Vaye meclisa li Tirkiyê jî ji bo serdema nû deriyê xwe vekir. Yanê bi vî awayî ji ser pêvajoya ku em kurd weke Aştî û Civaka Demokratîk bi nav dikin re, salek derbas bû. Di nava salekê de gelek bûyer, rûdan çêbûn ku di dîroka milletan de ji bo kemilîna her gavek ji wan jê re sal divên. Ji ber ku em hemû di nava pêvajoyê de ne û bi awayekî tê de cih digirin ez dibêm hewce nîn e em li vir kronolojiyeke bûyer û gavan rêz bikin. Lê heqîqetek heye ku êdî di rojeva kurdan de înşakirina jiyaneke nû heye.
Welatê me ji despêka rêwîtiya mirovahiyê malovanî ji gelek pêşketinan re kiriye. Genim li vir hatiye kedîkirin. Gundên yekem heta bi bajarên yekem li vir hatiye avakirin. Bîr û bawerî çavkaniya xwe ev ax û ev war e. Heta bi gotina Aştiyê bi navê Aştiyagoyê kurê Keyakserê kurê Ferûarê kurê Diyako, diyariyê cîhanê kiriye. Dema ku em dibêjin aştî em behsa serdemekê dikin ku hingê li Rojhilata Navîn heta bi deriyê Helen û Makedonan ji wir heta deriyê Hindê Medan bi serweriya xwe ya çandî pêşengî kir.
Min çima behsa dîrokê kir? Ji ber ku îro jî ev rol, ev pêşengî weke erkekê li pêşiya me ye. Pêşengiya wê bi paradîgma û manîfestoya xwe ya serdemê Rêber Apo dike. Di demekê de ku şer bi hemû dijwariya xwe, bi xwîn, bi êş û azar dewam dikin; Rêber Apo, kurd pêşniyaza jiyaneke hevpar a bêyî şerê serdestan dikin. Behsa azadiya civakan dikin. Behsa li hev parvekirina nan dikin. Behsa avabûn û çêkirinê dikin. Hem jî di demeke wisa de dikin ku serdest dixwazin xera bikin û tine bikin.
Îcar madem mesele ev e divê em her yek ji me ji sûreta meselê dernekevin. Armanca me ev e. Di vê rêwîtî û xebatê de helbest wê kelem hebin, zorî û zehmetî hebin. Lê dema mirov xwe bi armancê ve kilît kir hemû astengî dibin sedema hîn bêhtir xwe qewîkirinê. Di vê serdemê de weke ku Ehmedê Xaniyê nemir jî gotî; “Herkesek mîmarê dîwarê xwe ye.” Dewletê kir nekir, er ê muhîm e lê ne esas e. Ya esas civak e. Civak wê bike. Em ê bikin. Mesele ev e. Em ê bi zimanê xwe biaxivin û bijîn. Em ê bi çand û hunera xwe hebin. Em ê bi aboriya xwe û jiyana xwe ya kurdewar bixwebin û hebin. Mesele ev e.
Helbet em ê deriyê dewleta ku zêdetirî 200 sal e li kurdan girtî jî bidin zorê. Gotin li cî be em ê vê dewleta dirinde jî bi xwe re kedî bikin. Ji bo vê ji her demê zêdetir pêdiviya me bi me heye. Pêdiviya me bi xwegihandin, perwerdekirin, bi rêxistinkirinê heye. Demên şoreşê ne. Di van deman de tevî hemû zor û zehmetiyan heke em bikaribin bi coş û peroş xebatan bimeşînin, em bikaribin destê xwe zêdetir bidin hev hingê em ê zûtir xwe bigihînin menzîlê.
Li pêşiya avakirina vê jiyana nû ku ji bo wê deh hezaran xwîna xwe rijand kelemek astengek biçûk heye. Li ber hukim û kudreta gel bi rastî jî kelemeke biçûk e; pergala Îmraliyê. Sed eyb û şerm e ku em kurd ku xwe bi gelheya 60 milyonî tarîf dikin; Rêberê xwe di pergala Îmraliyê de bihêlin. Ev nabe. Rêber Apo yê ku asasê vê avahiya ku em jê re dibêjin jiyana azad a di nav aştiyê de daniye. Ew hîmdanerê vê jiyanê ye ku em dixwazin. Madem wisa ye hingê divê em bidin ber aqilan û rêyekî bibînin ku wê pergala serdestên cîhanê ji bo bindestiya me, ji bo qirbûna me danîne, ji hole rakin.
Ez wisa yeqîn dikim û dîrokê jî gelekî caran di kêliyên şoreşê de ev nîşan daye dema av radibe sikûr belav dibe. Ti bend û bendav nikare xwe li ber lehiyê bigre. Heta Îmraliya ku serdestan di lûxata xwe de ji bo qirkirina kurdan kirin weke ‘çala mirinê’, em nekin Girava Azadiyê wê armanc jî hasil nebe. Em dikarin, em xwedan wê hêz û şiyan û qudretê ne.