Di pêvajoya çareseriyê ya di navbera salên 2013-2015an de Rêber Apo bi dehan caran hem ji heyeta dewletê re hem jî ji heyeta diçe hevdîtînê re behsa girîngiya Rojava kir. Dixwest Rojava bibe bingeha demokratîkbûna Rojhilata Navîn. Lê dewleta tirk tiştek wisa qebûl nekir. Dikare were gotin ku yek ji sedemên Erdogan di 2015an de pêvajoya çareseriyê rawestrand jî rewşa Rojava bû. Erdogan tu carî hezim nekir ku Kobanê rizgar bû. Di xewn û xeyalên wî de li Suriyeyê tu cih ji kurdan re tune bû. Ji ber ku kurd li wir nebin xwedî pergaleke rêvebirinê di her şert û mercî de desthilata Erdogan hewl da Rojava dagir bike. Dema dît ku bi destê çeteyan nikare bi ser bikeve artêşa tirk yekeyek kete axa Rojava. Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî dagir kir. Kurdên li van deran dijiyan bi zext û zorê hatin koçberkirin. Çand û zimanê kurdî hate qedexekirin.
Ji bo Rojava dagir bike ji xwe re hincet avakirin. Di 2014an de di qeydên deng ku hatin weşandin de Hakan Fîdan (wê demê serokê MÎTê bû) digot: “Niha binêrin fermandarê min, heke hincet be hincet çêkin. Ez ê çar zilaman bişînim aliyê din, li erdeke vala heşt heb muşekan bidim avêtin. Ew ne mesele ye. Hincet dikare were çêkirin. Mesele ew e ku îradeyeke wisa daynin holê.” Ev axaftin di civîneke ku wezîrê karê derve Ahmet Davutoglu, fermandarê giştî Yaşar Guler û nûnerê wezîrtiya karê derve Ferîdun Sînîrlîoglu tê de ne hatibû kirin. Di van qeydên deng de behsa piştgiriya çeteyan jî vekirî dihate kirin. Di wê cîvînê de mirov ji axaftinan fêm dike ku serkêşiya van operasyonan Hakan Fîdan dike. Fîdan îro bûye wezîrê karê derve û dîsa serkêşiya destwerdana Rojava dike.
Berî êrişên li ser Serêkaniyê û Girê Spî li Kolana Îstîklalê bombe hate teqandin. Di vê teqînê de gelek sivîl mirin. Li gel ku kesa bombe bi cih kîrî diyar bû û tu eleqeya wê bi rojava re tune bû jî gotin ‘Ev kes ji rojava ji aliyê YPGê ve hatiye şandin.’ Ev ji xwe re kirin hincet û êrişî Rojava kirin. Çima dibêjim hincet? Ji ber ku di wan qeydên deng de Davutoglu bi israr li ser rewabûna dagirkirinê disekine. Ji bo di qada navnetewî de nîşan bidin ku qaşo li gorî hiquqê tevdigerin hewcedarî bi hincetan heye.
Dewleta Tirk di van demên dawî de jî ji bo êrişî Rojava bike dîsa li hincetan digere. Rayedarên Tirkiyeyê ser hev gef li rojava xwarin. Di serî de Hakan Fîdan got ‘Heke HSD çekan daneyne Şam dê li dijî Rojava operasyonê bike.’ Lê di rewşeke ku rêveberiya Şamê komkujiyan dike li her derê, derveyî aqilan e ku HSD çekan berde. Rayedarên Tirkiyeyê jî baş dizanin. Berî çend rojan Devlet Bahçelî jî niyeta xwe vekirî anî ziman. Dibêje: “HSD/YPG divê riayetî mutabaqata 10ê Adarê 2025an ku bi rêveberiya Suriyê re hatiye kirin bike û pêdiviyên wê bîne cih, heke na divê hemû kes bizanibe ku bi îradeya hevpar a Enqere û Şamê destwerdana leşkerî jêneger e.”
Berdevkê AKPê Omer Çelîk jî di axaftina xwe de diyar kir ku bangewaziya çekdanînê hemû hêzan eleqedar dike û divê HSD jî çek deyne. Wî jî gef li rojava xwar û peyama êriş û şer da.
Ji van hemû axaftin û gefan diyar dibe ku niyeta desthilata AKP-MHPê ku meseşeya kurdan çareser bike tune ye. Ew dixwazin kurd bêrêxistin û bêparastin bimînin. Rojava jî ji bo xwe xetere dibînin. Li gorî wan, “Heya li Rojava hêzeke rêxistinî û leşkerî hebe ew nikarin kurdan bixin bin kontrola xwe. Lewma divê ew der tasfiye bibe.” Rêber Apo ji bo şerê li Kobanê gotibû ‘Rojava xeta min a sor e.’ Endama heyeta Dem Partiyê ya Îmraliyê Pervîn Buldan di bernameyeke TVyê de anî ziman ku Rêber Apo Rojava wekî xeta xwe ya sor dibîne û ji bo wî cihekî cuda digire. Hemû aciziya wan jî ji vê tê. Çavkaniya bertekên wan ên li hemberî Rêber Apo Rojava ye.
Hakan Fîdan demek dirêj e ji bo tevgera azadiyê tasfiye bike dixebite. Di hevdîtinên Oslo û yên 2013-2015an de jî cih girt. Wî bixwe gelek caran bi Rêber Apo re hevdîtin kiriye. Yek ji kesên herî zêde ku Rêber Apo nas dike Hakan Fîdan e. Birîna Hakan Fîdan heye. Ji ber ku di pêvajoya wî dimeşand de tasfiyeya tevgera azadiyê bi ser neket niha naxwaze çareseriyek mayînde pêş bikeve. Çawa berî 12 salan plana destwerdana Suriyê dikir nîha jî di nav heman lêgerînan de ye. Çi kesek û dewleteke ku wekî dijmin didîtin niha bi wan re peywendiyan pêş dixe. Li ser esasê dijberiya kurdan û piştgirya şerê bi kurdan re peywendiyan pêş dixe.
Di hevdîtinekê de Rêber Apo ji heyetê re dibêje, di cihê Îbrahîm Kalin ewqas li welatên cuda digere de bila hinek giraniya xwe bide ser çareserkirina pirsgirêka kurd.” Hakan Fîdan jî di cihê têkiliyên kurd-tirk pêş bixe de li hincetên derxistina şer digere. Feraseta îstîxbaratê ev e. Îstîxbarat li ser derxistina tevlîheviyan kar dike. Fîdan jî dixwaze xwestekên xwe bi derxistina şer bi cih bîne. Ji bo wî kuştin û zirar ne tiştek e.
Çawa ku dewleta tirk ewqas li ser destwerdana Rojava disekine kurd jî ewqas girîngî didin rojava. Rêber Apo bi dehan caran hişyar kir ku heke şer derkeve vê carê dê bi qasî dehan mînakên Xezayê çêbibin. Tehamula kurdan jî ji van polîtîkayên durû re nema ye. Wekî Rêber Apo gotî, Rojava xeta sor e. Xeta sor a kurdan e.