Tiştên ku li welatên din ji 100 salan carekê diqewimin, li kurdistanê di salekê de diqewimin. Hîn me yê li ser yekitiya neteweyî nîqaşan bikira, ha me dît nîqaşa birakujiyê dest pê kir û birayê ku 5 sal berê li dora heman maseyê bo yekitiyê rûniştibûn, niha bi îdiaya ‘nerewabûn’ê hewl dide birayê xwe ber bi dijmin ve def bide. Mirov ji şerma nizane çi bibêje! Yekitî hêjayî nîqaşê bû lê birakujî zelal e; xêr jê tune ye. Tam min ê bigota kes nikare vê biparêze, hin kesan hewl da birakujiyê biparêzin û bi navê rewşenbîriyê! Bi daxuyaniyekê bi kurtasî gotin “bijî birakujî” û bûn qeşmer û pêkenîn li ser torên medyay civakî. Li ser navê zanistê profesorên kelbox ne bes bûn ku di kanalîsazyonên tirkan de bi şev û roj çêrê kurdan dikin, niha jî “rewşenbîrên kurd” dest bi kar kirine ku kurd şerê hevdu bikin û xwîna hevdu birijînin.
Qet nebe bila ev daxuyaniya nebixêr bibe sedama nîqaşên li ser rewşenbîriyê da ku em henekî teselî bibin. Li ser meselê, li Kurdistanê em ê ji kê re bibêjin ‘rewşenbîr’ û li mêtingehan rewşenbîr kî ne? Ji bo destpêkê em çend gotinan bibêjin…
Li gorî M. Foucaultî, piştî gotara Kant a li ser rewşenbîriyê, ev 200 sal in fîlozofiya modern a ewropî li dû vê bersivê ye. Kant rewşenbîriyê bi xelasiya ji xavîtiyê şîrove dikir û digot ‘sapare aude’ yanî ‘biwêre-aqilê xwe bişixulîne’. Her çi qas ev gotin bi me xweş were jî Foucault gotara Kantî ji gelek hêlan ve rexne dike. Ji ber ku Kant dibêje aqilê xwe bişixulîne lê li gorî zagonan tev bigere. Yanî di ramînê de azadî lê zagon çi bin ew e! Li gorî Kantî heger tu li derveyî zagonan tevnegerî heya dawî dikarî bifikirî…
Rewşenbîriya ku Kant behs dike ev e: Divê mirov bi mantiqa zagonan baş bizanibe û xwe tev li van zagonan bike. Li ser meselê, ger tu bacê bidî divê tu bizanibî tu yê çi qasî bidî û çima didî lê tu yê dawiya dawî bidî. Foucault vê yekê di navebera despotîzma rasyonel û aqilê xweser de wekî peymanek dibîne û li gorî wî ji bo îteatkarî ev rêbaza herî ewle ye.
Netewe-dewlet xwe li ser vê peymanê ava dikin. Mînaka ku li jorê me behs kir tam jî ev e. Bi rêya reşwenbîriyê di navbera despotîzma mêtingeriyê û gel de îteat tê hilberandin. Ji azadiya welêt bêtir behsa zagonan tê kirin. Foucault rewşenbîriyê wiha pênase dike: Kesên zanîn û pisporiya xwe û têkiliyên xwe yên bi heqîqetê re ji bo tekoşîna polîtîk bi kar tînin, rewşenbîr in. Li vir peyva girîng têkoşîn e, rewşenbîr têdikoşin, xwe nakin berdevkên desthilatê û gel qanih nakin bo tênekoşin. Ma li kurdistanê mînakên rewşenbîran tune ne?
Apê Musayê ku qelema xwe kir şûr û pê şer kir rewşenbîr e; Mihemed Şêxoyê ku got nabe li şûna Kurdistanê bibêjim gulistan rewşenbîr e; Abdula Peşêwê ku helbesta xwe kir helwest û li hemberî birakujiyê dengê xwe bilind kir rewşenbîr e; Mizgîna ku dengê xwe tev li têkoşîna azadiya welêt kir rewşenbîr e; Ehmed Huseyniyê ku tavilê vegeriya welêt û helbestên xwe li çeperan bo şervanên azadiyê xwend rewşenbîr e; Xelîl Daxê ku çiya ji xwe û kameraya xwe re kir stargeh rewşenbîr e; Tahir Elçiyê ku bo aştiyê hişyar û bang dikir rewşenbîr e; Rênas Jiyanê ku Dayika Taybet a bi rojan laşên wê li rasta erdê ma di nav helbesta xwe da veşart rewşenbîr e; Ciwan Hacoyê ku rahişt megafonê û li dijî dagirkeriya welêt gelê xwe hişyar kir rewşenbîr e…
Antîvîrûsa birakujiyê yekitî ye
Ger aliyên sîyasî ji rojeva xwe yekitiyê derxistibin ev nayê wê maneyê ku girîngiya yekitiyê namîne. Mijara yekitiyê wek ku em bibêjin “em ji hev hez dikin” nîn e. Aliyên kurdan ne mecbûr in ji hev hez bikin lê ger xema azadiya gelê kurd bi wan re hebe mecbûr in ku yekitiya gelê kurd saz bikin.
Her çi qas koka têgeha yekitiyê ji “yek”ê be jî wateya wê, li ser rêgeza azadiya neteweyî, kombûna komên cur bi cur e. Rihê yekitiyê rihekî demokratîk e û ti kom nikare bernameyên xwe yên siyasî û berjewendiyên xwe li ser komên din ferz bike. Divê civak bi aşkerayî û zelal pîvanên yekitiyê bizanibe ku bikaribe komên ku li gor pîvanên yekitiyê tevnagere hişyar bike. Ji ber wê jî divê rêzikname yan jî manîfestoya yekitiyê bê nivîsandin. Bêrêgez yekitî ne pêkan e. Niyeta baş lazim e lê bi niyeta baş jî yekitî saz nabe.
Yekitî kategoriyeke huqûqî ye. Her alî ji yekitiyê çi fam dikin divê binivîsin. Dema ez têgeha yekitiyê dibihîzim ev tên bîra min: kurd divê li hemû parçên Kurdistanê xwedî statû bin; zimanê kurdî divê bibe zimanê perwerdeyê; li hemberî erîşên mêtingeran yek-helwest bin; divê rewşenbîr hunermend û nivîskarên kurd hemû aliyên sîyasî ji bo yekitiyê motîve bike, hişyar bikin; ji yekitiyê çi fam dikin, divê binivîsin û li gorî van rêgezan rê vebikin bo qada siyasetê.