Wekî tê zanîn parlamentoya Lîbyayê beriya çend rojan peywîra avakirina hikûmeteke nû ya demkî spart Wezîrê Karê Hundir ê Berê Fethî Başaga. Ji aliyekî ve konvoya leşkerî ya mezin ji bo parastina Fethî Başaga û ji aliyekî din ve ya girêdayî serokê berê Abdulhemîd Dubeyba, bala her kesî kişand ser xwe.
Ev yek jî destnîşan dike ku nakokiyên mezin di navbera herdu aliyan de hene û astengiyên mezin li pêşiya Fethî Başaga hene.
Niha her kes vê yekê dipirse gelo dê Fethî Başaga bikaribe di nava 15 rojan hikûmetekê ava bike yan jî dê şerê di navbera wî û aliyê Abdulhemîd Dubeyba de veguherî şerekî leşkerî.
Ji aliyekî ve parlamentoya Lîbyayê roja pênşema borî peywîra avakirina hikûmeteke nû da destê Fethî Başaga û ji aliyekî din ve Abdulhemîd Dubeyba dibêje ku ew peywîra xwe dewrî Başaga nake.
Başaga di daxuyaniya xwe ya çapemeniyê de got ku ew dê hewl bidin ku hikûmeteke hemû gelê Lîbyayê temsîl dike, ava bikin. Ji aliyekî din ve Abdulhemîd Dubeyba nerazîbûna xwe ji biryara parlamentoyê ya peywîrdakirina Başaga anî ziman û wiha got: “Hilbijartina parlamentoyê ya ji Fethî Başaga re hewldaneke din e ji bo ku bi darê zorê derbasî Trablusê bibin.”
Li gorî lêkolînerê siyasî yê lîbî Muhemed El Reîş nakokiya di navbera Dubeyba û Başaga de dibe ku veguherî nakokiyekî leşkerî û tevliheviya li Lîbyayê mezintir bike.
Lewre jî metirsiya her kesî heye ku di her kêlekê de dîsa şerê çekdarî di navbera aliyên siyasî yên Lîbyayê de derkeve û aloziya li wî welatê berdewam bike.