Nûnerên Komeleya Rojnamegerên Dîcle û Firatê (DFG), Platforma Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê(MGKP), DÎSK Basin-Îş û Nûnertiya TGS’ê ya Amedê, bi armanca tundiya li dijî rojnamegeran şermezar bikin li avahiya ÎHD’ê ya Amedê daxuyanî dan. Piştî komkujiya Konyayê li gelek bajaran çalakî hatin li dar xistin. Gelek rojnamegerên çalakî dişopandin ji aliyê polîsan ve hatin derbkirin û astengkirin. Dîsa nûçegîhana
JinNewsê hate revandin û gef lê hat xwarin. Nûnerên rojnamegeran li Şaxa ÎHD’ê bi daxuyaniyekê tundiya li dijî rojnamegeran şermezar kirin. Li ser navê nûneran Berdevka MKGP’ê Ayşe Guney daxuyanî da. Gunay daxuyaniya bi sernavê “Dest ji van sepanan berdin; rojnameger ne fermandarê tu kesan e” xwend û wiha got: “Seponên îqtîdarê ya li dijî rojnamegeran êdî bûye pergala îşkenceyê. Binçavkirin, girtin û tundiya li dijî rojnamegeran qet kêm nabe. Di çalakiyên dawî de polîsan rojnameger Enes Sezgîn, Taylan Oztaş, Derya Saadet, Ceylan Bulut, Rojîn Altay û Hayrî Tunç derb kirin. 2 hevalên me yên rojnameger bi tundiyê re rû bi rû man. Rojnameger Enes Sezgin û Taylan Oztaş, di bin çavan de bi tundiya polîsan re rû bi rû man. Dîsa li Wan û Amedê polîsan rojnameger asteng kirin. Di 28 û 29’ê tîrmehê de nûçegîhanên JinNewsê Gulistan Azak û Dilan Babat, ji aliyê kesên endamên îstixbaratê ve hatin revandin û gef li wan hatin xwarin. Ji wan xwestin ku bibin sîxur.”
Gunay, xwest ku êdî dest ji tundiya li dijî rojnamegeran berdin û wiha got: “Rojnameger ne di bin fermana ku kesan de ne. Em hêza xwe ji pîşe û xwinerên xwe digirin. Em dixwazin polîs û hêzên ewlehiyê yên vê tundiyê dikin demildest dawî li van sepanên xwe bînin.”