12 ÇILE 2026

Gösterilecek bir içerik yok

Rihê berxwedanê û plana dagirkeriyê

Felemez Ulug
Felemez Ulug
Xweşkanî

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan berê gotibû "Kî li Sûriyê bi hêz be, wê li Rojhilata Navîn jî bi hêz be." Îro ev gotin bêtir tê fêmkirin. Dewleta tirk bi rêya çeteyên xwe hewl dide Helebê bike qada şer da ku destkeftiyên kurdan biperçiqîne. Lê êdî kurd xwedî zanîn û hêz in.

Li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê, dîrok careke din xwe dubare dike. Ev herdû taxên ku di dilê Helebê de weke kelên berxwedanê têne naskirin, careke din rûbirûyê êrişên hovane yên dewleta Tirk û çeteyên wê ên bi navê El-Emşat, El-Hemzat û Nûr Eldîn El-Zinkî mane. Lê ev êriş ji beşek ji planeke mezin a qirkirin û dagirkeriyê ne ku armanca wê tunekirina îradeya kurdan û gelên Sûriyeyê ye.

Lê, Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Helebê di çarçoveya parastina rewa de bersiveke tund dan van êrişan. Hat ragihandin ku hewldana dagirkirinê ya li milê Girê Kastêllo hatiye têkbirin û çeteyan nikaribûne pêş de werin.

Dema ku li Helebê şer germ dibû, li Parîsê civîneke balkêş dihat lidarxistin. Bi navbeynkariya Amerîkayê, rayedarên Îsraîl û hikumeta demkî ya Şamê beşdarî civînê bûn. Çi balkêşe ku Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fidan jî roja civîn pêk hat li Parîsê bû. Li gorî çavkaniyan Hakan Fîdan bi rayedarên Sûriye û Amerîkî re civiyaye. Yek ji rojeva wî dîsa kurd û gefên li ser herêmên Rêveberiya Xweser bû.

Dema em li nexşeya siyasî ya herêmê meyze dikin, pirsa herî sereke ewe ku ev êriş bi kêrî kê tên? Bersiv zelal e, Dewleta tirk a dagirker naxwaze kurd li Sûriyeyê û li Rojhilata Navîn bibin xwedî statu û hêz. Her destkeftiyek ku Kurd bi dest dixin, ji bo Enqereyê wekî gefeke hebûnê tê dîtin.

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan salên berê dabû xuyakirin ku “Kî li Sûriyê bi hêz be, wê li Rojhilata Navîn jî bi hêz be.” Îro ev gotin di qada pratîkî de tê fêmkirin. Dewleta tirk bi rêya çeteyên xwe hewl dide Helebê bike qada şer da ku hem bandora xwe zêde bike, hem jî destkeftiyên kurdan biperçiqîne.

Ev êriş nikarin ji peymanên qirêj ên Astanayê hatine girêdan cûda werin destgirtin. Tevî hilweşîna rejîma Baas jî em nikarin bêjin bandora Rûsyayê û hevalbendên wê li herêmê kêm bûye. Ev hêz ji bo berjewendiyên xwe yên li ser axa Sûriyê, carinan çavên xwe ji êrişên Tirkiyê re digirin.

Wêzîrê Karên Derve yê dewleta Tirk Hakan Fîdan îro li Sûriyê ne wekî dîplomatekî, lê wekî “Qayumê dagirkeriyê” tevdigere. Têkiliya wî û kesên mîna Şeybanî nîşan dide ku biryarên li ser axa Sûriyê di odeyên tarî yên îstîxbaratê de têne girtin. Diyare ku Şeybanî li Tirkiyeyê hatiye perwerdekirin. Ew û hevalbendên wî yên ku di Kuştina kurdan de xwedî rol in îro hemû di kademeyên cûda ên hikumeta demkî ya Şamê de hatine bi cîhkirin. Ev jî bi awayekî zelal nîşan dide ku dewleta tirk li herêmê di çi astê de planên nû yên dagirkeriyê dide avakirin.

Lê ya herî bi êş, bêdengiya hêzên navneteweyî ye. Ew saziyên ku qala mafên mirovan dikin, dema mijar dibe kurd û berjewendiyên bi dewleta tirk re, kor û lal dibin. Ev bêdengî, şirîkatiya di sûcê qirkirinê de ye. Di serî de dewletên welatên Ewrûpa, gelek welatên cîhanê bi serfiraziyek mezin bahsa lehengiya şervanên kurd ên li dijî tarîtiya çeteyên DAIŞê dikin. Lê dema mijar dibe xwedî derketina li vê bîr û îradeyê bêhelwest dimînin. Ev jî diyar dike ku tifaqên nu li ser peymanên berjewendiyan hatine avakirin dikare têkeve pêşiya nirxên mirovî.

Li dijî van hemû êriş û planên qirêj, tenê rêyek heye, berxwedan e. Çawa ku li Kobanê cîhanê dît îradeya gelê kurd ji teknîka herî pêşketî ya DAIŞ û hevakarên wê mezintir e, îro divê li Helebê jî heman ruh derkeve pêş. Rihê Kobanê ne tenê parastina bajarekî bû, ew parastina rûmet û hebûna gelekî bû. Keç û xotên vê axa ser dan lê warên xwe nedan. Ev berxwedana pîroz rêya têkoşîna parastina nirxên gel nîşan dide.

Gelê Kurd li Şêxmeqsûd û Eşrefiyê jî bi salan e di bin dorpêçê de ye, lê li beramberî zilma heyî serê xwe netewandiye. Divê îro her kurdek li kîjan parçeyê cîhanê be, dengê xwe bibe dengê Helebê. Şerê li Helebê, şerê paşeroja Kurdistanê ye.

Dewleta Tirk bi polîtîkayên xwe yên “Neo-Osmanî” dixwaze îradeya azad a gelan bifetisîne. Lê ew ji bîr dikin ku Kurdên îro ne Kurdên sedsalek berê ne. Hişmendiya neteweyî û ezmûna berxwedanê ya ku ji Kobanê heta Efrînê, ji Serêkaniyê heta Helebê hatiye hûnandin, wê nehêle ku ev planên dagirkeriyê bi ser bikevin.

Dema wê ye ku em bi rihê Kobanê li dora Helebê bibin xelekek ji agir û rê nedin dagirkeriyê. Serkeftin her tim ya kesên ku berxwedanê wekî şêwazê jiyanê hilbijartine ye.