rojeva bihabûna sotemeniyê hate guhertin û kêmkirina yek tlyî ji buhayê wê zêdekirina berî çend rojan bû rojev. Yanî rojev bû kêmkirina buhayê sotemeniyê.

Ji aliyekî din ve navê Diyarbakir Sporê kirin Kobanê Spor. Heyra ev çi heskirina ji nişka ve ya Kobanê ye. Bi salane ku stran û muzîka kurdî tên dizîn û wan dikin malê xwe. Wiha xuyaye ku niyet dîsa dizî ye. Diziya navê Kobanê yê ku ne tenê ji bo Kurdan ji bo hemû cîhanê bûye sembola berxwedanê. Niyet ne tenê diziya wî navê ku bûye sembola berxwedanê lê niyet ew e ku bandorê li alîgirên Amedsporê bikin û wan jî bidizin aliye xwe.

Bi vê yekê dibe ku bi vî navî bandorê li xelkê bajêr bike ku wekî Amed  Sporê ji tîma Diyarbakir Sporê jî hez bikin.

Niha tevî ku hewldanên pêvajo û çareseriyeke nû li vî welatî hene, lê mixabin tevî hemû gavên wêrek ên aliye Kurd ji alî hikûmetê ve tu gaveke ku dilê mirov rihet bike nehatiye avêtin.

Hinek hêvî hebûn ku bi sererastkirinên qanûnî hin gav bên avêtin û çavên her kesî li azadiya dîlên azadiyê bû lê ew pakêta wan jî vala derket û hêviyên xelkê di qirka wan de zuha kir.

Îsraîlê bi destpêkirina şerê li dijî Îranê ne tenê rojeva vî welatî lê ya Sûriyeyê jî guherand. Xelkên wî welatî yên ku matmayîna xwe ya ji helwesta hêzên cîhanê ya bicihkirina vê desthilata radîkal dijîn, kul û derdên xwe jibîr kirin û rojeva wan jî bû şerê Îran û Îsraîlê.

Di nava vê xirecirê de dîsa ew hêzên tarî û radîkalên terorîst rûyê xwe yê rastî nîşanî gelê Sûriyeyê dan û li Şamê êrişî kilîseyekê kirin û tê de gelek kes kuştin.

Îca piştî wê bûyerê hikûmeta demkî ya Sûriyeyê wê êrişê şermezar dike û dibe  ew êrîş nayê qebûlkirin. Îca qaşo ji bo vê mijarê lêkolîn bike hin berpirsên deshilatê hatine pêwirdakirin. Ya ji wê xerabtir jî ew e ku kesên hatine pêwirdakirin bi xwe xwediyê heman hişmendiyê ne. Dîmenekî wî berpirsê payebilind heye ku wî bi xwe berê di nava Nusrayê de peykerê Dayika Meryem li kilîseyekê dişkîne.

Ji xwe ji berê de dibêjin dema ku diz ji malê be girtina wî gelekî zehmet dibe.