Li Şengalê 5ê Sibatê Daîreya Tiba Edlî û Saziya Vekirina Gorên Komî ya girêdayî Wezareta Tenduristiyê ya Iraqê dest bi vekirina gora 54emîn a komî kir. Pêvajoya vekirina gorên komî ji Adara 2019an ve berdewam dike. Lê li Şengalê hêj 40 gorên komî li benda vekirinê ne. Li Şengalê ji ber êrişa çeteyên DAIŞê ya sala 2014an bi hezaran kes aqûbeta wan nayê zanîn û dîtina gorên komî yên nû hîn dewam dike.
Di nava 5 salan de bi hezaran kes ji gorên komî hatine derxistin. Lê ji van hestiyên ku hatine derxistin, hejmareke kêm nasnameya wan zelal bûye û radestî malbatên wan hatiye kirin. Hestiyên hemû qurbaniyan jî li Tiba Edlî ya Bexdayê ne, ji ber testa wan ya DNAyê hîn ne qediyaye, nasnameya wan jî zelal nabe û radestî malbatên wan ne hatiye kirin.
Îro Wezareta Tendûristiyê û Saziya Şehîdan ya Hikûmeta Federal a Iraqê bi daxuyaniyekî nasnameya 32 qurbaniyan aşkera kir ku beşek ji wan berî niha bi 5 salan ji goreke komî ya Koçoyê hatibûn derxistin. Wezaretê aşkera nekir, wê cenaze kengî radestî malbatên wan bên kirin.
Nasnameya qurbaniya
Navên 32 welatiyên nasnameyên wan hatine aşkerakirin ev in: “Seharan Yûsif Xişman, Zerîfa Xelef Kelo, Newzad Saleh Qasim, Ebdullah Saleh Qasim, Serdar Saleh Qasim, Nûrî Saît Ceza, Sebah Saîd Ceza, Emîn Saleh Qasim, Medlûl Ebas Qasim, Telet Nayf Casim, Telal Nayf Casim, Felah Hesen Eliyas, Hezo Cetan, Meran Ehmed Garis, Hesen Ehmed Ezîd, Felah Hesen Ehmed, Xesan Eliyas Saleh, Berzan Derwêş Coqî, Farsi Hisên Eto, Xidir Ezêr Murad, Saît Xidir Paço, Bapîr Xidir Paço, Casim Ehmed Casim, Miho Eliyas Xidir, Nayf Xidir Hesen, Şêrîn Elo Yûsif, Xelef Murad Mehmûd, Xidir Paço Selo, Xelef Hecî Hesen, Şabaz Xelef Hisên, Xwedêda Mehlo Elî û Saleh Bekir Salih.”