Jinan tohvên xwe yên kevneşopî li her keliya jiyanê rijandine. Ji ber vê yekê pêdiviya jinan bixwerêxistin û bixweparastinê heye.
Tundiya ser jinan ne tenê bûyerekî tekakesiye ku hatiye. Li ser hebûna jinan bi sedsalan bi pergalî xwe saz kirin. Ev pergala, bi aqilê mêran ava bûye, bi destê mêran jî berdewam dike. Rolên ku ji jinan re hatiye destnîşan kirin, jiyana jinan sînoran de hiştiye, dengê wan qutkirine û hemû berhemê wan bi hişmendiya aqilê mêrane hatine qedexekirin. Ji ber vê yekê, her jinên ku tê kuştin, ne tenê “trajedyaya kesane” ye, Nîşaneya sîstema li dijî jinan ne.
Sîstema ku ji aliyê mêran ve hatiye avakirin vîn û hebûna jinan di bin kontrolê xwe de dibîne. Têgehên wek evîn, zewac, malbat û rûmet wekî perdeyek ji bo vê kontrolê têne bikaranîn. Îradeya jinan bi razîbûna mêr ve girêdayî ye; dema jin azadiya xwe dixwaze, ev pergal wê ceza dike. Ji ber vê yekê kuştinên jinan ne teqîneke hêrsa mêran e. Ev nîşaneya dijminatiya wan a pergalî ya li hember jinan e. Her polîtîkaya ku jinan li malê digire, şîddetê jî rewa dike. Ev şêweyên tundiya li ser jinan êdî ji pirsgirêkek civakî derketiye û veguheriye polîtîkayeke şerê taybet. Sazî û mekanîzmayên edaletê yên dewletê gelek caran ji bo veşartina van kuştinan vedişêrê. Ne tesaduf e ku ji destpêka dozê ve lêpirsînek bi bandor nehatiye kirin, delîl hatine veşartin, û pêvajoyên otopsiyê ji malbatan veşartîtê kirin; ev aliyên nedîtî yên tûndiya pergalî a li dijî jinan in. Her çiqas îro pergal hewl dide ku hêdî hêdî kuştinên jinan veguherînin dozên “Faîlêmeçhul”, têkoşîna li dijî vê êrîşên birdozî divê bi heman rengî jin rêxistinkirî, hişmendî û bi biryar be. Mixabin pergal bi aqil û qanunên meran de tê meşandin. Ji qada perwerdehî, tendurisrtî, edaletê, huqukê, ji siyasetê heta olan bi hişmendiya hemberî jinan tohvên xwe yên kevneşopî li her kelîyê jiyanê rijandiye. Ji ber vê yekê hewcedariya jinan bi ewlehî û bixweparastinê heye. Ev jî bi xwerêxistinkirinê pêkan dibe. Ji bo vê jî hewce dike ku di jin her beşe jiyanê de, xwe rêxistin bike û hemberî van erîşan xwe bipareze. Rêya parastina jiyanê, têkoşîna hevpar a jinan e.
