12 KANÛN 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Rewşa Şamê dê li gor nêzikatiya pirsgirêkan diyar bibe

Pisporên siyasî û ewlehiyê yên Rojhilata Navîn diyar kirin ku Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê di sala 2026an de meseleyên kurd, durzî û Îsraîlê çareser neke nikare li ser piyan bimîne.

Rojnameya Jerusolemê Foruma Washingtonê ku her sal pêk tîne, lidarxist. Gelek pisporên ewlehî, siyasetmedar û diplomat tev li konferansê bûn, pirsgirêkên Rojhilata Navîn nirxandin. Pisporan rewşa parçebûyî ya Sûriyeyê wekî astengiya herî mezin ya li pêşiya Hikûmeta Demkî destnîşan kir. Pisporan anî ziman ku nakokiyên di navbera Hikûmeta Demkî û hêzên din ên wekî kurd û durziyan û herwiha Îsraîlê qeyrana herî mezin a li Sûriyeyê ye.

Pisporan daxuyand ku ligel nakokiyên bi kurd û durziyan re mijara herî xeternak pirsgirêkên Sûriyeyê û Îsraîlê ne. Li gorî pisporan ku Ehmed El Şara destê xwe zû negire û pirsgirêkan çareser neke dê kontrolê winda bike. Ji beşdaran Charles Lister ku kesekî wekî alîgirê HTŞê tê zanîn got ku qedera Şamê dê di nav 12 mehan de girêdayî çareserkirina van meseleyan teşe bigire û ev hişyarî kir: “Ku ev hersê pirsgirêk di sala 2026an de neyên çareserkirin Sûriye dê rewşek gelek zehmet bijî.”

Ji beşdaran Alîkara Wezîrê Karên Rojhilata Nêzîk a Amerîkayê Barbara Leaf jî sala 2026an ji bo Sûriyeyê wekî sala herî xeternak destnîşan kir. Barbara Leaf got ku divê pêşiyê meseleya bi Îsraîlê re bê çareserkirin û piştre jî bi Rêveberiya Xweser a Bakur Rojhilatê Sûriyeyê û durziyan çareserî bê dîtin. Barbara Leaf di berdawamiya axaftina xwe de wiha got: “Bes çareseriya di navbera aliyan de dûr xuya dike.” Balyozê Berê yê Amerîkayê yê Sûriyeyê Robert Ford jî daxuyand nakokiyên di navbera Rêveberiya Xweser û Şamê de astengiyên li pêşiya me nîşan dide. Ford angaşta Şamê ya wekî: “HSD pêwistiya mutabakata 10ê adarê bi cih nayne” anî ziman û diyar kir ku divê Amerîka giraniya xwe bide vê mijarê.

Fermandarê Fermandariya Navendî ya Amerîkayê Amîral Brad Cooper jî got ku Washington amade ye navbeynkariya HSD û rejîma Şamê bike. Cooper derbirî ku divê pirsgirêk di navbera her du aliyan de bi rêya diyalogê çareser bibe. Cooper bi bîr xist ku peymanek di navbera HSD û Şamê de dê rewşa siyasî û ewlehiyê ya Sûriyeyê gelek pêş bixe.