8 ÇILE 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Rêya azadiyê diyar e

Felemez Ulug
Felemez Ulug
Xweşkanî

Em bi vê peyama ji Rêber Apo hatî ketin sala nû. Wisa diyar e ku ev peyama ku ji heft xalan pêk tê dê bibe nexşerêya têkoşîna gelan a sala 2025an.

Di sala 2024an de li seranserî cîhan û herêmê gelek bûyerên girîng qewimîn. Hin ji van bûyeran muhra xwe li salê dan û çi bi nîqaş çi jî bi girîngiya xwe derbasî sala 2025an bûn. Wisa diyar e ku wê ev bûyer bi girîngiya xwe ve mijarên me yên sereke bin û di rojeva raya giştî de cihê xwe bigirin.

Yek ji van rojavan bêgûman pergala qirkirin û êşkenceyê ya li Îmraliyê ye. Beriya her tiştî divê bê zanîn ku em nikarin pergala tecrîda li Îmraliyê ji rûdanên li herêmê diqewimin cûdatir bigirin dest. Li çar aliyên Kurdistanê êrişên li ser gelê kurd û şerê ku li herêmê bi pêş dikeve bi vê pergala qirêj ve girêdayî ye. Bi armanca dawî li vê pergala qirkirinê bê anîn, di nava salê de pêngava ku bi dirûşmeya ‘Ji Abdulah Ocalan re Azadî, Ji Pirsgirêka Kurd re Çareserî’ hatibû destpêkirin yek ji rojeva herî girîng a gelê kurd û dostên wan bû. Kesên ku bi dildarî beşdarî vê pêngavê bûn û jê re pêşengiyê dikin dizanin ku aramiya herêmê bi azadiya fîzîkî ya Rêber Apo re pêkan e. Lewma ne tenê li Kurdistanê, li seranserî cîhanê daxwaza ji bo azadiya Rêber Apo derket asta herî jor.

Vê pêngavê listik û planên hêzên hegemon ên li ser doza kurd tên bi pêşxistin jî deşîfre kir. Çawa? Bêdengiya saziyên navneteweyî li dijî binpêkirinên mafên mirovan ên li girava Îmraliyê û nebicîhanîna biryarên dadgehên navneteweyî ne bûyerên ji rêzê ne. Ev bêdengî bi awayekî tê wateya piştgiriya siyaseta qirkirinê ya Dewleta Tirk û deshilata AKP-MHPê. Bêgûman ev piştgirî ji hezkirinê wêdetir xwe dispêre hinek berjewendiyan. Dewleta Tirk ji bo ku li dijî Tevgera Azadiya Kurdistanê destê xwe xurt bike, di salên dawî de gelek tawîz dan hêzên navneteweyî. Ji ber vê siyaseta ku bi gelên Tirkiyeyê dide windakirin deshilata AKP-MHPê xetimiye û nikare bibe hêza çareseriyê.

Dewleta Tirk eger dixwaze di nava plan û projeyên li ser Rohilata Navîn tên bi pêşxistin de cih bigire, divê guh bide paradîgmaya Rêber Apo ya neteweya demokratîk. Di vê çarçoveyê de rêya diyaloga bi Rêber Apo re jî diyar e. Jixwe pêngava ku ji bo azadiya Rêber Apo hatiye destpêkirin rastiya vê perspektîfê bi hemû girîngiya wê datîne holê. Ji ber vê yekê ev pêngava ku belavî çar aliyên cîhanê bûye û ji her beşê civakê kesayetên navdar pêşengiyê jê re dikin divê ji aliyê muxataban jî bê dîtin.

Şirîkê biçûk ê deshilata AKP-MHPê Devlet Bahçelî di payiza sala 2024an de behsa girîngiya rista Rêber Apo ya di çareseriya doza kurd kir. Gelo çi bû ku Dewleta Tirk a ku di pergala qirkirin û êşkenceyê de wisa israr dikir ji nişka ve zimanê xwe guhert. Bêgûman ev nêzîkatiyeke stratejîk e yan taktîk e dê bi demê re diyar bibe. Lê di rewşa heyî de tişta ku diyar e, Dewleta Tirk beyî ku pirsgirêka kurd di nava xwe de çareser bike ne mumkun e ku beşdarî nava planên jinûvesazkirina Rojhilata Navîn bibe.

Di vê çarçoveyê de pêşî biraziyê Rêber Apo Omer Ocalan di 23ê Cotmehê de çû Îmraliyê û bi Rêber Apo re hevdîtina malbatî pêk anî. Bêgûman bi vê hevdîtinê re piştî demeke dirêj agahîgirtina ji Rêber Apo di eniya azadîxwaz û yekîtiya gelan de moraleke mezin pêk anî. Ev moral ji bo têkoşîna dema pêş jî bû hêzeke xurt. Lê diviyabû ku ev hevdîtin di zemîneke siyasî û hiqûqî de pêk bihata. Ji ber vê yekê hevdîtina parlamenterên DEM Partî Pervîn Buldan û Siri Sureyya Onder a di 28ê Kanûdê de ya ku bi Rêber Apo re pêk anîn xwedî girîngiyeke mezin e.

Em dikarin bibêjin ku ev hevdîtin di encama sekn û têkoşîna Rêber Apo ya li girava Îmraliyê, berxwedana Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê, gelê Kurd û dostên wan de pêk hat. Piştî hevdîtinê di daxuyaniya ji aliyê şandeya DEM Partiyê ve hate parvekirin de bi awayekî pir aşkera tê dîtin ku Rêber Apo li dijî tunehesibandin û jiholêrakirinê careke din bi berpirsyariyeke dîrokî rabûye û bûye hêza çareseriyê. Di peyamê de angaşt û biryardariya Rêber Apo ya di çarseriya pirsgirêka kurd û  demokratîkbûna Tirkiyeyê û çareseriya pirsgirêkên li Rojhilata Navîn de tê dîtin. Li gel vê ji bo ku li herême aştiya gelan bi pêş bikeve balê dikişîne ser rista hemû pêkhate û aliyên cuda yên civakî jî. Ev baweriya bi rêya çareseriyê ye. Di çarçoveya vê peyama ku rê nîşanî hemû aliyan dide de şandeya DEM Partiyê ji serê salê û vir ve dest bi hevdîtinên li gel partiyên siyasî kir.

Em bi vê peyama ji Rêber Apo hatî ketin sala nû. Wisa diyar e ku ev peyama ku ji heft xalan pêk tê dê bibe nexşerêya têkoşîna gelan a sala 2025an. Ji bo serketina vê jî, divê angaşt û biryardariya ku bi pêngava ‘Ji Abdulah Ocalan Re Azadî, Ji Pirsgirêka Kurd Re Çareserî’ hê bêhtir bê mezinkirin. Azadiya fîzîkî ya Rêber Apo dê rê li ber hemû planên ku li Rojhilata Navîn îradeya gelan tune dihesibîne bibire. Lewma di vê pêvajoya ku li ser herêmê plan û hesabên nû tên bi pêşxistin de ji bo serketina gelan divê têkoşîna azadiya fîzîkî ya Rêber Apo jî bê mezin kirin.