12 Aralık, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Roj xweş!

Asya Xerzan

Hema kî û kê û çi rastî min hat, me silav da hev û din. Sibeh bi xweşî be tavê, roj baş balindeyên li ezman difirin û yên di hêlînên xwe de mexelîne, beyanî baş kulîlkên rengemorî û xaşxaş û beybûnên bedew, roj xweş xezal û kêvroşkên kovî, dembaş siruşt û dar û berên keskeşîn, siba we jî bi xêr û bereket be kêzik û moristankên jêhatî, guten morgen cînar û silav li te jî ku niha van hevokan dixwînî.

Hema bêje her sibeh bi derketina rojê re ji xew şiyardibim û dibêjim roj xweş.

Rêwîtiya min serê sibê dest pê dike, gava roj hêdî hêdî li asoyê, xwe li ser gerdûnê fireh dike û siruştê zindî dike. Ez jî li duçerxeya (bisîklet) xwe siwar dibim û di nav xwezayê de, ji bo keşfkirina bêhn û bedewiya daristanên keskeşîn diçim geşt û seyranê.

Şînahiyên xûsîgirtî, darûberên daristanê, rê û rêçik derdora min bi xweşiyê dipêçin. Bayekî nerm bi dengê çîkçîka balindeyan wek senfoniyeke xwezayî, dibin hevrêyên min.

Rê û rêwîtî, bêdengiyeke aram dide min û ji bo tomarkirina bîranînên nû û ji bo keşfê min teşwîq dike. Derfeteke baş e eger ji destê mirov bê û mirov xwe ji rûtîna jiyana rojane dûr bixe û têkilya xwe bi xwezayê re xweş bike.

Her cara pê xwe li pêdalê didim, bêrîkirin û hesret li min zêde dibe.

Di rê de, gelek dîmenên bedew hene, rawestgehên bêhnvedanê.  Çiyayên vê herêmê ne ewqas zêde bilind û bi heybet in lê gir û pal û mêrg mîna xalîçeyên rengrengî ne û kulîlkên bi bejin serên xwe bilind kirine.

Li rawestgehekê li ser bankek î runiştim û min ji turikê xwe şûşa avê derxist û hinek av vexwar, min rahişt telefona xwe û çend peyamên ji min re hatibûn, min ew xwendin û bersiva wan da û piştre min dêna xwe da tora civakî. Tiştên min li ser Twîtterê dîtin, bêhna min çikandin.

Hewara xwedê… Min nekarîbû bêdadîya li me kurdan tê kirin û rezaletiya ku kurd bi destên xwe bi xwe dikin, twitterên qaşo Kurdistanî ne, netewperwer in, nivisîne, bixwînim. Her kesekê daholek daye destê xwe û li gor miqamê xwe deng bi daholê dixe, çep lêdixin rast dimirin, rast lêdixin çep dimirin, hinek dibêjin boykot, hinek dibêjin demokrasiya Tirkiyê, hinek dibêjin biratiya gelan, hinek dibêjin biratiya umetê… Bêguman kesên bi xîret û bi bi wijdan jî hene, ew jî hewar dikin ka kes tune wan bibhîse, hewar û hey hewar… Û hin kes hene qaşo rojnemevan û xebatkarên çapemeniya kurd in li şûna ku dengê hewar û qîrîna kurda bighînin dinyayê, bi serketina serokomarê dewleta tirk ya dagirker, ku ev sed sal in, xwîna kurda vedixwin û têr nabin, tiwitterên kêfxweşiya serkertina wan  parvedikin… Hûn xwe firoşên rezîl û reben in!

Ez jî ya dil û dîtina xwe xwe li vir diyar bikim!

Bila şaş neyê fêmkirin, ne ji bo xêra Tirkiyê, ji ber dilxweşiya xwe ya ji niha ve hilweşîna dewleta tirk ku ev sed sal in, welatê kurdan dagir kirye.

Bi dîtina min, encama hilbijartinê baş bû. Wê ekonomiya Tirkiyê têk biçe, miletê Tirkiyê wê ji birçîna bimrin û wê şerê navxweyî derkeve, wê bi sed hezaran insan bimrin û wê dewletên Ewropa hew karibin çavên xwe ji Tirkiyê re bigrin û ew ê bibe şansekî mezin ji bo gelê kurd û dewleteke bi navê KURDISTAN bê avakirin.