HOKER/ZARF/HEVALKAR
Gelo hoker çi ne? Di nav hevokê de çawa tên bikaranîn? Hoker cureyek an jî poleke peyvan e. Em bi alîkariya hokeran tê derdixin ka karek; çawa, kîngê, li ku, ber bi kîjan aliyî ve û çiqas hatiye kirin. Ji ber ku rewş û çawaniya kar ango lêkerê destnîşan dike jê re dibêjin hevalkar jî. Hokerên kurmancî, di hevokan de dikarin hevalnavan, lêkeran û hokerên din rave bikin.
Hoker ji aliyê sazkirinê ve di bin sê beşan de tên dabeşkirin:
Hokerên Xwerû: Ev cure hoker xwerû ne û tu qertafan nagirin ser xwe.
Mînakên me ji bo hokerên xwerû ev in:
*Ew zû çûn.
*Wî hêdî dixwand.
*Tu giran dimeşî.
*Ez lez dikim.
Hokerên Pêkhatî: Hokerên pêkhatî ji paşgir û pêşgiran çêdibin. Paşgir û pêşgir dema tên ser peyveke serbixwe hokerên pêkhatî çêdibin.
Bi pêşgiran sazkirina hokeran: Ser meselê, peyva ”sal”. Dema em pêşgira ”î”yê tînin pêşiyê dibe ”îsal”: yanî sala ku em tê de ne destnîşan dike. Heman rêzik ji bo peyvên wekî ’roj’, ’şev’ jî derbasdar e. Îroj, îşev jî bi heman mantiqê çêdibin.
Bi paşgiran sazkirina hokeran jî wiha çêdibin: Bi rêya hin paşgirên kurmancî ji peyvên kurmancî hoker jî tên sazkirin. Em mînakên xwe bidin: “-ane” paşgirek e kurmancî ye. Dema em vê paşgirê li peyvên kurmancî zêde dikin wateyeke cudatir dide peyvê. Wateya peyvê pihêt dike, awayê we derdibire. Kurdane, dostane, mirovane, zarokane
1. Hokerên Hevedudanî: Hokerên hevedudanî jî ji du sê hêmanên watedar pêk tên. Di hokerên pêkhatî de tena serê xwe wateyeke paşgir pêşgiran tune ye. Lê belê di hokerên hevedudanî de her hêman bi tena serê xwe wateyeke wê heye. Ji ber ve yekê jî ji hev cuda tên nivîsîn.
*Hema hema, kêm zêde, roj bi roj, sala îsal, her gav, ber êvarê, piştî nîvro, meha bê, bi tenê, pir û hindik, her û her, tim û tim û hê zêdetir jî hene…
Hokerên kurmancî wekî hokerên çawaniyê, hokerên şanîdanê, hokerên cih û bergehê, hokerên demê, hokerên pirsiyariyê, hokerên çendaniyê. Niha jî em yek bi yek behsa cureyên hokeran bikin.
1. Hokerên Çawaniyê: Em bi rêya hokerên çawaniyê tê derdixin ka karek çawa hatiye kirin. Yanî ev cure hoker awayê pêkanîna karî nîşan didin. Hokerên çawaniyê çawaniya lêkerê didin nîşan. Bila bê bîra we, dema me behsa hevalnavên çawaniyê kiribû me gotibû ku ew çawaniya navdêran nîşan didin. Lê herçî hokerên çawaniyê ye ew çawaniya lêkeran nîşan didin.
Ka bi nimûneyekê vê yekê nîşan bidin:
*Ez çaya bêşekir vedixwim. (Di vir de “bêşekir” hevalnav e û çayê rave dike.)
*Ez çay bê şekir vedixwim. (di vir de jî “bê şekir” hoker e û vexwarinê rave dike.)
Wekî di van mînakên me de jî dixuyên. Dema peyvek hevalnav be bi hev ve tê nivîsîn lê dema heman peyv wekî hoker bê bikaranîn ew ji hev cuda tê nivîsîn.
Ka em çend mînakan bidin da ku hokerên çawaniyê çêtir bên fehmkirin:
*Birayê min malê rind paqij dike.
*Xuşka min baş kamyonê diajo.
Hebûn bi kurmanciyeke xweş dipeyîve.
*Em bi lez û bez çûne gund.
*Tu çima hêdî dimeşî ?
*Rasterast biçe dikanê.
Hinek hokerên çawaniyê jî ev in: hêsan, baş, qestûka, bê hemdî, bi dizî, dizîka ve, bi şaşî, bi zorê, yekcar, çepeçep, çepkî, deverû, giran, lez, pinhanî, paşpaşkî, pihêt, pêkve, qeşmerkî, rind, serserkî, teqez, tewr, erhede, kûr, jixwe…