9 ÇILE 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Rewşa dawî ya li Bendava Tişrînê

ANFê dîmenên rewaş dawî ya li Bendava Tişrînê weşand û got bendav di bin kontrola HSDê de ye. Herwiha ji ber êrîşên çeteyên Artêşa Millî ya Sûriyeyê, dibe ku bendav biteqe.

ANF’ê dîmenên rewşa dawî ya li eniya Bendava Tişrînê girt. Nazim Daştan ê ku rewşa dawî ji Bendava Tişrînê ragihand got ku: “Êrîşên dijwar ên artêşa tirk û çeteyên Artêşa Millî ya Sûriyeyê yên li ser bendavê didomin.”

Nazim Daştan di nirxandinên xwe de wiha got: “Nûçeyên medyaya şerê taybet a Dewleta Tirk ên dibêjin ‘Bendava Tişrînê ketîye bin kontrola Artêşa Millî ya Sûriyeyê’ derew in. Bendav di bin kontrola şervanên HSDê û Meclîsa Leşkerî ya Minbicê de ye. Lê ji ber êrîşên çeteyên Artêşa Millî ya Sûriyeyê ya ku piştgiriya xwe ji Tirkiyeyê digire, dibe ku bendav biteqe. Di encama bombebaranê de bendavê zirar dîtiye û elektrîk jê nayê dabînkirin.”