Yek ji parêzerên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan Omer Guneş, li ser biryara Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropa (DMME) ku di 2014’an de ji bo Rêber Ocalan dabû axivî û wiha got: “DMME’yê 10 sal berê ji bo mafê hêviyê bê parastin biryar dabû. Ez di wê qeneetê de me ku Tirkiye der barê serbestberdana birêz Ocalan a ji bo mafê hêviyê de tu gavan navêje. Dema em li şert û mercên heyî dinerin û helwesta Tirkiyeyê ya neçareserkirina pirsgirêka kurd dinerin; em digihêjin wê qeneetê ku Tirkiye tu gavan navêje. Rewşa ku birêz Ocalan tê de ye rewşeke mînaka wê tune ye. Êdî gotina Rewşa Awarte jî têra pênaseya şertên birêz Ocalan ku tê de ye nake. Rewşek pir taybet û xwemalî ye. Rewşek wisa di lîteraturê cîhanê de tune ye.”
Tirkiye ji xweber gavan navêje
Parêzer Omer Guneş, da zanîn ku di cîhana modern de nehatiye dîtin ku rêberekî 13 salan bi parêzerên xwe re hevdîtin neke û wiha pêde çû: “Bi taybetî 9 sal in di bin tecrîdeke mutlaq de ye. Heta niha tecrîdek wisa mutlaq û ew qas giran li ser tu rêberekî nehatiye meşandin. Ji ber vê yekê gotina binpêkirina mafan êdî têrê nake. Tirkiye girêdayî peyman û saziyên navdewletî ye. Li vir a girîng rol û bandora saziyên navdewletî ya li ser Tirkiyeyê ye. Heta ku Konseya Ewropa (KE) Saziya Pêşîlêgirtina Îşkenceyê (CPT) û hwd, rola xwe nelîzin Tirkiye gavan navêje. Her wiha rewşa girava Îmraliyê jî nayê guhertin. Hêza Tirkiyeyê ya navxweşî têrê nake hin guhertinan bikin. Xwestekek Tirkiyeyê ya guhertinê jî tune ye. Heta ku hêzên derve li ser Tirkiyeyê ferz neke, Tirkiye bi xwe guhertinan pêk nîne. Heta ku hêzên derve zextan li Tirkiyeyê neke, Tirkiye tecrîda li ser birêz Ocalan ranake. An jî divê tevgera kurd bi awayekî serkeftî gavan bavêje ku guhertinan pêk bîne.”
Gelek gav hatin avêtin
Parêzer Omer Guneş, bal kişand ser xebatên dîplomasiyê yên ji bo çareseriya pirsgirêkên kurd jî û ev agahî dan: “Di aliyê dîplomasiyê heta niha têr neke jî gelek gav hatine avêtin. Ev xebatana bi hin şexsên demokrat ên navdar re hatin kirin, şexsên navdar ên wekî akademisyen, nivîskar, rewşenbîr û siyasetmedar re, him jî bi saziyên sivîl re xebat hatin kirin. Dîsa di qada navdewletî bi taybetî li Ewropayê bi delegasyon û rayedarên dewletê re hin hevdîtin hatin kirin. Ev xebat heta astekê digihêje pêlek girîng. Ji bo dîplomasiyê derfet û sazî jî hene.”
Encam girêdayî têkoşînê ye
Omer Guneş, li ser encamên xebatên dîplomasiyê jî rawestiya u wiha got: “Beriya her tiştî armanca van xebatana fikrek û hestiyariyekê ji bo azadiya birêz Ocalan bidin çêkirin pêş dikeve. Bala şexsiyetan, saziyan û dewletan dikişine ku gelê kurd ji bo azadiya birêz Ocalan dixebitin. Wekî Nelson Mandella, azadiya birêz Ocalan jî ji bo gelê kurd mijarek jiyanî û gelekî girîng e. Kurd çiqas serkeftî têbikoşin dê encamê jî ew qas xurt bi dest bixin. Dema gelê kurd bandorekê li ser hêzên devre bike û ev hêzên derve erka xwe pêk bînin, dê wekî Nelson Mandella, encamê bigire û dê ev hêz bandorek mezin li ser Tirkiyeyê bikin.”
Eleqeya pirtûkên Ocalan zêde ye
Guneş, bal kişand ser xebata xwendina fikr û pirtûkên Ocalan û wiha lê zêde kir: “Ev xebata xwendina pirtûkên birêz Ocalan eleqeyek baş dibine. Xebatên ji bo azadiya Ocalan hem di asta kesayet û sayiyan de û hem jî di asta rêxistinan de eleqeyek mezin dibîne. Bilavkirina van fikran gelek girîng e. Eleqeya vê xebatê baş e, lê lazim e mirov hinek din berfirehtir bike.”
Helwesta CPT siyasî ye
Parêzer Omer Guneş li ser rola CPT jî rawestiya û wiha got: “CPT her çendî der barê Brêz Ocalan de raporan amade bike û her çend rewşê rast û fireh tespît bike jî, gav avêtina Tirkiyeyê rasterast girêdayî Konseya Ewropayê ye. CPT heta astekê dikare tiştekî bike. Bêdengiya CPT û KE’yê rasterast girêdayî rewşa siyasî ye. Mixabin heta bûyer û geşedanên siyasi li gorî lehê kurdan pêş nekeve û hin geşedan di lehê kurdan de neye şirovekirin, dê ev bêdengiya CPT berdewam bike. Di navbera peyvira saziyê û bêdengiya wan de nakokiyên mezin hene. Avakirina wê û xebatên wê hiqûqî ye. Lazim e CPT di hiqûqê de israr bike û qedera bêhiqûqiyan, ji holêrakirina bêhiqûqiyan divê girêdayî biryarek siyasî nebe. Qedera CPT a girêdayî biryara siyasî nakokî û bêçaretî ye. Tevgera CPT a heyî, bi temamî siyasî ye. Bêdengiya CPT siyasî ye. Lazim e li gel xebatên hiqûqî, xebatên siyasî jî bên kirin. Xebatên siyasî divê di astek mezin de bi taybetî di Konseya Ewropayê debên kirin ku bandorê li ser CPT bike. Divê CPT di eleqê Tirkiyeyê de qanala daxuyaniyê veke. Heqê CPT heye ku der barê Tirkiyeyê de daxuyaniyekê bide. Wê demê Tirkiye mecbûre daxuyaniyê bide û gavekê bavêje.”
Bêtir pêdivî bi xebatên siyasî hene
Parêzer Omer Guneş, li ser xebatên azadiya fizîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan jî rawestiya û wiha bi dawî kir:“Ji bo azadiya fizîkî di aliyê hiqûqî û siyasî de xebatek tê kirin. Lê lazim e xebatên siyasî derkevin pêş. Ji ber ku Tirkiye dibêje dê heta dawî di hepsê de bimîne. Lê li gorî biryara DMME’yê jî divê birêz Ocalan bê berdan. Ev nakokî bi biryarên siyasî ji holê radibe. Di aliyê hiqûqî bi têra xwe gelek doz û dosya li DMME’yê hene. Dê ji niha û şûnde jî dosya bên zêdekirin û doz bêne vekirin. Di aliyê hiqûqî de têra xwe xebat tê kirin. Ji bo azadiya birêz Ocalan lazime xebatên siyasî di asta bilind û asta navdewletî de pir berfireh bêne kirin. Di 10’ê Cotmeha 2023’yan de xebatek ji aliyê dostên kurdan ve hat destpêkirin. Ev xebat gelek girîng e. Mirov dikare bişibîne rewşa birêz Mandella. Lê divê ev xebat hîn berfirehtir û mezintir bibe. Xebatên siyasî bêtir muhîm û bandorker in.”