Tevgera Jinên Azad (TJA) 13 û 14’ê çileya 2024’an de, li Amedê konferansa navneteweyî ya bi serenavê ‘Zincîra Bêdengiyê: Hilweşandina Dîwarên li Derdora Girtiyên Siyasî yên Jin’ bi beşdariya jinên ji başûrê Kurdistanê, Îran, Tirkiye, Kanada, Filîstîn, Katalonya, Îrlandaya Bakur, Bask, Amerîkaya Latîn û Filîpînan li dar xist. Di konferansê de tecrubeyên girtiyên siyasî yên jin hatin parvekirin. Her wiha kargeh hatin lidarxistin û ji bo pirsgirêkên girtiyan çareserî hatin pêşkêşkirin.
Yek ji beşdarên konferansê aktîvîsta filipînî û Sekretera Giştî ya Parêzerên Yekitiya Gel a Neteweyî Marîa Krîstîna Contî têkildarî têkoşîna jinên kurd ji rojnameya me re nirxandinên girîng kir.
Aktîvîsta filipînî Marîa Krîstîna Contî di destpêka axaftina xwe de diyar kir ku gelê kurd bi taybetî jî jinên kurd ji bo azadiyê têdikoşin û ev tişt anî ziman: “Têkoşîna me ya li Fîlîpînan jî li dijî kapîtalîzma burokratîk e. Ev tê wê wateyê ku desthilatdarên li wir jî di kar û barên dimeşînin de rê li ber gendelî û nelirêtiyê vedikin. Dû re jî zarokên xwe an jî xizmên xwe li şûna xwe rûdinînin. Têkoşîna serxwebûn û berxwedana jinên kurd û gelê kurd ji bo me çavkaniya îlhamê ye. Di vê wateyê de em vê rengê têkoşînê bi nirx û girîng dibînin. Ji bo ku em hevberdanê bikin, pêşî hewce ye ku em li hemanheviyan binêrin. Divê em li sedema van esaretê binêrin. Em dibînin ku li vir jî têkoşînek heye. Ev girtî ne ji ber sûcekî kirine di girtîgehê de ne. Ji ber raman û nerazîbûnên xwe di girtîgehê de ne. Yanî ji ber xebatên siyasî di girtîgehan de tên ragirtin. Ji ber birêxistinkirinê tên cezakirin.”
‘Em xwedî şêwaz in’
Krîstîna Contî anî ziman ku ew dizanin ku li gorî Fîlîpînan gelê kurd di girtîgehan de zêdetirin û wiha domand: “Kurd girtiyên siyasî ne. Li Filîpînê derdora 780-800 girtî hene, lê yên kurdan hejmara wan gelek zêdetir e. Şert û mercên girtigehên li vir pir dijwartir in. Lê em karin bêjin ku çavkaniya pirsgirêkan dişibin hev. Em xwedî şêwazê desthilatdariya zordar in. Em ji hêla du serokatiyên herî hov ên cîhanê ve tê rêvebirin. Serokê niha Marcos, kurê dîktatorekî ku di salên 1980’an de li Fîlîpînê desthilatdar bû. Ji ber ku kurê bavê xwe yê ew jî xwedî kapasîteyeke wiha ye. Têkiliya wî bi Erdogan re heye. Fîlîpînan bi rastî jî welatek mîna Kolombiyayê ye û Marcos jî pêliyistokê ABD ye. Bi xwezayî dixwaze ku herêmeke azad ku ew xeyal dikin biafirîne.”
Wê heqê xwe bi dest bixin
Di berdewamiya axaftina xwe de Contî, anî ziman ku ew wek endama komîteya navneteweyî jinên kurd têkoşer dibîne û ev tişt got: “Ew bêdeng rûnanên, her tim têdikoşin. Hemû cîhan vê têkoşînê dibîne. Helbet dibe ku komîteya navneteweyî ya mayî tevgera kurd wek radîkal bibîne, lê bi dîtina min ev pêwîstiyek e. Jinên kurd ji bo bigihêjin serkeftinê hemû rêyan de têdikoşin. Wê tişta ku heq dikin bi dest bixin. Di serî de ji bo jinên kurd û gelê kurd azadiyê dixwazim. Wekî din, girtiyên siyasî yên li Fîlîpînê daxwaz dikin ku bi girtiyên siyasî yên li welatên din re hevgirtinê bikin. Vê yekê bi rêya parêzeran yanî bi reya me dixwazin radigihînin. Bi rêya me peyama xwe ya hevgirtinê ji hemû girtiyên siyasî yên din re radigihînin. Peyama wan jî ew e ku girtiyên siyasî di zûtirîn dem de azad bibin û girtina wan bi dawî bibe. Dixwazin li hemû cîhanê girtina siyasî bi dawî bibe. Ev yek jî wê bi şoreşekê pêk were. Rêya ji holêrakirina zilmê şoreş e. Ji bilî vê, bi lezgînî pêwîstiya me bi maseyeke dîrokî heye. Di vir de pêwîste pergaleke ku mafên me bên parastin, nasnameyên siyasî bên parastin û di qadeke din de xebatên xwe bidomînin, bê avakirin.”
‘Pêwîstî bi qanûnan heye’
Contî da zanîn ku girtiyên Fîlîpînanê daxwaza hevgirtinê li hemû girtiyên li cîhanê dikin û axftina xwe wiha bi dawî kir: “Girtiyên siyasî yên li Fîlîpînanê li girtîgehan xebatên xwe yên siyasî didomînin. Ez wek hiqûqnasekî dikarim bibêjim ku berî her tiştî pêwîstiya me bi mekanîzmayên qanûnî heye. Lê ez dibînim ku ev qanûn di gelek şert û mercan de têk diçin. Ji ber vê yekê, qanûnîbûna zêde tê vê wateyê; dibe ku ne qanûnî be, lê ne neqanûnî be jî. Mînak jineke girti ya siyasî hebe, em dikarin biçin cem şaredariyekî û jê bixwazin ku serdana wê girtiyê bike. Mesela ev ne qanûnî ye, lê ne dijqanûnî ye jî. Ew tê wateya qanûnîbûna zêde. Yanî di çarçoveya hiqûqê de dikare têkoşîn bê domandin. Ya din jî qanûnîbûna mantiqî ye. Ev tê wê wateyê ku ji bo guhertina zagonan jîngehek guncaw were afirandin. Mînak girtiyek siyasî heye ku ducanî ye û di şert û mercên nebaş de dijî. Mafê wê yê tenduristiyê hat binpêkirin û pitika wê mirî ji dayîk bû. Bû rojeva gel. Di vê rewşê de, em dikarin ji dadger bixwazin ku wê zûtir azad bike. Helbet wê ev berdan bi qanûnî pêk bê.”