Salvegera duyemîn a Jîna Emînî ku ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve hatibû qetilkirin nêzîk dibe. Partiyên siyasî, rêxistinên sivîl û aktîvîstên mafên mirovan ên rojhilatê Kurdistanê banga greva giştî ya li Îranê di 16’ê îlonê de kirin. Saziyên navborî têkildarî banga greva birçîbûnê daxuyaniyek belav kirin û di daxuyaniyê de destnîşan kirin ku wê tevî zext û tundiya rejîmê jî şoreşa wan daye destpêkirin têk neçe û jinan şoreşa herî modern a serdemê afirandin.
Bang li hemû kes û saziyan kirin ku roja 16’ê îlonê ji malên xwe dernekevin û tev li çalakiya greva giştî ya li seranserî Îranê bibin.