Di siyaseta Tirkiyeyê de îradebûna jinên kurd û armanca wan a guhertin û veguhertina hişmendiya siyaseta mêrane mijareke pir girîng e. Bi nêrîn û felsefeya jinan bipêşxistina siyaseteke demokratîk, birêveberin û birêxistinkirina wê bi qasî parastina rewa pêwîst e. Wan her tim dîrokeke nû afirandiye.
Di 1991ê de, bi parlementeriya Leyla Zana hebûna xwe daye diyarkirin. Ev ji bo jinên kurd pêla yekemîn a demokratîkbûna siyasetê bû. Ev hejmar di sala 2007an de bû 8 û di hilbijartinên 2011an de jî gihîşte 11an. Di hilbijartinên 2015an de 31 parlementerên jin ketin parlementoya Tirkiyeyê. Di 2018an de jî 24 jin, di hilbijartina sala 2023yan de jî 28 jin wek îradeya jinan hatin hilbijartin. Niha Pervîn Bûldan di heyeta Aştî û Civaka Demokratîk de cih digire. Gulistan Koçyigit û Meral Daniş Beştaş wek nûnerên jinan di Komîsyona Demokrasî, Xwişk û Biratî û Hevgirtina Mîllî de cih digirin ku bi pêşniyara rêberê gelê kurd Abdullah Ocalan hat avakirin.
Ezmûnên rêveberiyên xwecihî
Wek ku tê zanîn, qada rêveberiyên xwecihî yek ji wan qadan e ku bandorê li tevahiya qadên jiyanê dike û bi civakê re herî zêde di nav têkiliyê de ye. Nûneriya jinên ku nîvê civakê pêk tînin a di hilbijartinên xwechî de ji bo sepandina demokrasiya xwecihî xwediyê girîngiyeke jêneger e. Her çiqas ji aliyê pergalê ve ev qad wek qada mêran bê dîtin jî Tevgera Jinên Kurd bi tecrûbeyên xwe ev nêrîn guhertin.
Jinên kurd, bingeha rêveberiyên xwecihî ya yekemîn ji ezmûna şaredariya pêşîn a sala 1979an li navçeya Curnê Reş a Rihayê digire ku 3 jinên bi navên Dura Kaya, Saadet Yavuz, Emîne Haci Yusufoglu wek endamên meclisa Şaredariyê hatibûn hilbijartin. Ev dîrokeke girîng a rêveberiyên xwecihî bû. Anko di esasê xweseriya demokratîk de yekem car bû ku jinên kurd û gelê kurd li bajarokekî wek Curnê Reş xwe bi rê ve dibirin.
Wek partiyên siyasî ezmûna rêveberiyên xwecihî, sala 1999an, bi beşdariya hilbijartinên şaredariyê û meclisên giştî yên bajaran dest pê kir. Bi pêşengiya Komîsyona Jinan a HADEPê, sala 1999an, sê ‘herêmên pîlot’ hatibûn diyarkirin ku di hilbijartinên rêveberiyên xwecihî de jin bên hilbijartin. Herwiha li Dêrikê Eyşe Karadag, li Qoserê Cîhan Sîncar û li Bazîdê jî Mukaddes Kubîlay hatibûn hilbijartin.
Di vê pêvajoyê de li Bazîdê navenda şêwrê ya jinan a yekemîn hat vekirin. Paşê ev navend bi navê “navendên hevgirtina jinan” li bajarên cuda jî hatin damezirandin. Di hilbijartinên 2004an de hejmara şaredariyên ku hatin bidestxistin zêde bûn û bi tevahî 57 şaredarî hatin bidestxistin ku di nav wan de bajarên wek Amed, Êlih, Dêrsim, Colemêrg û Şirnexê jî hebûn. Êdî jinên kurd bi berendamên ku wan hildibijartin, beşdarî hilbijartinan dibûn. Di encama sererastkirinên erênî yên ji bo jinan a di lîsteyan de, hejmara berendamên jin ji 100î derbas bûye. Hejmara şaredarên jin a ku di sala 1999an de 3 bû, di hilbijartinên 2004an de derket 9an. Di sala 2005an de Partiya Civaka Demokratîk (DTP) bû partiya siyasî ya yekemîn ku pergala hevserokatiyê pejirandiye. Aysel Tûglûk wek hevseroka pêşîn hat hilbijartin. Di sala 2014an de DBP bi pergala hevserokatî û nûneriya wekhev beşdarî hilbijartinên rêveberiyên xwecihî bû. DBPyê bi beşdariyeke bihêz a jinan, sala 2014an, di qada rêveberiyên xwecihî de serkeftineke mezin bi dest xist. Bi vê pergala ku cara pêşîn di rêveberiyên xwecihî de hevserokatî hat sepandin û hîn jî tê sepandin, DBP û HDP hîn jî li tevahiya cîhanê yekane partî ne ku vê yekê dikin.
TJA di rapora xwe ya li ser rêveberiyên xwecihî de wiha got: “Em dibêjin divê jinên ku nîvê civakê pêk tînin li tevahiya qadên jiyanê bi awayekî wekhev bên temsîlkirin û em ji bo vê yekê têdikoşin. Em pergala hevserokatiyê û nûneriya wekhev wek pêdiviyeke kargêriya demokratîk a di rêveberiyên xwecihî de dibînin û dibêjin ku ji bo vê yekê jî em ê heta dawiyê têbikoşin û xwe biparêzin.”
Rêxistina jinan a xweser
Jinên kurd, ji qada siyasî bigire heta hemû beşên civakê, bi awayekî xweser her tim xwe birêxistin kiriye. Rêxistina jinên kurd a yekemîn bi Komîsyona Jinan a Partiya Demokrasiyê ya Gel (HADEP) ku sala 1994an hat avakirin, wan jî dest bi pêvajoyeke nû ya siyasî û civakî kir. Herwiha, sala 1996-1997an, bi şiklê komîsyonên jinan xwe birêxistin kirin û sala 2000î weke baskên jinan li Enqereyê kongreya xwe ya yekemîn pêk anî û li bajar, bajarok û heta gundan xwe birêxistin kir. Lê ji bo ku jin nebin baskên ti hêzî, bikaribin bi awayekî xweser û bi pergalî xwe li nav hemû beşên civakê birêxistin bikin û temsîliyeta xwe pêk bînin, pêwîstî bi “KOM” û “KON”ê dîtin. Bi vê mebestê, sala 2005an, Tevgera Jinên Azad ên Demokratîk (DOKH) hat avakirine. Jinan li gelek beşên civakê xebatên xwe pirhêlî yên wek perwerdehî, siyasî, civaknasî, têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan, aborî, çandî-hunerî, zimanî, ekolojî hiqûqî hwd. meşandiye. Ji bo vê yekê jî saziyên wek akademiya jinan a perwerdehiyê, saziyên Selîs, Îştar, Kîbele, Kooperetîf ava kirine û kovarên bi navê Hêviya Jinê û Jineolojî derxistine. Herwiha ji bo guhertin û veguhertina civakê gelek xebatên hêja da meşandin û pêngavên girîng ên wek “Em Ne Namûsa Ti Kesî ne, Namûsa Me Azadiya Me ye”, ‘’Em Çanda Tecawizê Ji Holê Rakin û Têkoşîna Xwe ya Azadiyê Bilind bikin”, “Qirkirina Jinan Qirkirina Civakê ye”, “Heta ku Jin Azad Nebe Civak jî Azad Nabe” hatine berzkirin. Ev têkoşîna DOKHê heta sala 2015an berdewam kiriye. Lê ji ber ku DOKH wek platformeke teng û sînordar dima, êdî jinên kurd biryar da ku sîwaneke hîn berfirehtir ku bikaribe hemû jinên kurdistanî li nava xwe bihewîne pêwîstiyê bi rêxistin û modeleke nû dît. Bi vê mebestê di navbera 31ê çile û 1ê sibata 2015an de bi navê KJAyê li Amedê Kongera Jinan pêk anî. Jinên kurdistanî êdî di bin sîwana KJAyê de û bi modeleke nû ya pergala konfederalîzma demokratîk, bi şiklê komun û meclisan xwe birêxistin kir. Di di serî de li bajarên wek Amed, Nisêbin, Şirnex, Êlih, Wan, Stenbol û Îzmîrê konferansên xwe yên bajaran pêk anîn û komun û mêclisên xwe îlan kirin. Herwiha di pêvajoya aştî û çareseriya demokratîk a ku rêberê gelê kurd Abdullah Ocalan da destpêkirin, salên 2014 û 2015, Kongeraya Jinên Azad (KJA) roleke mezin lîst û li ser navê xwe jî Ceylan Bagriyanik şand ji bo muzakereyan û pêşengtî ji aştiyê re kir. Lê paşê dewletê KJA girt.
Jinên kurd bi hemû pêkhateyên xwe ve, 20ê mijdara 2016an, bi dirûşma “Em Li Dijî Darbeyan Têkoşîna Xwe Birêxistin Dikin” li Amedê konferansa xwe ya yekemîn pêk anî û TJAyê îlan kirin û di bin vê sîwanê de têkoşîna xwe mezintir dikin.
