18 NÎSAN 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Rista jinê di wêjeyê de

 Dayikan bi rêya keda xwe ya bi milyonan salan ev wêje bi zimanê xwe yê şîrîn û bi lorîk, gotin û çandên civakî parastiye û zindî kiriye. Dayika kurd di civak û wêjeya kurdî de xwedî rol û risteke herî girîng e ku wêjeya vî zimanî bêyî wê nikare xwe berdewam bike.

Wêje çiye? Hunera ku bi zanebûn, şarezayî û bi rengekî rast tê bikaranîn. Di nava xwe de xemilandina peyv, raman, hest û şopan bi awayekî devokî yan jî bi nivîskî xwe bi hest, xiroş, coş û bedewiyeke bilind radigihîne. Bi hemû aliyên xwe ve raboriya mirovahiyê ye. Bingehê xwe ji sincê pak, hizira hevpar û wijdanê civakê werdigire. Wêjeyên her netewe û gelan bi rêya berhemên wêjeyî yên wî zimanî yên dîrokî xwe diparêze, wêjeya kurdî jî bi rêya gencîne, gotin û xemlandina peyv û zimanê xwe bi hezarê salan parastin e û gihandine roja me ya îroyîn e.

Jin di ziman û wêjeya her neteweyekê de xwedî girîngiyeke xurt e, çi di milê birêvebirina wêjeyê de be û çi jî di milê zindîkirin û dagirtina gencîneyên wî zimanî be jin bingeh e. Zindîkirina zimanekî xwedî roleke herî girîng e di dîrok û nasnameya wî zimanî de, lê heke ku wêjeya wî zimanî bê jibîrkirin û tunekirin dê ew netewe bi bin bikeve û dîroka wê neteweyê dê li tevahiya cîhanê bê jibîrkirin û înkarkirin. Heke ku em li dîroka gelan vegerin û baş mêze bikin dê ji me re baş bê xuyakirin ku bi rêya wêjeyê ev ziman zindî û parastî maye.

Ziman û wêjeya me jî weke hemû zimanekî cîhanî xwedî rol û girîngiyeke mezin e, çi ji bo gelê me û çi jî ji bo gelên dîtin. Wêjeya kurdî di dîrok û her serdema ku tê derbas bûye bi rêya jinan geş û zindî maye. Wêjeya kurdî bi çand û sinc, stran, bawerî, çîrok, helbest, destan, mamik, gotinên pêşiyan û hwd. tijî ye. Bi hezarê salan wêjeya kurdî di bin desthilatdarî û dagirkeriya dagirkeran de bû û heta roja me ya îro jî ev tişt berdewam e, lê vê wêjeyê bi hezarên salan bi rêya wêjeya xwe ya devokî nifş bi nifş bi rêya dayikên me kurdan derbasî serdemên nûjen bûne, dayikên kurdan di bin her desthilatdariyê de, çi desthilatdariya dewletên dijiminên kurdan bin û çi jî desthilatdariya civakî be, wêje û zimanê kurdî bi rêya zarê xwe yê şîrîn û keda xwe ya di nava civakê de, çand û sinc û baweriyên gelêrî yên kurdan parastiye.

Dayika kurd di dîroka kurd û kurdetiyê de bi rêya çîrok û gotinên gelêrî ku ji bo zarok û neviyên xwe digotin, bi rêya vê mînakê desthilatdariya ku li gelê kurd dihatî kirin bi awayekî mecazî di piraniya wan çîrok, destan û tiştên gelêrî yên ku di wêjeya kurdî de hene hatiye gotin û ev zarok bi awayekî ku karibin ziman û wêjeya xwe baş nasbikin, ji bîr nekin û karibin di serdemên bê de bi wêjeya xwe bijîn û welat, ziman û çanda xwe biparêzin.

Wêjeya kurdî di dîroka kurd û Kurdistanê û di Rojhilata Navîn de xwedî cihekî herî girîng e û çand û wêjeyên derdora vê wêjeyê jê bandor in, vê wêjeyê xwe di bin her zilm, desthilatdarî, dagirkerî û di bin her zextê de her û her bi rêya dayikên xwe zindî ev wêje zindî kiriye û geş bûye. Dayikan bi rêya keda xwe ya bi milyonan salan ev wêje bi zimanê xwe yê şîrîn û bi lorîk, gotin û çandên civakî parastiye û zindî kiriye. Dayika kurd di civak û wêjeya kurdî de xwedî rol û risteke herî girîng e ku wêjeya vî zimanî bêyî wê nikare xwe berdewam bike.

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê