Di Lêkeran De Rayek
Kêşana Lêkeran
Lêkerên Kurdî guherbar in; li gorî kes, dem, rawe û awaniyê tên kişandin. Di zimanzaniyê de ji vê taybetiya lêkeran re tewang jî tê gotin. Di kurdî de lêker li gorî kes, dem, rawe û awaniyê hinek qertafan digirin an jî di wan de hinek guhertin pêk tên. Dem û rawe li ser “rayekên lêkerê” ava dibin. Di kurdî de du rayek hene; “rayeka dema borî” û “rayeka dema niha”.
Rayeka dema borî
Rayeka dema borî ya lêkeran, dema ku ji lêkeran qertafên raderîn “-in” û “-n” têne avêtin, tê bidestxistin. Rayeka dema borî ya lêkeran, dema boriya têdeyî nîşan dide. Rayeka dema bori ya lêkerekê, kesê sêyemîn ê yekjimar nîşan dide. Wekî mînak, “kirin” awayê raderî yê lêkerê ye, di vê lêkerê de “-in” qertafa raderî ye. Dema ku ev qertaf bê avêtin rayeka lêkerê “kir” dimîne. Ev rayek jî her wekî diyar e, dema borî ya têdeyî pêk tîne. Ji ber vê yekê ji vê rayekê re rayeka dema borî tê gotin.
Rayeka dema borî ya lêkerên xwerû
Şêweyên raderî rayeka dema borî
Gotin Min got. (Ji lêkerê qertafa raderê “in”ketiye.)
Ajotin Te ajot. [ji lêkerê qertafa raderê “în” ketiye)
Xwarin Wî xwar.(Ji lêkerê qertafa raderê “in” ketiye)
Biraştin Wê biraşt.(Ji lêkerê qertafa raderê “in” ketiye)
Çû Ew çû. (Ji lêkerê qertafa raderê “n” ketiye.)
Bûn Ew bû. (Ji lêkerê qertafa raderê “n” ketiye)
Kirîn Min kirî.(Ji lêkerê qertafa raderê “n” ketiye)
Rayeka dema borî ya lêkerên pêkhatî
Ji lêkerên ku bi “-în” û “-an” ê diqedin de, bi tenê “-n” tê avêtin û li holê rayeka dema borî dimîne.
Lêker Rayeka dema borî
Kelijîn Av kelijî. (Ji lêkerê qertafa raderê “-n” ketiye.)
Xitimîn Lûleya avê xitimî.(Ji lêkerê qertafa raderê “-n” ketiye)
Tepisîn Xanî tepisî. ( Ji lêkerê qertafa raderê “-n” ketiye.)
Şewitîn Dar şewitî. (Ji lêkerê qertafa raderê “-n” ketiye.)
Kêşan Memoyî zêr kêşa.(Ji lêkerê qertafa raderê “-n” ketiye.
Westan Zîn westa. (Ji lêkerê qertafa raderê “-n” ketiye.)
Hêran Genim hêra. (Ji lêkarê qertafa raderê “-n” ketiye.)
- Di lêkerên ku bi “-andin” hatine pêkanîn de jî bi tenê “-in” tê avêtin.
Lêker Rayeka dema borî
Xapandin Roviyî qijik xapand.(Ji lêkerê qertafa “-in” ketiye)
Revandin Wê hêvî revand.(Ji lêkerê qertafa “-in” ketiye)
Gerandin Berbûriyan bûk gerand.(Ji lêkerê qertafa “-in” ketiye)
Şêlandin Nijdevanan Reşo şêland.(Ji lêkerê qertafa “-in” ketiye)
Kelandin Serfîrazê dan keland. (Ji lêkerê qertafa “-in” ketiye.)
Rayeka dema niha
Dema ku lêkerek li gorî dema niha bê kişandin û qertafên dem û kesan jê bên avêtin, tiştê ku li holê dimîne tenê rayeka dema niha ye. Lê bidestketina vê demê li gorî her lêkerê diguhere
Wekî mînak, şêweyê lêkera “çûn” ê di dema niha de ji bo kesê yekemîn dibe “diçim”. Dema ku qertafa dema niha “di” û qertafa cinavka kesîn “im” jê bê avêtin rayeka dema niha tenê tîpa “ç” yê dimîne.
Lêkerên xwerû
Rader Rayeka dema niha
Alastin di-alês-e(“alês” rayeka dema niha ye)
Avêtin di-avêj-e(“avêj” rayeka dema niha ye)
Axaftin di-axêv-e(“axêv” rayeka dema niha ye)
Bihîstin di-bihîz-e(“bihîz” rayeka dema niha ye)
Bijartin di-bijêr-e(“bijêr” rayeka dema niha ye)
Birin di-b-e(“b” rayeka dema niha ye)
Bûn di-b-e(“b” rayeka dema niha ye)
Çûn di-ç-e(“ç” rayeka dema niha ye)
Dîtin di-bîn-e(“bîn” rayeka dema niha ye)
Gotin di-bêj-e(“bêj” rayeka dema niha ye)
Parastin di-parêz-e(“parêz” rayeka dema niha ye)
Sotin di-soj-e(“soj” rayeka dema niha ye)
Lêkerên pêkhatî
Navdêr, rengdêr û rayeka lêkerên xwerû yên ku bi alîkariya paşgira “-în”ê çêbûne lêkerên negerguhêz û pêkhatî ne. Dema ku paşgira “-în”ê ji wan bê avêtin li holê rayeka dema niha dimîne.
Rader Rayeka dema niha
Kenîn di-ken-e (“ken” rayeka dema niha ye)
Zûrîn di-zûr-e (“zûr” rayeka dema niha ye)
Kurîn di-kur-e (“kur” rayeka dema niha ye)
Barîn di-bar-e (“bar” rayeka dema niha ye)
Çirîn di-çir-e (“çir” rayeka dema niha ye)
- Rewşa lêkerên pêkhatî yên gerguhêz ên ku bi alîkariya paşgira “andin”ê pêk hatine cuda ne. Rayeka dema niha ya van lêkeran, awayê negerguhêz ê van lêkeran e. Wek mînak lêkera “nivîsandin”ê dema ku ji bo dema niha bê bikaranîn, şêweyê “di-nivîsîn-e” Li vir “nivîsîn” bûye rayeka dema niha ya lêkera “nivîsandin”ê.
Rader Rayeka dema niha
Kelandin di-kelîn-e (“kelîn” rayeka dema niha ye)
Xapandin di-xapîn-e (“xapîn” rayeka dema niha ye)
Revandin di-revîn-e (“revîn” rayeka dema niha ye)
- Lêkerên ku bi “an”ê diqedin, bi giştî li ser forma dema niha ya lêkerên xwerû têne parastin.
Rader Rayeka dema niha
Kêşan di-kêş-e (“kêş” rayeka dema niha ye)
Pêçan di-pêç-e (“pêç” rayeka dema niha ye)
Kutan di-kut-e (“kut” rayeka dema niha ye)