12 Aralık, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Rojava modela çareseriyê ye

Nûnerê PYD’ê Fuad Omar anî ziman ku pêdivî bi pênasekirinek nû ya sûcê şer heye û got: “Me li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dît ku êdî çareserî pergla Neteweya Demokratîk e. Yekîtiya gelan e.” 

Konferans Aştî, Dîyalog û Demokrasiyê di 31’ê tebaxê de li Berlînê pêk hat. Gelek rewşenbîr, nivîskar, akademîsyen, rojnameger û siyasetmedarên kurd ên li Ewropa û Tirkiyeyê beşdar bûn. Di konferansê de li ser geşedanên li Kurdistanê, tecrîdkirina Rêber Abdullah Ocalan berfirehî axivîn.

Nûnerê PYD’ê yê Ewropayê Fuad Omar ku beşdarî konferansê bû, li ser armanca konferansê û sûcên şer ên li Kurdistanê nirxandin kir. Omar, da zanîn ku gelek mirovên rêzdar beşdar bûn û wiha got: “Ji bo serdema nû, ji bo sûcên şer pênaseyek nû lazim e. Konferansek pir di dema xwe û cihê xwe de pêk hat.”

Fuat Omar li ser sûcên ku Tirkiye û Sûriyeyê yên li dijî kurdan kiriye jî rawestiya û got: “Bi taybet xebat û mudaxaleyên me li ser sûcên şer ên dewletan e. Ji bo sûcên şer ên dewletan niqaş û nirxandinek pir dirêj dixwaze. Nêzî 700 hezar însanên Sûriye hatine qetilkirin. Nêzî wan birîndar hene. 12 milyon însan bi darê zorê koçber bûne. Milet tu carî şerê hev nake.”

Pênasekirina sûcê divê nû bibe

Fuad, anî ziman ku Tirkiye rêxistinên îslama radîkal ên talûke destek dike û wiha axivî: “Dema Tirkiye rê li pêş van hêzên radîkal veke, dê bi awayekî xwezayî komkujî pêş bikevin. Di esasê xwe de ev kiryar, sûcên şer ên Tirkiyeyê û yê Rejima Sûriyeyê nin. Tirkiyeyê 3 herêmên rojavayê Sûriyeyê dagir kir. 700-800 hezar însan bi darê zorê ji axa wî koçber kirin. Erdê wan malê wan tev ji destê wan girtiye. Êdi divê pênasekirina sûcê şer bê guhertin û em rast pênase bikin. Ji ber ku platformên van pênaseyan lê dikin, platformên dewletan in. Platformên dewletan nikarin sûcê şer bikin sûcên dewletan.”

Ku PKK Erdogan bigire…

Fuad Omar li ser rewşa Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan mînak da û wiha axivî: “Mînak Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatiye girtin. 3 sal in xeber jê nîne. Niha em hin geşedanan teqil bikin. Em bibêjin PKK Erdogan bigire. Dê qiyamet rabe. Ji ber seroke dewletekê ye. Rêber Ocalan jî rêberekê gelekî ye. Lê ji ber platform a dewletan e, dewletê diparêze. Lê gelan naparêze û Rêber Ocalan di zindanê de digirin. Tecrîda giran pêş dixin. Ji ber vê yekê divê pênasekirin ji nû ve bê kirin.”

Dewleta tirk li dijî kurdan e

Fuad Omar li ser rewşa Rojava jî rawestiya û wiha pêde çû: “Hêzên wekî Amarîka, me hêzeke serekftî dibîne. Ji ber ku me li dijî DAIŞ’ê şer kir. Me bi koalîsyonê re şerê DAIŞ’ê kir. Niha hêzên gelan û hêzên navdewletî li ser rastiyê bibin yek, dê fêdeyên herdu aliyan jî hebe. Hêzên navdewletî li gorî berjewendiyên xwe tev digere û berjewendiyên xwe esas digire. Dewleta tirk li dijî kurdan e. Şerê ku li Sûriyeyê pêş ketin, komên çete û gel bi hev ketin û şer kirin. Wekî şerê hundirîn pênase dikin. Lê di esasê xwe de dewlet li pişt şerê çeteyan bûn. Wekî meseleyên sûnî û şîî yên mezhebû û nijadî anîn hemberî hev û xwestin gel hev qir bike.  Îro hûn li herêmên ku di kontrola Tirkiyeyê de hatiye dagirkirin, kurdekî nabînin. Tu li wê herêmê xirîstiyan û êzidiyekî nabîne. Tev bi zorê koçber kirine. Li herêma rejîmê jî dema em lê biherin heman sanaryoye.”

3 ziman fermî ne

Fuad Omar bal kişand ser modela Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û ev agahî da: “Li herêma bakur û rojhilatê Sûriyeyê me projeya birêz Abdullah Ocalan a Neteweya Demokratîk esas girtiye. Tirkiye û Sûriyeyê dixwest li bakur û rojhilatê Sûriyeyê komkujî pêk bên. Lê me ev firsend neda wê. Gelek caran eşîr li hemberî me bi rêxistin kirin û anîn hemberî me. Çima? Ji ber ku me digot meseleya bakur û rojhilatê Sûriyeyê ne tenê mesleya kurd, ereb, suryan, çerkes, elewî û suniyan e. Me li ser prensîbên demokratîk li hev kir. Niha li bakur û rojhilatê Sûriyeyê 3 zimanên fermî hene. Li welatên Rojhilata Navîn ew qas dewlet hene. Tene zimanek fermî ye. Erebî, suryanî û kurmancî. Me bi vî rengî, nehişt ku dewleta tirk û rejîma Sûriyeyê di navbera gelan de komkujiyan pêş bixe. Meseleya konfederalîzmê, meseleyek neteweya demokratîk e.”

Çareserî Neteweya Demokratîk e

Me li dijî eniya Cebetul Nusra, DAIŞ û komên din ên çeteyan şer kir. Gelê kurd, ereb û suryaniyan şerê hev nekirin. Destûr nedan şerê hundirîn. Me dît ku xelasî ne di feraseta netew dewletê de ye. Xelasî di pergala Neteweya Demokratîk de ye. Di 2019’an de me ewil xwest rêveberiya rojavayê Kurdistanê ava bikin.  Lê suryanî û aşûriyan gotin ‘Na hûn çi dibêjin?’ Ereban got na. Her nijadekî xwest li gorî xwe navê herêmê pênase bikin. Li cem kurdan rojavayê Kurdistanê, li çem suryaniyan Beytu Nerên e. Le cem ereban jî gotin navê vê herêmê Cizîrê ye. Li gorî dîroka hemûyan jî navê wan rast bû. Wê demê em li hev kom bûn û em li ser navekî hevpar bûn yek. Me prensîbên demokratîk esas girt. Dawiya dawî em hemû li ser navê Rêveberiya Xweser a bakur û rojhilatê Sûriyeyê bûn yek. Ji bo vê yekê em dibêjin pênasekirina navê nû lazim e. Pênasekirina sûcên şer ên nû lazim e. Bi vî rengî êdî nameşe.”

Platforma gelan lazim e

Fuad da zanîn ku platforma gelan lazim e û wiha pêde çû: “Ev platformên heyî platformên dewletan e. Ji ber vê yekê dewletan diparêze. Lê mafê Birêz Abdullah Ocalan neparêz in. Di rojavayê Kurdistanê de eger hinek aramî, hinek pêşketin hebe, kurd û ereb bi hev re dijîn û di sengerekî de şer dikin, îspat dike ku pergala Neteweya Demokratîk çiqas rast e. Berê YPG, YPJ hebû. Niha HSD heye. Hêzên ereb, asûr, suryan, tirkmen û kurdan bi hev re di nava vê hêzê de cih digirin. Cara yekemîn e di şereki ew qas giran, tund pêş dikeve. Kurd, ereb, suryan, êzidî û xirîstiyan tev bi hev re ji bo armancekê şer dikin. Eger paradîgmaya Neteweya Demokratîk ne rast bûya ev nijad, bawerî û mezhebên cuda bi hev re mil nedidan hev û şer nedikirin. Eger îro komkujiyên fizîkî, çandî û bawerî li herêmê pêş dikevin, ji ber pergala netewe dewletê û pergala berê ye. Êdî dema vê yek derbas bûye. Ji bo pergala dewletê xera nebe, dewleta tirk di salek dawî de 105 caran êrîşî hewayî li dijî bakur û rojhilata Sûriyeyê pêk aniye.”

Fuad, bal kişand ser têkiliyên Erdogan û Esad û wiha bi dawî kir: “Niha em dibînin ku Serokê Sûriyeyê Beşar Esad û Tayyip Erdogan dixwazin li hev bên. Çima dixwazin li hev bên? Ji ber hem Tirkiye tengav bûye. Hem jî herêmên ku Tirkiye ew dagir kirine, bûne belaya serê Tirkiyeyê. Rejîm jî tengav bûye. Ji ber vê yekê dixwazin li hemberî Rêveberiya Xweser şer bikin. Divê em bibin yek û bi hev re li dijî vê pergalê têbikoşin.  Dema em kurd, ereb, tirkmen, çerkes, laz li ser esasê aştî, wekhevî û demokrasiyê digêjin hev, em dikarin platformên xurt û hêzên xurt ava bikin. Em dikarin hêzek xurt a demokratîk li dijî hêzên tundrew ava bikin.”