12 Aralık, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Rêxistinbûn serkeftin e

Bi bayê rêxistinkirinê nîrê koletiyê yê hezar salî şikest. Li çiyayê Agiriyê betona gora li ser, “Kurdistana xeyalî li vir mirî ye” hatî nivîsandin parçe bû û şitlên azadiyê hilkişiyan ser çiyayê Agirî.

Partiya Herêman a Demokratîk di 8 û 9’ê îlonê de li Amedê bi dirûşma, “Rêxistinbûyîn Serkeftin e” konferansek pêk anî. Di konferansê de rewşa rêxistinî ya li bakurê Kurdistanê bi berfirehî hat nirxandin. Muhasebeya salên dawî hat kirin. Li ser bingeha rexne û rexnedayînê kêm û kurtî hatin tespîtkirin û riyên çareseriyê hatin destnîşankirin.

Piştî demek dirêj li Bakur rewşa rêxistin û rêxistinbûnê di vê astê de hat nîqaşakirin. Ev xebat di gelek aliyan de nirxbuha bû. Ji ber ku divê rêxistin û rêxistinbûyîn tu caran ji rojeva kurdan dernekeve. Welatekî bêrêxistin û gelekî bêrêxistin be, mehkûmî koletî, komkujî û tunebûnê ye.

Bi vê boneyê Rêberê Gelan Abdullah Ocalan dema li Kurdistanê dest bi şerê azadiyê kir, pêşiyê tespîta, “Li Kurdistanê bêyî rêxistin pelek jî naheje” kir. Li ser vê pêwistiyê dest bi xebatên rêxistinkirinê kir. Ji ber ku teşhîs baş kir, tedawî jî di cih de pêk anî. Bi rêxistinkirina Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) li ser axa welat rûpelek nû vekir û dîrokek nû da destpêkirin.

Bi bayê rêxistinkirinê nîrê koletiyê yê hezar salî hat şikandin. Li çiyayê Agiriyê betona gora li ser, “Kurdistana xeyalî li vir mirî ye” hatî nivîsandin parçe parçe bû û şitlên azadiyê jê hilkişiyan ser çiyayê Agirî. Av li rehên Kurdistanê geriya, li her derê kulîlkan vedan û bilbil bi gulan şa bûn.

Di pêşengiya Partiya Karkerên Kurdistanê de gelê kurd xwe ji xweliya xwe afirand. Lehengên Kurdistanê cardin bûn kelemê çavê dijminan. Rêxistin bû jiyan û jiyan ji nû ve hat rêxistinkirin. Gelê kurd çi bi dest xistibe bi rêxistin û rêxistinbûnê bi dest xist. Qasî ku birêxistin bûn, ew qas hêz bû; qasî ku bi hêz bû ew qas maf bi dest xistin. Rêxistinbûn bû çand, ziman, nasname û hebûn.

Bi vê boneyê dagirkerên Kurdistanê li çar parçeyên welat êrîşî Partiya Karkeran kir. Ji bo cardin gelê Kurdistanê bêrêxistin bin, jar û belengaz bin, her tişt kirin. Dema hêza wan têrê nekir geh ji dewletên emperyalîst, geh ji noker û xayînên navxweyî alîkarî xwestin. Lê li hemberî gelê rêxistinbûyî yê di pêşengiya Partiya Karkeran de her carê têk çûn.

Di salên dawî de dijminê hov bi alîkariya hêzên hundirîn û xayînên navxweyî xwest tevahiya sazûmaniya rêxistinî ya gelê kurd têk bibe. Ji bo wê komele, sazî, dezgeh û partiyên kurdan girtin. Welatparêzên di hunera rêxistinbûnê de serwext bûne girtin û sirgûn kirin. Hewl da kurdan cardin vegerînin dewra berê ya bêrêxistiniyê.

Lê Tevgera Azadiyê li dijî hemû êrîşan berxwedaneke destanî nîşan dan û bi saya serê hezaran şehîdan rêxistinbûna xwe parast. Bêguman di encama êrîşên dijmin de hinek rêxistinbûna gel a Bakur qels bû. Di encama vê gelsiyê de dijmin şerê qirêj ê taybet li hemberî sazî, dezgeh û gelê me meşand.

Hewl dan baweriya di navbera welatparêzan û rêxistinê de ji holê rake. Bêbaweriyê bixe navbera kurdan. Xwest cardin vegerîne dema koletiyê û wan berde qirika hev. Bi riya noker û xayînan gotegot xistin nava gel. Hewl dan zimaneke bi gilî, gazinc, bêbawerî û negatîf bixwe devê gelê me. Gel bêbawerî û bêhêvî bike.

Di demek dijmin ev qas êrîşî rêxistinbûna gelê kurd dike, şerê psîkolojîk û taybet dimeşîne de Konferanasa Rêxistinbûyîn Serkeftin e xwedî wateyek gelek girîng e. Rojeva ku herî zêde gelê kurd û bi taybetî Bakur pêwistiyê pê dibîne ev e. Bi vê konferansê Bakur li ser rojevek rast, bingehek rast û helwestek rast hem mudaxaleyî têgihiştinên şaş ên navxweyî û hem jî mûdaxaleyî şerê psîkolojîk û taybet kiriye.

Divê hemû sazî û dezgehên gelê kurd bi rihek şoreşgerî rêxistinbûnê nîqaş bike, di rojeva xwe de bihêle û ji bo rêxistinbûyînê seferber bibe. Ji ber ku rêxistin û rêxistinbûyîn jiyan e, hebûn e, hêvî ye, serkeftin û azadî ye. Ji azadiya Kurdistanê bigire, heta azadiya Rêberê Gelan Abdullah Ocalan, ji nasname, çand, ziman bigire heta xwedîbûna derfetên aborî hemû maf û azadî ancax bi rêxistin û rêxistinbûyînê pêkanîn.

Bi vê sedemê em cardin dibêjin, “Rêxistinbûyîn Serkeftin e” û ji hemû kesên tev li karê rêxistinbûyînê dibin re serkeftinê dixwazin. Bi rêxibstinbûyînê dê pêşeroj û azadî bibe ya me.