Rojnameger û nivîskar Huseyîn Aykol di 14ê cotmehê de li mala xwe ya li Enqereyê, xwîn çûbû ser mêjiyê wî û rakiribûn Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Sîncanê. Li nexweşxaneyê jî careke din xwîn çûbû ser mêjiyê wî û ji wê rojê ve li beşa çavdêriya awarte tê dermankirin. Huseyîn Aykol dema dihat dermankirin enfeksiyon girt û ji bo pêşî li enfeksiyonê bê girtin dermankirina wî didome.
Hat zanîn ku di saetên şevê de dilê Aykol sekiniye û piştî mudaxileyê carek din dilê wî lêdaye ango şixuliye.
Hat diyarkirin ku ji bo dilê Aykol bi awayekî asayî bixebite, dermankirina wî didome. Rewşa xeternak a Huseyîn Aykol hê jî berdewam dike.
