25 TÎRMEH 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Rohilat Efrîn: Parastina civak û jinê erka me ye

Fermandara Giştî ya YPJê Rohilat Efrîn diyar kir ku mîrasa têkoşîna YPJê berdewamiya mîrasa jinên cîhanê ye û destnîşan kir ku YPJ wê erka xwe ji bo civakê berdewam bike heta ku pargalek ne navendî û demokratîk pêk were.

Şoreşa Rojava ya 19ê Tîrmehê ku bi Şoreşa jin tê naskirin, her jinekê di vê şoreşê de rastî û daxwaza azadiya xwe dît. Di vê şoreşê de li kêleka qêrîn û têkoşîna jinan lingeke sereke ya bi destxistina destkeftiyan, avakirina YPJ bû. Ji despêka avabûna YPJ û heta niha wek erkek sereke parastina jin û gel girt ser milê xwe, bi meşîna bi wê armancê re îro dengvedan û bandora YPJ li cîhanê tê dîtin. îro YPJ ne tenê hêzeke parastinê, YPJ hêvî û pêşeroja jina azad e.

Bi wesîleya salvegera Şoreşa 19ê Tîrmehê, Fermendara Giştî ya YPJê Rohilat Efrîn li ser destpêka Şoreşa Rojava ji ANFê nirxandin kir û wiha got, ”Di dîroka 13salan ji Şoreşa 19ê Tîrmehê gelek geşedanan di Rojhilata Navîn û di Sûrî de rûdan, bi taybet di sala 2011an de li Sûriyê gelek geşedan derketin û serhildanên gel çêbûn, van geşedanan bi dirûşmeya bihara Ereban di Sûrî de destpê kir. Di Sûrî de hate dîtin ku divê ji bingeh de guhertin û veguhertinek were avakirin. Ji bo wê bi Şoreşa 19ê Tîrmehê re gelê kurd, Gelê Sûrî û hemû pêkhateyên ku di Herêmên Bakur û Rojhilatê Sûrîyê de jiyan dikirin li hemberî hişmendiya ku tenê siyaseta zext, înkar, mafê gelan binpê dike û dengê jinan tune dike, rabûn serhildanê. Ji bo wê em dikarin wiha pênase bikin ku 19ê Tîrmehê ji bo tevahî civakê ji nû ve avakirin û guhertinek bû.”

Fermandar Rohilat da xuyakirin ku pêngava Şoreşa 19ê Tîrmehê teyisandinek xurt li ser gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê da avakirin û wiha pê de çû, ”Wek gavên despêkê Şoreşa 19ê Tîrmehê jî di nav gelê kurd de destpê kir, lê teysandinek xurt li ser hemû gelên Bakur û Rojhilatê Sûrî da avakirin, li hember bê mafiya ku tê jiyankirin û ne demokrasiya ku tê meşandin gel û jinan bi zanist dest bi meşekê kirin. Her wiha pêwîstî hate dîtin ku divê ev civake bizanibe xwe li hember her êrîşeke ku ji derve were ser, xwe bi rêxistin bike û xwe biparêze, di heman demê armanca xwe ya şoreşê diyar bike. Şoreşa 19ê Tîrmehê weke nefesek bû ji bo hemû pêkhateyan.”

Rohilat di berdewamiya axaftina xwe de li ser despêka avakirina YPJê axivî û got, ”Dema ku mirov li pêvajoyên dîrokî yên kurdan û yên giştî cîhanê de vedigere, dibîne ku li hember her êrîşekê pêwîstîya parastina maf, hebûn, ziman û azadiya xwe derketiye pêş. Li Rojavayê Kurdistanê em vê pêvajoyê bi 19ê Tîrmehê digirin dest. Şoreşa 19ê Tîrmehê weke şoreşa pêşengtîya jinan hate bi nav kirin, ji ber di rastiyê de di şexsê Şehîdên me yên Qehreman de yên ku şopa xwe li dîrokê xistin û careke din 19ê Tîrmehê kirin zemînekî guhertin û avakirinê bû.”

Di nav axaftina xwe de Rohilat Efrîn bal kişand ser têkoşîna ku YPJê heta roja îro meşandiye û bilêv kir ku mîrasa YPJ berdewamiya mîrasa tevgerên jinên cîhanê ye. Rohilat Efrîn got, “Di dîrokê gelek nimûneyên jinên tekoşer û pêşeng hene, her tim li cihê ku teslîmiyet di asta herî roj de li wir hêza jinan ê ku ev qebûl nekiriye derketiye pêş. Jinan barê vê şoreşê girt ser milê xwe û hişt ku bibe modeleke parastinê ji jinên cîhanê re, ev ne çîrok in, ev destanên ku wan qehremanan jiyan kirin e.”

‘YPJ bûye modela parastinê ji bo jinên cîhanê’

Fermendar Rohilat diyar kir ku YPJ bûye modela parastinê ji bo jinên cîhanê û wiha axaftina xwe berdewam kir, ”Jina ku karîbû li hember hêzeke wek DAÎŞê şer bike û heta roja îro di asta herî jor de li hember êrîşên ku werin kirin jî dikare heman helwest nîşan bide, ne mumkîne ku ji jinên cîhanê re nebe modeleke parastinê. Ji jinên enternasyonal û heta bi jinên ereb û taybet jinên Bakur û Rojhilatê Sûrîyê re bûye mînak. Bi Şoreşa 19ê Tîrmehê re û bi pêşengtîya YPJê em dikarin bêjin ku ew hêviyên windayî, mafên ku hatine binpêkirin û çanda ku jinê xwe li derdora wê digirt û hatibû binpêkirin, careke din bi pêşengtiya YPJê ava bû, ev ji hemû jinan re bû îlham ku her kes bizanibe bi zanist berê xwe bide armanca xwe û ji bo çi şer dike.”

Rohilat Efrîn di berdewamiya axaftina xwe de anî ziman ku divê hemû jin li her derê modela YPJ ji xwe re esas bigre û got, ”Hêza bîrdozî ya xurt a ku derdikeve pêş dihêle ku hemû rengê jinan tevlî wê bibe. YPJ tevgereke civakî, rêxistinî û bîrdozî ye, hêz û îlhama xwe ji van her sê beşan digre û dibe artêşekî ku dikare hemû jinan biparêze. Pêşengtiya YPJê ya rola bîrdozî girtiye ser milê xwe hişt ku hemû jinên cîhanê berê xwe bidinê û weke nimûne ji xwe re bigirin.”

’13 sal mîraseke dîrokî ye’

Fermendar Rohilat bal kişand ser 13 salên şoreşê û weke mîraseke dîrokî nirxand û wiha got, ”13 sal weke mîraseke dîrokî li pey xwe dihêlin, tekoşîna ku di 2011an de bi şoreşa 19ê Tîrmehê re eger bi zanist nehatiba destpê kirin, ne dihate bawerkirin ku wê ev şoreş bikeve xizmetên gelên cîhanê û ji her kesî re bibe mînak. Jinekê ku me qet bi navê welatê wê ne bihîstibû me di nav xwe de dît. Her kesê ku xwest xwedî li çanda xwe derkeve me di qada şoreşê de dîtin. Ji despêka şoreşê û heta niha ji ber ku şoreşa me li Kobanê destpê kir, em dibînin ku hêzeke wek DAÎŞê Kobanê ji xwe re dikin hedef û xwest şoreşê li wir bişkîne, lê berxwedan û destkeftiyên ku di Kobanê de hatin bidestxistin îro dibe mala hemû gelên Bakur û Rojhilatê Sûrî.”

‘Wê YPJ erka xwe ya parastinê berdewam bike’

Rohilat Efrîn qala pêvajoya ku niha li Sûrî tê meşandin kir û got, ”Di Sûrî de heta niha pergalek ne hatî rûnişkandin, pirsa ku wê pêşeroja Sûrî bi çi awayî be di serê her kesî de çêdike. Ji bo ku yekbûna Sûrî derkeve pêş û dengê demokrasî derkeve pêş û ji bo hemû pêkhate di nav axa Sûrî de xwe bibînin, pêwîstî bi jiyanek bi ewle heye. YPJ biryara ku wê erka parastinê bigre ser milê xwe heta roja îro hat û heta ku civaka me û tevahî Sûrî di nava ewlehî de jîyan nekin wê ev erk dewam bike. Ji bo wê pêşeroja xwe bi ewlehiya jîyana civakê ve girêdayî ye.”

Rohilar Efrîn diyar kir ku divê di Sûrî de pergalek demokratîk ku hemû pêkhateyên di nav de cih bigrin hebe û ev anî ziman, ”Di Sûrî de pêwîstiya hemû gel û pêkhateyan bi pergalekî ne navendî û demokratîk heye, di Sûrî de gelek pêkhate bi gelek zimanan û rengan lê jîyan dike heye, her wiha civakê gelekî êşa yek rengî yê kişandine. Di welatekî de çima wê her kesek bi hebûn û îradeya xwe ya azad jiyan neke. Qanûnek bi vî awayî tune ku divê gelek li pey yek rengî bimeşe. Eger destûrek û pergalekî ku bikeve xizmeta hemû civakê hebe çima wê civak wê qebûl neke. Em tu carî dijbertiya Sûriyeke ne navendî nakin. Ji ber civak tenê dixwaze di pargelê de garantiya xwe hebe û ewle jiyan bike, ji ber di 13 salan gelek êş û bedelên civaka me çêbûn.”

Fermendara giştî ya YPJ’ê Rohilat Efrîn dawiya axaftina xwe de wiha got, ”Di salvegera 19’ê Tîrmehê de em dibêjin ku tekoşîna jinan wê gelek guhetinan di Sûrî de bide çêkirin. Niha gelek geşedanên ku tên jiyankirin hene, pêwîste di van geşedanan de hinek reng derkevin pêş, tekoşîna ku di 13 salan de hate kirin divê bikeve xizmeta hemû Sûrî. Bi avakirina Sûriyeyeke demokrat û ne navendî, wê pêşeroja gelê Sûrî û jinan di nav xwe de îfade bike. Weke YPJ jî li hember vê erkên ku dikevin ser milê me, ji bo em bikaribin xizmeta pêşeroja civak û hemû Sûrî bikin di hemû cihan de em ê bikaribin rola xwe bilîzin.”