Di fîlozofiya bûneweriyê(rûhanî) de hilbijartinên mirovan pir girîng in. Ango mirov ji hilbijartinên xwe berpirsiyar in. Bêguman divê ev hilbijartin bi zanebûn û hişekî kamil bin. Bi gotina Sartreyî “Divê hilbijartin bi hişmendî be, ji bo hişmendiyê jî divê mirov hilbijêre. Ango hilbijartin û hişmendî heman tişt in.” Di bingeha vê yekê de ev gotin heye; “mirov bixwaze bibe çi, wê tiştê hildibijêre.” Lê ji bo vê jî divê hişmendî xweser be û ne di bin bandora tiştên derveyî wê de be. Bêguman hişmendî ji bo fêrbûnê, berê xwe dide tiştên derveyî xwe û di nav hewldana fêrbûnê de ye. Lê divê hişmendî bi zanebûn kirinên xwe pêk bîne. Mirov bi vî awayî dikare ya rast hilbijêre û berpirsiyara hilbijartinên xwe bigire ser xwe. Heke mirov bi zanebûn kirinên xwe pêk bîne, encamên hilbijartinên mirovan baş bin jî û xirab bin jî, divê mirov xwedî van encaman derkevin. Xwedîderketina van encaman berpirsyariyeke exlaqî ye. Lê belê di vê serdemê de ne civak, kes bi xwe jî berpirsiyariya encamên xirab wernagirin ser xwe. Heke encam baş bin, her kes xwedî li wan derdikeve, lê heke encam xirab bin li holê dimînin û xwediyê wan dernakevin.
Bêguman gelek sedemên vê yekê hene, lê sedema mezin a vê yekê hişmendiya qels e.
Sedema hişmendiya qels jî pêşketinên teknîkî ne ku hişmendiya mirovan xistiye nav lepên çend kêliyên vîdeoyên medyaya civakî. Ango bi pêşketin û belavbûna medyaya civakî ya vîdeo û nivîsên kurt di mirovan de hişmendiyeke parçeyî derxdixe holê. Tevgerîn û gavavêtina mirovan jî li gorî vê hişmendiya parçeyî ye. Lewra hilbijartinên mirovan ên di vê serdema medyaya civakî de ne li gorî hişmendiyeke baş, têr û xweser in. Ji ber vê jî civakên ji berpirsiyariyên xwe dûr û li gorî jiyana rojane pir bûne. Di civakên wiha de hilbijartinên kamil ne pêkan in. Civakên di bandora medyaya civakî de ji exlaq, wîjdan û berpirsiyariya xwe dûr dikevin.
Exlaq bi rêkûpêkkirina rêgezên civakê ye. Ev rêgezên civakî bi awayekî di nav civakan de belav dibin û li ser esasê lihevkirina civakî dibin rêgezên sereke. Civak jî li ser van rêgezên exlaqî li hev dike û li gor van rêgezan jiyana xwe berdewam dike. Bêyî li hevkirina civakê, rêgezek nabe rêgezeke exlaqî. Ango ji bo rêgezên exlaqî pejirandina civakî pêwîst e. Her wiha ji bo ku rêgezek bibe rêgezeke exlaqî, pêwîstî bi demê heye. Ango ji bo civak vê rêgezê bipejîrîne, guherîneke demdirêj, perwerdehî û desthilateke berjewendîparêz pêwîst e. Bêguman di rewşa heyî de exlaq tenê jî têra civakê nake. Ji ber ku di serdema îro de exlaq li gorî berjewendiyên desthilatdariyê di nav civakê de teşe digire. Exlaq rê nîşanî civakan dide. Lewra divê bi hîmên esasî yên exlaqî civak bên parastin. Lê mixabin rejîmên siyasî gelek caran van hîmên esasî yên exlaqî li gorî berjewendiyên xwe diguherînin. Ev jî bênirxhiştina civakê ye. Di heman demê de ev yek dibe sedem ku civak ji rê derkeve. Ji rêderketina civakê di bingeha xwe de rizîbûn û bênirxbûna civakî ye.
Bêguman sedema sereke ya ji rêderketina civakê rejîma siyasî ye. Rejîma siyasî civakeke çawa bixwaze li gorî wê bi nirxên civakî dileyîze. Ango ji bo civakeke rast û exlaqî pêwîstî bi rejîmeke siyasî ya rast û adil heye. Lê heke rejîma siyasî rastiyan li gorî berjewendiyên xwe berovajî bike û li hemberî hemwelatiyan ne adil be, ew rejîma siyasî bi demê re ber bi rizîbûnê ve diçe. Ev rizîbûn derbasî saziyên dewletê dibe û di nav saziyan de dizî, berdîl, berjewendiyên takekesî pêş dikevin. Ango di saziyan de “başiya hevpar” namîne. Dema “başiya hevpar” di nav saziyan de nemîne, rizîbûna exlaqî li nav saziyan belav dibe. Bi demê re jî ev rizîbûn derbasî hemwelatiyan dibe ku ev jî bi rêya saziyên wekî perwerdehî, dîn, hiqûq, medya û hwd. derbasî nav civakê dibin. Ji xwe di vê serdema teknîkî de belavkirina ramanan pir hêsan bûye. Ji ber vê jî guherîna nirxên civakî li gorî dil û berjewendiyên rejîma siyasî di demeke kurt de dibin parçeyekî jiyana civakî.
Bi pergala îslama kesk a tirkperest re di nav civaka Tirkiyeyê de gelek guherîn çêbûn. Bêguman vê guherînê, hiş û bîra civakê jî serobino kir. Civakê hemû nirxên xwe yên civakî li ser bingeha îslama kesk a tirkperest veguhart. Vê yekê berovajîkirina nirx, wîjdan û exlaqê anî. Di civakên bênirx, bêwîjdan û bêexlaq de her tişt dikeve bin kontrola şexs de, ango kes li gorî berjewendiyên xwe û rejîma siyasî nêzîkatiyekî nîşanî van dide. Ango berjewendiyên takekesî dikevin pêşiya berjewendiyên civakê û “başiya hevpar” ji holê radibe, “başiya li gorî berjewendiyên kes û rejîmê” dikeve meriyetê. Di nav civakên bi vî awayî de rizîbûn bi lezûbez belav dibe. Rizîbûn bi xwe re biyanîbûnê tîne. Biyanîbûna ji nirx, wîjdan û exlaqê di bingeha xwe de biyanîbûna kes e jî. Kes di civaka bênirx de ji xwe biyanî dibe û ji xwe û civaka xwe dûr dikeve. Gelek mînakên vê yekê di vê rejîma îslama kesk a tirkperest de hene.
Rejîma îslama kesk a tirkperest di nav 20 salan de bi qodên civakê lîst û hemû nirxên civakî serobino kir. Vê rejîmê li gorî berjewendiyên xwe civakeke nû ava kiriye. Li ser hemû çavkaniyên civakê çend kesên derdora rejîmê hatine komkirin. Vê rejîmê aboriyeke di bin kontrola xwe de ava kiriye. Di dema vê rejîmê de nelirêtiyên alîgirên wê bi rêya amûrên wê rewa hatin nîşandan. Heke em çend nîşaneyên rizîbûna vê rejîmê û civakê bidin, wê mesele baştir bê fêmkirin. Diziya pirsên ezmûnên giştî bigirin heta firotina alîkariyên erdhejan, bikaranîna madeyên hişbir heta kuştina jinan, tecawîzkirina zarokan heta kuştina zarokan, têkiliyên ensestê her roj di vê rejîmê de pêk tên û ev tişt wekî tiştên asayî di çapemeniyê de tên weşandin. Her roj mînakên bi vî awayî yên hîmên civakî xira dikin, rojevê diyar dikin.
Werhasil civak ji tercihên xwe berpirsiyar in, tevî ku berpirsiyariyê wan li ser xwe negirin jî. Exlaq, nirxên civakî, wîjdan, hilbijartin, berpirsyarî, hişê kamil, başiya hevpar û hwd. hîmên sereke yên civakê ne. Heke bi wan bê lîstin an jî ew li gorî berjewendiyên desthilatê teşe bigirin, civak ber bi rizîbûnê ve diçe.