20 TÎRMEH 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Roj bi heriyê nayê niximandin

Mûsa Şanak

Hin kesayetên xweperest, malbatperest û nijadperest ên ku navên qerase li xwe dikin hin rexne û dahûrandinên Rêzdar Ocalan ên ku di daxuyaniya 27ê sibatê û di wê perspektîfa pêşkêşî Kongreya 12mîn kiribû de derbas dibûn parçe kirin, ji hev de xistin, ji tevahiyê qetandin, li gorî armanc û berjewendiyên xwe berovajî kirin.

Berê li dibistanên seretayî ji bo xwendekarên pola yekem fêrî alfabeyê, fêrî xwendin û nivîsandinê bikin fîş dihatin amadekirin. Mamosteyan berê wekî fîş hevokeke sade pêşkêşî xwendekaran dikir û ew bi deng bi wan dida xwendin; paşê ew peyv bi peyv ji hev de dixistin. Di merheleya sêyem de peyv kîte bi kîte  û di ya çarem de jî ew kît tîp bi tip ji hev diqetandin.

Piştî parçekirin, jihevdexistin û jihevqetandina peyv, kîte û tîpan dor dihat avakirina hevokên nû. Ji wan tîpên ku ji peyvên cuda hatine jêkirin, kîteyên nû; ji kîteyan peyvên nû û ji peyvan jî hevokên nû dihatin çêkirin. Bi vî hawî hevok bi hevok parçekirin û jihevdexistina metnekê, tîp bi tîp kît bi kît peyv bi peyv metneke nû dihat avakirin.

Ev rêbazeke perwerdehiyê ya kêrhatî bû. Îro ev rêbaz di qada perwerdehiyê de tê bikaranîn; an na ez nizanim. Dibe ku ji salên 1980yî û pê de rêbazên nû yên bêhtir kêrhatî jî hatibin bipêşxistin. Lê mijara me ne ev e.

Wekî tê zanîn demek e ku behsa pêvajoyeke nû tê kirin. Tevgera Azadiyê wê wekî pêvajoya guherîn û veguherînê, pêvajoya avakirina Civaka Demokratîk û Aştiyê pênase dike û hewl dide ku bi ruhê seferberiyê xwe biguherîne û li gorî paradigmaya nû, li gorî felsefeya NETEWEYA DEMOKRATÎK rêxistinîbûna xwe xurttir bike. Hewl dide ku yekîtiya demokratîk a kurdan û kurdistaniyan ava bike.

Lê digel vê hewldanê hin nêzikatî û hewldanên berovajîkirin û reşkirinê yên ku bi tu awayî nayên qebûlkirin jî hene.

Em dikarin bibêjin ku pêvajoyê bi banga serokê MHPê Dewlet Bahçelî dest pê kir. Rêzdar Abdulah Ocalan li têkoşîn û rewşa gelê kurd û dostên wî ya li seranserê welêt û dîasporayê, li rewş û aloziya li herêmê û li cîhanê tê jiyîn nêrî û li gorî wê înîsiyatîfek bi pêş xist û berpirsiyariyek dîrokî hilda ser milê xwe. Lewre him ji bo gele kurd, him ji bo gelên Rojhilata Navîn û him jî ji bo tevahiya mirovahiyê derfetên baş -digel hin xetereyan- derketibûn holê.

Şerê Sêyem ê Cîhanê gihîştibû merheleyeke wisa ku bi taybetî li Sûriyeyê ji bo paradigmaya azadîxwaziya zayendî, ekolojîk û demokratîk derfeta xwe avakirin û biserketinê derketibû.

Rêzdar Ocalan bi vê pêşbîniyê pêvajo gav bi gav bi pêş de bir. Bi vê yekê xwest ku pêşiyê li xetereyên heyî bigire û heta dawiyê rê li ber avakirina civaka demokratîk û aştiyê veke.

Piştî banga sedsalê, banga CIVAKA DEMOKRATÎK Û AŞTIYÊ ya di 27ê sibatê,  di meha gulanê de Kongreya 12emîn a PKKê hat lidarxistin, biryara xwefesihkirina PKKê û bidawîkirina şerê li hemberî Dewleta Tirk hat girtin. Wisa xuya ye ku dê ev pêvajo bi gavên nû bê domandin.

Hin kesayet û derdorên xweperest, malbatperest û nijadperest ên ku navên qerase li xwe dikin û xwe bi awayên cuda pênase dikin hin rexne û dahûrandinên Rêzdar Ocalan ên ku di daxuyaniya 27ê sibatê û di wê perspektîfa pêşkêşî Kongreya 12emîn kiribû de derbaz dibûn parçe kirin, ji hev de xistin, ji tevahiyê qetandin, li gorî armanc û berjewendiyên xwe berovajî kirin. Wan bi vî hawî ji wan parçeyan metnên nû nivisîn û xwestin ku vî gunehê xwe jî bixin stuyê Rêzdar Ocalan.  Wan ew rêbaza perwerdehiyê ya kêrhatî ya ku di destpêkê de hatî vegotin ji bo berjewendiyên xwe, him jî bi awayekî pir xirab bi kar anî. Mixabin hê jî bi kar tînin. Lê roj bi heriyê nayê niximandin.

Her ku diçe encamên bi xêr ên şênber ên ku rê li ber têkoşîneke xurttir û mezintir; rê li ber avakirina yekîtiya neteweyî û hevgirtinek navneteweyî ya demokratîk vedikin zêdetir dibin. Hewldanên berovajîkirin û şolîkirinê hebin jî li ber herka bicoş a çemê azadiye her ku diçe bê bandor dimînin.

Hişmendiya modernîteya demokratîk ewqas saxlem e ku parçekirin, jihevdaxistin û jihevqetandina wê ne pêkan e. Hewldanên berovajîkirinê yên bi vî rengî, dê tenê bi wan hewldêrên zikreş bide wendakirin. Her çiqas ew hewl bidin ku vê yekê wekî wendakirina tevahiya kurdan û kurdistaniyan bidin nîşandan jî, ji xêncî xwe dê nekarin kesekî/kesekê jî bixapînin.