11 COTMEH 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Rihan Elo: Em ê nirxên xwe biparêzin

Berdevka Kongra Star a Helebê Rihan Elo der barê êrîşên li ser taxên Şexmeqsûd û Eşrefiyê wiha axivî: “Heta mîsogerkirina mafên xwe emê têkoşîna xwe bidomînin. Em dizanin destkeftiyên me keda şehîdên me û berxwedana Rêber Apo ya ku bi salane dide ye. Lewma ji bo parastina wê çi ji destê me were em ê bikin.”

Hikûmeta Vegûhêza a Şamê ango Hikûmeta HTŞê çend roj berê rêyên çûn hatinê yên Taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê girtin. Hikûmeta HTŞê bi vê kiryara xwe peymana ku di 1ê nîsanê de di navbera wan û HSDê de hatibû îmzekirin jî bin pê kir. Li ser binpêkirina peymanê û girtina rêyan, şêniyên van taxan daketin kolanan û xwestin ku rê bên vekirin. Lê hikûmeta HTŞê bi gaza îsotê û panzêran bersiv da vê daxwazê. Di êrîşên ku pêk hatin de gelek kes birîndar bûn. Lê berxwedana gel a li dijî van êrîşan bênavber didome.

Em der barê êrîşên ku li ser taxên Şexmeqsûd û Eşrefiyê pêk tên bi berdevka Kongra Star a Helebê Rihan Elo re axivîn.

Rihan Elo di destpêka axaftina xwe de ji bo taxên Şexmeqsûd û Eşrefiyê wiha got: “Şêxmeqsûd û Eşrefiye du taxên biçûk ên Helebê ne. Kurdên ku li vir dijîn bi piranî ji Efrîn û Kobanê ne û ji ber zextên dewletê yên sistematîk neçar mane ku li vir bi cih bibin. Herwiha ji ber pergala ku kurdan li van taxan ava kiriye tirkmen, çerkez, ermen û mesihî jî berê xwe dane van taxan. Hikûmeta Veguhêz a Şamê ango hikûmeta HTŞê ji bo bidawîkirina pergala li vir hatiye avakirin ji holê rabike êrîşên van taxan dike.”

Rihan Elo peymana ku di navbera HSD û HTŞê de hatibû îmzekirin bi bîr xist û wiha got: “Peymana ku hat îmzekirin armanc dikir ku rê werin vekirin û êrîşên li van taxan bi dawî bibe. Herwiha vê peymanê wek gava yekemîn a bidawîkirina aloziyan dihat hesibandin. Lê tevî ku çend meh ji ser peymanê re derbas bûye jî hê peyman wek ku tê xwestin neketiye meriyetê. 7 rêyên ku dihatin van taxan ji aliyê hikûmetê ve hatin girtin. Herwiha hikûmetê leşkerên xwe tevî erebeyên zirxî li dora taxan bi cih kir. Armanca wan di vir de derxistina gel a ji van taxan e.”

Rihan Elo di berdewamiya axaftina xwe de der barê berxwedana ku di nav gel de pêşketiye ev tişt anî ziman:“ Hikûmeta HTŞê dixwest li van taxan qirkirineke pêk bîne. Ji ber ku ev tax bi meclis û komûnan tên rêvebirin û hemû pêkhateyên civakê di vir de tên temsîlkirin. Berxwedana gel a li dijî van êrîşan hêviya wan di gewriya wan de hişt. Bi taybet li Taxa Şêxmeqsûd ji 7 heta 70 salî hemû civak li qadan cihê xwe girtin. Hikûmeta Şamê li cihê ku rêz ji vê berxwedanê re bigire êrîşê gel kir. Ji gel gelek kes birîndar bûn. Herwiha şehîdên me çêbûn. Dema mirov li rêbaza êrîşan wan dinêre didîne ku ev êrîş ne êrîşeke ji rêzê ye. Ev êrîş êrîşeke plankirî ye. Em wek gelê Helebê di nêzê salvegera komploya navdewletî ya li dijî Rêber Apo de rastî êrîşê hatin. Herwiha vê dîrokê nêzê dîroka salvegera êrîşên DAIŞê yên li ser Kobanê, Girêspî û Serêkaniyê ye jî.”

Rihan Elo bal kişand ser rola Tirkiyeyê ya di van êrîşan de û wiha pê de çû: “Tirkiye ji roja ku hikûmeta Esad hilweşiyaye heta niha perspektîfan dide HTŞê. Dema mirov li dîrok û rêbazên êrîşan dinêre jî dibîne ku ev êrîş nikarin bê piştgiriya Tirkiyeyê bên fikirîn. Ji ber ku Tirkiye jî û HTŞ jî rêveberiya ku me afirandiye qebûl nakin. Lê em dizanin ku kesên pergala me îro napejirînim jî dê sibê neçar bimînin ku vê pergalê qebûl bikin. Ji ber ku em ê heta mîsogerkirina mafên xwe têkoşîna xwe bidomînin. Em dizanin destkeftiyên me keda şehîdên me û berxwedana Rêber Apo ya ku bi salane dide ye. Lewma ji bo parastina wê çi ji destê me were em ê bikin.”

Rihan Elo wiha dawî li axaftina xwe anî: “Em dixwazin ne tenê li Helebê li hemû Sûriyeyê bi hemû pêkhateyan re di nav aramiyeke de bijîn. Divê hikûmet ji bo pêkanîna vê yekê di navendîbûnê de israr neke û xwe ji bin bandora Tirkiyeyê xilas bike. Heke li ser azadiya jinan û rêzgirtina pêkhateyan armanca wan a lihevkirinê hebe jî deriyên me vekirîne.”