7 ÇILE 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Rojava li ber zayînê ye

Divê em bi vê hêza xwe bawer bin û ez di wê baweriyê de me ku ev qulincên dawî ên zayîna Rojava ne. Qulinc dijwar in lê wê Rojava di demeke nêz de biwelide û wê zayîneke bêhempa be

Niha hemû rojeva kurdan bi taybetî li rojavayê Kurdistanê avakirina yekrêziyekê ye ku aliyên kurd bi şandeke yekgirtî biçin Şamê û daxwazên xwe bi rêveberiya demikî ya nû re parve bikin.

Her kes li ser giringiya ku kurd bi şandeke hevbeş û bi daxwazên zelal ên ku mafê gelê kurd û pêkhateyên din ên li rojava dijîn misoger bike, biçin Şamê û li wê gorê diyaloga bi desthilatiya nû ya Şamê re bipêş bixin.

Di vê warî de hemû gelê kurd wek hev difikire û gelek hewldan ji bo pêkhatina vê daxwaza gel tên kirin.

Lê mixabin rastî çiqasî tal û bi êş bin jî divê werin gotin. Rastiya tal a vê mijarê ew e ku aliyê Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) nikare ji derveyî daxwazên dewleta tirk yek gavekê bavêje. Dewleta tirk jî ji xwe ji beriya here tiştî naxwaze ku kurd yekitî, yekrêzî û yekhelwestiya xwe ava bikin.

Ji xwe ENKS wiha li xwe mêze dike ku ew parçeyekî ji wê desthilata nû ye û dixwaze bi yekdengî  dengî bi rêveberên îslamî yên tundrew yên Şamê re mijûl bibe.

Heke derfet  di destê ENKS de be ji xwe wê herêmên din ên Rojava jî teslîmî dewleta tirk bike. Şert û mercên ku ENKS li ser aliyê PYNK ê ferz dike, şert û mercên dewleta tirk bi xwe ne.

Çawa ku di salên 90 de partiyên başûrê Kurdistanê fermanên dewleta tirk red kirin û Amerîkayê yekitiya kurdan li ser wan herdu partiyan ferz kir, karibûn li hev bikin. Heke aliyekî ji wan wê demê li gorî dewleta tirk tevbigeriya dê şerekîdijwar û dirêj di navbera PDK û YNKê de berdewam bikira û nedigihan tu mafekî xwe yê netewî.  Wekî ku gelek siyasetmedar ên kurd dibêjin ‘Kurdê ku maf û rûmeta xwe dixwaze, divê ji bin kirasê Dewleta Tirk derkeve.’

Dewleta Tirk  dixwaze ku ENKS rola xwe ya ku ev 10 sal dike berdewam bike. Rola ENKS di van deh salên şer û pevçûnên giran ên li Sûriyeyê de herdem ew bû ku hemû sûcên Dewleta Tirk û komên wê yên çete veşêre.  Ji binpêkirinên mafê mirovcan , guhertinên demografîk, revandina mirovan û hemû sûcên şer ên ku li herêmê hatin kirin veşêre.

Dewleta tirk çi sûc dikir bi hebûna ENKS li kêleka xwe digot, Ez şerê kurtdan nakim, kurd dost û birayê min in û ENKS jî rola wê ew bû ku hemû sûcên dihatin kirin rewa bike.

Niha amadekariyên ku dibin ew e ku ENKS rola xwe heta dawî bibe serî. Heke rêveberiya demikî ya Sûriyeyê Heyat Tahrîr el-Şam hilweşîne û li şûna wê bi serkêşiya Ehmed El Şera tevgerek an jî partiyeke siyasî were avakirin.

Daxwaza dewleta tirk jî ew e ku ENKS ya ku li gorî ferman û daxwazên wçê tevdigere bi navê kurdan di vê tevgera nû de cih bigire.

Wê gavê wê bi navê kurd di rêveberiya nû ya Şamê de hebin lê di pratîkê de wê rola wan ne zêdeyî  ya parlamenterên qaşo kurd ên di partiya AKPê de ne. An jî dê rola wan ne zêdeyî ya Hesen Xeyrî be di Konferansa Aştiyê ya Parîsê ya sala 1919an, Mustafa Kemal Ataturk ew wekî  nûnerê kurdan beşdar kiribû.

Lê çi dibe bila bibe îro hêzeke kurdan a xurt heye ku wan diparêze. Heke ne ji şervanên kurd û Hêzên HSDê yên ku hemû bakur û rojhilatê Sûriyeyê diparêzin dê rewşa herêmê jî niha wek ya Tartus û deverên din ên elewiyan bûya dê niha ew komên çete di nava kolanên bajarên kurdan de cirîd bidana û xelk di cadeyan de serjêkiribûna.

Divê em bi vê hêza xwe bawer bin û ez di wê baweriyê de me ku ev qulincên dawî ên zayîna Rojava ne. Dê Rojava di demeke nêz de biwelide. Ew zayîn dibe ku xwezayî be an jî (sezeryan) be lê bêguman dê zayîneke bêhempa be ji bo kurdan û hemû pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê.