Terora dewleta tirk a dagirker û qiker li başûrê Kurdistanê her ku diçe berfirehtir dibe. Bi hevkarî û alîkarkiya malbata Barzanî artêşa tirk a dagirker hebûna xwe ya li herêmê berfireh dike, cihên nû dagir dike. Di çarçoveya van êrîşên dagirkeriyê de bi hevkarî û erêkirina PDK’ê gelek gundên herêmê bi darê zorê tên valakirin. Ev ne bes e li her deverê êrîşî xelkê herêmê dike wan şehîd dike. Tifaqa faşîst û qirker a AKP-MHP’ê ji bo van êrîşên terorîstî rewa bike jî li herêmê ji xwe re mîna malbata Barzanî li hevalbendan digere. Bi taybet gelek hewl da ku hikûmeta Iraqê bikşîne nava vê tifaqa dij-kurd.
Desthilata PDK’ê ku piraniya wê ji malbata Barzanî pêk tê, li başûrê Kurdistanê ji ber gendelî, dizî û talana ku dike rastî gelek nerazîbûnan tê. Xelkê herêmê êdî di her firsetê de dibêje; “Em ji vê deshilata ji bingehê ve riziyaye bêzar bûne” û doza mafê xwe dike. Bêguman ev xwedîderketina li nirxên xwe mafekî herî bingehîn e. Lê deshilata PDK’ê ku li şûna guh bibin van gilî, gazin û rexneyan û xwe li gorî wê rast bike, tam berovajî wê ew rêbazê tundiyê bi kar tîne û hewl dide bi darê zorê xelkê herêmê bêdeng bike. Bi taybet çend salên dawîn desthilata PDK’ê û xanedaniya malbata Barzanî ev rêbaz ji xwe re kiriye adet.
Em bînin bîra xwe Parlamena Herêma Kurdistanê ji salên 90’î ve bi awayekî fermî ji aliyê qada navneteweyî ve hate naskirin. Desthilata PDK’ê û malbata Barzanî ev destkeftiyê ku bi xwîna sed-hezaran keç û xortên gelê kurd hatiye avakirin xist bin xizmeta xanedaniya xwe û hewl da ku desthilata xwe ya malbatî xurt bike. PDK’ya ku ev bi dehan sal e li ser postê desthilatê rûniştiye û kesî nêzî vê erkê nake hemû dewlemendiyên sererd û binerd ên herêmê ji bo xurtkirina desthilata xwe pêşkeşî derdorên cûda dike. Tifaqên bazirganî, aborî, leşkerî û îstixbarî yên PDK’ê bi awayekî derqanûnî bi dewletên cûda re çêkir. Ev tifaq û peymanên ku ne li gorî zagonên herêmê hatine îmzekirin bi demê re rê li ber talan û dagirkeriya hêzên cûda vekir. Yek ji van hêzan jî dewleta tirk a dagirker û qirker bû. Dewleta tirk bi taybet piştî desthilata AKP’ê ango ji salê 2002’yan û şûn ve hebûna xwe ya li herêmê berfirehtir kir. Desthilata Erdogan ê faşîst pir zirav siyaseta xwe ya li Başûr gav bi gav xist pratîkê. Di encama vê siyasetê de peyman û tifaqên ku bi deshilata malbata Barzanî re hatine kirin pêşî li dagirkeriya dewleta tirk a li ser herêmê vekir.
Dagirkeriya ku bi erêkirin û hevkariya PDK’ê pêk tê li herêmê rê li ber gelek krîzên mezin vedike. Krîz ango metirsiya herî mezin jî gefa dagirkeriyê ya li ser axa başûrê Kurdistanê û Iraqê ye. Desthilata malbata Barzanî ev dagirkerî bi peymanên ku îmze kiriye qebûl kiriye û ji bo ev peyman di pratîkê de jî bi cih bên, çi ji dest tê dike. Tevî ku rojane dewleta tirk a dagiker li herêmê xelkê sivîl dike hedef, gundan bombe dike, welatiya ji warên wan dûr dixe û çetayan li herêmê bi cih dike jî li hemberî van kiryarên dermirovî bêdeng dimîne. Lê ji ber xelkê herêmê ji vê siyaseta PDK’ê ya bi dijminê gelê kurd re pir aciz e. Li seranserî başûrê Kurdistanê ji her beşî xelk bang li PDK’ê û malbata Barzanî dike ku ji vê rêya şaş ku bi tu awayî xizmetê ji neteweya Kurd re nake vegere. Ev bang û helwesta gel ji gelek aliyan ve deshilata hevkar a PDK’ê xist nava zahmetiyan. Ji ber vê yekê rêveberiya PDK’ê dît ku wê di hilbijartinan de nikaribe encame baş bi dest bixe. Ger di hilbijartinên Parlamana Herêma Kurdistanê de PDK winda bike, wê rê li ber darizandina wê û malbata Barzanî jî vebe. Ji ber vê yekê tevî ku ev du sal in di ser demê hilbijartinê re derbasbûye jî hilbijartin ji ber helwesta PDK’ê pêk nayên.
Niha tê gotin ku hilbijartin wê di meha cotmehê de pêk bên. Lê em ji bîr nekin ku beriya niha jî gelek caran dîroka hilbijartinê hatibû diyarkirin. Lê bi hinceta ku aliyên siyasî li hev nekirine hilbijartin hatibûn paşxistin. Divê mijarê de diyare ku heya rewşa herêmê li gorî siyaseta hin aliyê siyasî guncev nebe wê rê nedin ku hilbijartin pêk bên. Di vir de divê em rola welatên cînar jî ji rêzê nebînin. Bi taybet dewleta tirk a ku PDK’ê kiriye xulamê xwe û li herêmê bi destê PDK’ê her cûre qirêjiyê dike wê nexwaze hevkarekî wisa gotinan wê nake dudu winda bike. Lewma ji bo ev hilbijartin li gorî daxwazê wê pêk bê jî çi ji dest tê dike.
Dewleta tirk a dagirker û qirker jî dizane ku êdî nikare hebûna xwe ya li herêmê tenê bi PDK’ê rewa bike. Ji bo wê hevalbendên cûda lazim in. Ev demeke ji bo hikûmeta Sûdanî jî bikşîne nava vê tifaka dij-kurd di nava hewldanan de ye. Wezîrê Karê Derve yê Iraqê Fûat Hisên ku ew bi xwe jî endam û rêveberê PDK’ê ye di vê mijarê de xwedî rolek girîng e. Di encama hevdîtin û nîqaşên dûr û dirêj de Fûat Hisên û şandeya pê re 15’ê tebaxê li Enqereyê bi rayedarên dewleta tirk re rêze peyman îmzekirin. Ya balkêş ew e ku êdî dewleta Iraqê jî lembeya kesk ji bo dagirkeriya dewleta tirk ya li herêmê pêdixe.
Bêguman ev peyman û îmzeyên tên avêtin hemû rewakirina êrişên dewleta tirk ên li ser xelkê herêmê ne. Divê em bizanibin ku MÎT’a tirk bi hevkariya PDK’ê, Tirkmen û hin komên çete yên li herêmê ji zû ve artêşek ji sîxuran ava kiriye. Dewleta Iraqê beriya ku ev peyman bên îmzekirin jî li hemberî van sîxurên dewleta tirk tu tişt nedikir niha jî wê tiştekî neke. Jixwe peymana ku hatiye îmzekirin vê yekê sînordar dike.
Em bala xwe bidinê tenê di nav çend rojan de di encama êrîşên terorê yên artêşa tirk a dagirker de 10 welatî bi awayekî hovane hatin qetilkirin. Ev şehadet heman piştî mohrkirina metna lihevkirinê ya navbera Tirkiye û Iraqê ya 15’ê tebaxê pêk hatin. Diyar e ku ev metna lihevkirinê ji bilî teror û komkujiyê tiştekî din ji gelê kurd û gelên Iraqê re neaniye, wê neyne jî. Mebesta Tirkiyeyê ji pêşketin, aramî û pêşveçûna aboriyê ya Iraqê teror û komkujî ye. Aşkere bû ku peymana navbera Iraq û Tirkiyeyê hate mohrkirin, wê pêşketinê bi xwe re nîne, wê komkujî û terorê bîne.
Encameke din a lihevkirina navbera AKP-MHP-PDK û hikûmeta Iraqê, li herêma Behdînanê tê dîtin. Li vê derê çeteyên cîhadîst ên radîkal di bin sîwana artêşa dewleta tirk a dagirker de li Behdînanê tên bicihkirin. Di demên dawî de rojnamevan Huner Ahmed dîmenên van çeteyan weşand. Di wan dîmenan de jî bi hesanî tê dîtin ku liv û tevgera komên çete çiqas hesanî tê kirin. Ev jî diyar dike ku herêmê çiqas bi metirsiyek mezin re rû bi rû ye.
Rastiya ku li herêmê tê jiyîn bi hemû girîngiya xwe li holê ye. Tişta li ser gelê kurd tê ferzkirin bêîradebûn û teslîmiyet e. Aliyên ku vê qebûl dikin mîna PDK’ê xwe davêjin hembêza dijmin û neyarê gelê kurd. Lê gelê kurd ê leheng û dilsozê azadiyê wê tu carî vê riya ku bi tu awayî dernakeve ronahiyê ji xwe re neke armanc. Armanc yek e û diyar e. Armanc azadî ye.