Binpêkirinên mafan ên li girtîgehan her ku diçin zêde dibin û rewşa girtiyên nexweş giran dibe. Girtiya nexweş Gulbahar Kiskaç li Girtîgeha Tîpa L ya Hejmar Yek a Sakaryayê dimîne û 60 salî ye. Nexweşiyên wê yên kronîk ên giran hene û şert û mercên girtîgehê, tundiya fîzîkî û psîkolojîk bandorek neyînî li ser tenduristiya wê dike.
Parêzer Zozan Vargun ji Ajansa JINNEWSê re rewşa girtiya nexweş vegot û destnîşan kir ku li ser serlêdana malbata girtiya Gulbahar Kiskaç dosya şopandiye û wiha got: “Gulbahar Kiskaç Roman e û salek û nîv e girtî ye. Malbatê serlêdan kir. Gulbahar Kiskaç ji ber pirsgirêkên kronîk her tim behsa întîxarê dike û nikare di şert û mercên girtîgehê de bimîne. Malbatê ji me daxwaza piştgiriyê kir.”
Zozan Vargun daxuyakirin ku Gulbahar Kiskaç daxwaza piştgiriyê kiriye û bi vê re bi Komeleya Romanî Dogî û komeleyên rêxistinên mafan re ketine têkiliyê û got: “Me ew ziyaret kir. Me xwest sewqê girtîgehên Bakirkoy, Silîvrî an jî Gebzeyê bê kirin. Lê bersivên neyînî dan. Rewşa Gulbahar Kiskaç krîtîk e. Me serlêdan kirin. Em dixwazin ku rewşa wê li ber çavan bê girtin.”