12 Aralık, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Rojên demsala havînê her sal zêdetir dibin

Bi germahiya avhewayê re qeyranên xwezayî her diçe zêdetir dibin û ev yek di jiyana mirov û ajalan de, di xwezayê û bi taybetî atmosferê de encamên gelek xirab jî bi xwe re tînin.

Li gor agahiyên saziya bi navê Advancing Earth and Space Scienceyê, bi germahiya kurewî ve girêdayî her diçe demsala havînê dirêjtir dibe.

Di vê lêkolînê de ku daneyên di navbera salên 1952-2011’an de hatine berçavgirtin, berê havîn ji 78 rojan pêk dihat lê van salên dawî rojên havînê derketine ser 95’an.

Di navbera heman salan de, demsala ku herî zêde roj jê kêmbûye jî bihar e. Rojên ku li ser demsala biharê dihatin hesabkirin ji 124’an daketin 115 rojan. Her wiha ev kêmbûyîna rojan ji bo demsalên payîz (ji 87 rojan 82 roj) û zivistan (76 rojan 73 roj) jî derbasdar in.

Di vê lêkolînê de aliyê ku herî zêde bala mirov dikşîne, havîn, her sal ji sala berê zûtir dest pê dike û bi vê yekê ve girêdayî jî payîz û zivistan derengtir dest pê dikin. Ji bo vê yekê jî payîz û zivistan sal bi sal germtir dibe.

Li gor encamên vê lêkolînê, heke pêşî li germahiya kurewî neyê girtin dê mehên havînê heta sala 2100’î wê mehekî zûtir dest pê bike û nîvmehekî jî derengtir bi dawî bibe.

Wekî ku tê zanîn, sedema bingehîn a germahiya kurewî yek ji gazên serayê, karbondioksît e.