13 Aralık, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Rêxistina jinê ya Bakurê Efrîkayê piştgirî da rojnamegerên jin ên kurd

Rêxistineke jinê ya li Bakurê Efrîkayê û Rojhilata Navîn kar dike, êrişên li dijî rojnamevanên jin ên kurd şermezar kir û işaret bi girîngiya piştevaniya li dijî rejîmên zordar kir

Rêxistina Koordîneya Herêmî ya Cîhanê ya Jinan a Bakurê Efrîka û Rojhilata Navîn, êrîşa dewlet tirk a li dijî rojnamegeran a li Silêmaniyeyê şermezar kir ku di encamê de rojnamevan Gulistan Tara û Hêro Behadîn şehîd bûn.

Rêxistinê bang li tevgerên jinan ên li cîhanê kir ku li hember van êrîş û zehmetiyan, bibin yek, eniya xwe xurt bikin û ji bo sekna li hember pergalên zordest pêwîstî bi piştgiriyê heye.

Her wiha rêxistinê eşkere kir ku sûcên wiha têkoşîna wan ranawestînin û got, “Lê berovajî wê xwîna şehîdan wê bibe çirûska mezinkirina têkoşînê heta wekhevî û edaletê bi dest bixin.”