Li Lijneya Giştî ya Meclisa Tirkiyeyê de hevdîtinên ser bûdçeya Wezareta Hawirdor, Bajarvanî, Guherîna Avhewayê, Pîşesazî û Tekonolojiyê û saziyên girêdayî wê tên kirin. Parlamenterên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) di hevdîtinê de mafê axaftinê girtin.
Parlamentera Dêrsimê Ayten Kordu bal kişand ser qirkirina ekolojiyê û got: “Serdema îktîdara AKPê de ye li Tirkiye û Kurdistanê hemû çiya ji hêla şîrketên herêmî û biyanî ve hatine qulkirin. Texrîbata hawirdorî bi awayekî sîstematîk didome.”
Parlamenterê Çewligê Omer Faruk Hûlakû jî bal kişand ser polîtîkayên rantê yên AKPê û nexşeya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nîşan da û ev tişt anî ziman: “Ev aqilê rantxwir, dema li Rojava dinihêre, dema li Sûriyeyê dinêre vê dibîne. Dê pêşenga înşaeta bi buhayê 400 milyar dolaran bibe Tirkiye. Ev aqilê rantxwir, ev zîhniyeta talanker dema li Sûriyeyê dinêre, Rojava weke xenîmeta şer dibîne.”
Parlamentera Sêrtê Sebahat Erdogan jî bal kişand ser qirkirina xwezayê ya Kurdistanê û got: “Ji Agiriyê heta Colemêrgê, Çewligê û Geliyê Zîlanê, îktîdara AKPê bi rêya maden û HESan xweza talan û wêran kiriye. Sebahat Erdogan, da zanîn ku gef li ser hemû çem û bendavan heye, li Sêrtê hema hema li ser hemû çeman bendav hatine çêkirin, xaka bakurê Kurdistanê dikin çol û ji mirovan tê valakirin. Şewitandina daristanan û birîna daran û êrîşên li dijî hemû zindiyên bakurê Kurdistanê qirkirineke ekolojiyê tê kirin.”