5 MIJDAR 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Roja Kobanê ya Cîhanê li mirovatiyê pîroz be

Ezîme Zagros Kobanê

Îro li ser esasê vê berxwedanê, Şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê, ji  bo gel û baweriyan bûye warekî bi ewle ê xweşik ê herkes bi heyranî lê dinêre. Di vê şoreşê de cih ji kesên xerab re nîne. Weke gaziyeke şer 1ê Mijdarî Roja Kobanê ya Cîhanê di serî de li Rêber Apo û tevahî gelên cîhanê pîroz dikim

Çeteyên DAIŞê yên li Iraq û Sûriyeyê dest bi êrîş û komkujiyên xwe yên hovane kirin îlona 2014an bi piştgiriya hêzên dagirker berê xwe dan bajarê Kobanê yê yekemîn çirûska şoreşa 19ê Tîrmeha 2012an lê pê ketibû. Helbet gelek sedemên ku wan çeteyan xwestin Kobanê dagir bikin û xelke wê di komkujiyan re derbas bikin hebû.

Ya yekemîn ew bû ku 2yê tîrmeha 1979an Rêber Apo dema berê xwe da Rojhilata Navîn gava xwe ya pêşî avêtibû Kobanê. Herwiha Kobanê yek ji wan bajarên rojavayê Kurdistanê ye ku li hember her cure polîtîkayên asîmîlasyon, sirgûn û tunekirinê yên rejîma Baas îradeyeke muezem nîşan daye.

Dagirkeran û DAIŞê wer difikirîn ku eger Kobanê bixînin, wê karibin bajarên din ên Rojava jî bi dest bixin û şoreşa gelan bi temamî hilweşînin. Lê belê tişta hesab nekiribûn ew bû ku xelkê Kobanê ji heft salî heta heftê salî bi salan bû xwe bi bîrdozî û fikra Rêber Apo xwedî kiribûn. Hema hema şehîd,  gerîla û şervanên her malbateke Kobanê hene. Ango civakeke bi can û malê xwe bi Tevgera Azadiyê ve girêdayî li Kobanê heye.

Piştî êrîşên çeteyên DAIŞê ciwan û jinên Kobanê bi ruhekî seferberî ketin pozîsyona berxwedanê. Bi hatina gerîlayên azadiyê re jî êdî bawerî, hêz û îradeya şervanên YPG-YPJ û xelkê Kobanê deh qatan zêdetir bû.

Berxwedaneke li tevahiya cîhanê deng veda pêş ket. Ji her aliyê cîhanê ciwan û jinên ji gelên cuda ji bo ji vê têkoşîna ji bo mirovatiyê bêpar nemînin berê xwe dan Kobanê.  Ev berxwedana di navbera alîgirên tarîtiyê û rohniyê de pêş ket, bi serketina rohnîkeran bi encam bû.

Helbet di vê berxwedana bi rûmet û xwedî keramet de bi sedan hevalên me şehîd û birîndar bûn. Bi vê wesîleyê ez tevahî şehîdên me bi rêzdarî bi bîr tînim. Tevahî destketiyên me bi saya wan şehîdên hêja û qedirbilind ava bûn. Hemû hevalên me yên gazî jî silav dikim. Ez jî weke jineke ciwan bi xwe li Kobanê hatim dinyayê û mezin bûm. Di berxwedana bi rûmet a Kobanê de di nav refên YPJ’ê de min cih girt û birîndar bûm. Ji ber min di oxira xaka xwe û gelê xwe de ji canê xwe parçe dane serbilind im.

Em weke şervan û gaziyên Apoyî fêr bûn ku ji êşên xwe rojên azad û wekhev ji gelên xwe re ava bikin. Bêguman di vê berxwedana mezin de berdêlên giran hatin dayîn. Lê em dizanin ku ti tiştek bê berdêl, bê têkoşîn û bê berxwedan nayê bidestxistin. Eger me li ber xwe nedaba, dibe ku îro tiştekî bi navê şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nemaba. Di encama vê berxwedanê de li cîhanê dostên gelê Kurd zêde bûn. Bi dehan parêzvanên mafên mirovan, akademîsyen, rojnamevan û aktîvîstan bi banga “Ji bo Kobanê û Mirovatiyê Seferberiya Kûrewî” 1’ê Mijdarê weke Roja Kobanê ya Cîhanê  îlan kirin. Em vê rojê li mirovatiyê pîroz dikin.

Ev bangeke pir watedar û rast e. Ji ber berxwedana Kobanê tenê ne ji bo parastina bajarekî bû. Ev berxwedaneke ku ji bo parastin û rizgarkirina tevahiya mirovatiyê bû. Ev berxwedan ji bo çeteyên DAÎŞ’ê bû destpêka hilweşin û tinebûnê.

Îro li ser esasê vê berxwedanê, Şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê, ji  bo gel û baweriyan bûye warekî bi ewle ê xweşik ê herkes bi heyranî lê dinêre. Di vê şoreşê de cih ji kesên xerab re nîne.

Weke gaziyeke şer 1ê Mijdarî Roja Kobanê ya Cîhanê di serî de li Rêber Apo û tevahî gelên cîhanê pîroz dikim. Em ê heya dawiyê şoreşa xwe ya di her bihosteke wê de xwîna şehîdan heye biparêzin.  Paradîgmaya Rêbertî ya bingehê şoreşa me ye, li tevahiya Rojhilata Navîn û cîhanê pêş bixin.