Rexneya wêjeyî berî her tiştî parvekirina xwendinan e. Mirov piştî xwendina berhemeke wêjeyî helwêst û ramanên xwe li ser wê berhemê rave dike û mirov nirxandina fenomenên nava wê berhemê dike. Hingê, rexne alîkariya têgihîştina ji berhemeke wêjeyî an jî hunerî dike û bi vî awayî alîkariya pêşxistin û veguheztina zanistî dike. Hingê, rexneya wêjeyî çalakiyeke weha ye ku xizmeta perwerdehiya wêjeyî û hunerî jî dike.
Ev parvekirina zanînê, li ser helwêst û têgihîştineke wêjeyî ye ku li ser bingehê hin prensîb û pîvanan ava bûye. Di nirxandinên wêjeyî de, xetereyek li hember rexnegiran heye ku mirov bibêje qey bi tenê li kêmaniyên berheman digerin. Weke ku Milan Kundera digot “Hemû nirxandinên wêjeyî subjectîf in” yanî takekesî ne, lê belê “subjektîvîteyeke weha ye ku naxwaze xwe di qada takekesî de bi sînor bike û hewl dide ku bibe gerdûnî û objektîf”.
Xwendina rexneyî, berî hertiştî celebekî peywendiyê ye ku mirov bi berhema wêjeyî an hunerî re datîne. Rexnegir xwendineke ji rêzê nake. Ew mîna her kesî naxwîne. Lewre perwerdehiyeke wî ya wêjeyî û hunerî û zimanî heye. Ji bo ku bikare helwêsteke estetîka wêjeyî deyne, ji gellek avan vexwariye û kûrahiyeke wî ya zimanî, wêjeyî, hunerî, civakî, psîkolojîk, dîrokî û siyasî jî heye. Bêyî van alavan, mirov nikare berheman binirxîne.
Wêje çalakiyeke afirandinê ye û hingê rexne jî dibe çalakiyeke antropolojîk.
Sembol û agahî û çîrok û mekan û kes û babetên nava berhemekê, di ber re ziman û şêwaza berhemê, tercîhên wê yên vegotinê, hemû dibin mijara nirxandinê û weke sembolên nava berhemê tên pejirandin. Nirxandina van sembolan, alîkariya têgihîştin û veçirandina wan, hingê erkeke weha dide ser milê rexneyê ku di navbera berhem û xwendevên de dibe pireyek.
Heger em ji Homeros werin heta wêjeya îroj û bala xwe bidin pêşketina hunerê vegotinê û nivîsê, mirov dê bibîne ku nirxandina berheman jî her pê re hebûye. Jixwe, li Yûnanistana kevn, dîroka rexneyê bi nirxandina li ser berhemên Homeros ve dest pê kiriye. Lê belê, ji Arîstot heta bi Saint-Beuve û dema me ve, rexneyê jî erka xwe baştir diyar kiriye. Ji alîkariya têgihîştina berheman ve, rexne îroj gihîştiye asteke din û bi erka deşîfrekirina kod û sembolên nava berheman ve jî radibe. Roland Barthes digot ku “analîza berheman gellekî dijwar e, lewre berhem tevnek e û herweha tevgerek e jî, tevneke weha ye ku di nava tevgerê de ye”. (Œuvres complètes, Seuil, 2002, r. 979).
Paul Valery bal dikişand ser ku “herçî berhem e, gava ku wateyeke wê ya ji niyeta xwediyê cudatir pê re derdikeve, ew berhem dikare domdar be” (Cahiers, t. 2, Gallimard-Pléiade, 1974, r. 1204). Peydabûna wê wateyê, li cem xwendevên e. Hingê, xwendevanê ku armanca wêjeyê ye, di vira de dibe ew dever ku berhem lê ava dibe û wateya xwe ya rasteqîn temam dike. Mirov jê fahm dike ku berhema wêjeyî dikare gellek wateyên cuda bide û her xwendineke cuda jî dikare nirxandinên cuda bide peydakirin. Hingê berhema wêjeyî mişt wate ye û dibe alaveke epîstemolojîk û hermenotîk.
Ji xwendinên wêjeyê yên normatîf heta bi yên nirxandêr ve, ji wêjeyên neteweyî ber bi wêjeyeke weha ku sînoran êdî nas nake, ji wêjeya takekesî ber bi wêjeya gerdûnî ve, ji qewla Goethe “Weltlitterature”, yanî wêjeya cîhanî, metodên têgihîştina ji wêjeyê jî, herçend bi Arîstot ve dest pê kiribin jî, bi taybetî di sedsala 20’an de bi pêş ve ketine.
Borges dida xuyanî ku her berhem di nava yên din de, li ser yên din û di pey yên din re ava dibe (Œuvres Complètes, Gallimard, la Pléiade, 1993, t. 2, r. 751).
Li gorî Platon, karê nirxandinê an jî rexneyê, aqlekî pêwîst dike û ew aqil jî li cem rêvebir û doktor û fîlozofan heye. Ew helbestvanan di nava aqilmendan de nahesibîne (République, beş 3 û beş 10). Lê belê Arîstot helbestvanan û bi giştî wêjevanan jî dinirxîne û karê wan weke karekî aqilî û hişî dinirxîne. Ew di Poetîkaya xwe de trajediyên yûnanî yên kevn dinirxîne û bingehê têgihîştina wêjeyî ya nûjen datîne. Ji ber wê ye ku dîroka wêjeya rexneyî, an jî dîroka rexneyê bi Arîstot ve dest pê dike. Li gorî Arîstot, berhema wêjeyî mimesis e, yanî vejandina jiyanê ye, teqlîda wê ye. Herçend xeyalî be jî, erka wê ew e ku bişibe rastiyê.
Arîstot yekem kes e ku behsa celebên wêjeyî dike û hewl dide ku fenomenên wêjeyî yên berî xwe û dewra xwe nas bike. Ji wî karê pêşîn ve ye ku karê rexneyê ew e ku behsa wêjeyê bike, behsa berheman bike. Arîstot bala xwe dida berheman û taybetmendiyên wan yên hevpar diyar dikirin. Ji ber wê ye ku hemû lêkolînerên wêjeyî û rexnegirên wêjeyî, îroj pişta xwe dispêrin wî. Digel ku piştî Ciceron û Horace, Poetîkaya Arîstot weke xebateke normatîf hate nirxandin jî, ber bi dawiya qirna navîn ve, nirxandin û sinifandina Arîstot dîsa ji bo ramyarên wêjeyî weke bingeh hate pejirandin.
Rexne, hingê êdî dibe karê deşîfrekirina qodên nava qedan; watedarkirina peyamên nava metnan. Ji bo vî karî jî, nirxandinên di ser re êdî nikarin wê erka zanyarî û ramyarî pêk bînin. Jê re pîvan divê, ked divê, çav divê. Lewre, di her afirandina wêjeyî de wêneyek heye ku ji gellek wêneyên piçûk ava bûye û xwendevan divê li cem xwe şikil bidiyê ; tiştek heye ku nehatiye gotin ku rexnegir divê deşîfre bike û alîkariyê bide ku têgihîştineke baştir jê peyda bibe. Pîvan berî her tiştî, çîrok û bûyer in, paşê kes û leheng in, paşê mekan û ziman e, paşê tevn û vegotin e, paşê sûretê vegotinê û peyama veşartî û deşîfrekirina armancê ye ku ev hemû bi alîkariya fenomenên nava berhemê ve tên kirin. Ji bo nirxandina van fenomenan jî naskirina jiyanê û civakê û siyasetê pêwîst e. Bi taybetî jî di qada wêjeya kurdî de, bêyî naskirina dîrok û civak û siyaseta kurdî, nirxandina berhemên wêjeyî nikare bigihîje armanca xwe. Bêguman, bêyî naskirina wêjeya cîhanê jî kamiliya wêjeyî nikare were bidestxistin.
Lewre, wêjeya kurdî digel xweserî û taybetmendiyên xwe ve jî, beşek ji wêjeya cîhanî ye û divê di nava wê de were nirxandin.