Girtiyê nexweş ê 67 salî Abdurrahman Gemîcîoglû ji 3’yê cotmehê ve li Girtîgeha bi Ewlekariya Bilind a Wanê tê ragirtin. Gemîcîoglû ji 25’ê cotmehê ve li Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Fakûlteya Tipê ya Zanîngeha Yuzuncê Yilê ya Wanê tê tedawîkirin. Gemîcîoglû nexweşê penceşêra rûviya stûr e û piştî nexweşiya wî pêş ketî, li Cerrahiya Giştî xistin beşa lênêrîna awarte.
Astengiya leşkeran
Hat zanîn ku hem di beşa lênêrîna awarte de hem jî li pêşiya wê leşker nobetê digirin. Li gel ku dozgeriyê destûra refeqetvanan daye jî pir kêm caran destûr tê dayîn ku endamên malbatê wî bibînin. Hat zanîn ku endamên malbatê di 4 rojan de tenê du caran karî ne Gemîcîoglû bibînin û leşker li gorî keyfa xwe biryaran didin. Hat diyarkirin ku leşkeran di navbera 5 û 15 deqeyan de destûrê didin.
‘Laşê wî reş û şîn dibe’
Elîf Gemîcîoglû da zanîn ku dayik û birayê wê tenê du caran karî ne bavê wê bibînin û rewşa bavê wê roj bi roj girantir dibe. Gemîcîoglû, wiha got: “Niha jî kelemçekirî ye. Di nava 4 rojan de gelek zeîf bû. Ji bo tehlîlan her tim xwînê digirin û nikare xwarinê bixwe lewma gelek zeîf bûye. Hemû cihên xwîn jê tê girtin û cihê rêya demarê reş û şîn bûne û werimî ne. Bijîşkan gotin ku demar xuya nakin lewma reş û şîn dibe.”
‘Tiştekî ji bo bavê min bikin’
Elîf Gemîcîoglû, da zanîn ku rapora dê Saziya Tipa Edlî (ATK) derheqê bavê wê de amade bike bi demê re tê vehêlandin û bavê wê terkî mirinê tê kirin. Gemîcîoglû, axaftina xwe wiha qedand: “Divê ATK hêj tiştek bi bavê min nehatî rapora xwe amade bike. Tevahiya raya giştî dibîne ku terkî mirinê hatiye kirin. Di serî de Wezareta Dadê, em ji tevahiya sazî û rayedaran dixwazin ku ji bo bavê min bikevin nava liv û tevgerê. Bila kesek li dijî vê rewşê bêdeng nemîne.”