Di roja me de cîhan pir hatiye tevlihevkirin. Ne serî diyar e, ne binî. Li giştiya cîhanê pirsgirêkên nehatine çareserkirin hene. Gava mirov li van pirsgirêkan dinere, dibîne ku ev ne ji ber xwe derketine holê, lê belê bi zanistî û plansazî hatine çêkirin. Ji vê yekê jî diyar e ku li ser rûyê cîhanê hin hêzên ji nakokî û pirsgirêkan xwedî dibin, xwe mezin û bi hêz dikin henee. Ev hêz ji ber vê sedemê nahêlin pirsgirêk bigihêjin çareseriyekê.
Ji ber herkes li ser miriyê xwe digirî, bêguman di nav van gelek pirsgirêk û nakokiyan de em ê jî li ser ê xwe bigirîn. Heta ku mirî li mala me be, em ê nikaribin şîna miriyên xelkê bigirin, divê destpêkê em şîna xwe bikişînin.
Cîhana me du şerên mezin ên cîhanê derbas kirin û gelek hêz dibêjin, niha jî şerê cîhanî yê sêyemîn tê jiyîn. Di her du şerên berê de bikaranîna teknîkê, çekên komkujiyê ewqasî bi pêş de neçûbûn û hêza mirovan li pêş bû, ji ber vê yekê dewletên bi hev re di nav şer de bi hezaran leşker dişandin eniyê û dibe ku ji ber vê sedemê bû ew şer dihatin ber çavan.
Lê piştî şerê cîhanê yê duyemîn bi dehan şerên cîhanî qewimîn ku kes nizane çi şer in û çawa tên birêvebirin, tenê dizanin, mirov tên kuştin, gund û bajar tên wêrankirin, welat tên talankirin û hwd.
Yek ji van şeran qirkirina li Kurdistanê ye. Li nêzî me pirsgirêka Filistîn û Îsraîlê jî heye, lê pirsgirêka kurd bi pîvaneke berbiçav ji ya gelê filistînî dijwartir e. Filistîn navekî xwe, nasnameyeke xwe û muxatapgirtineke xwe ya fermî li Netewên Yekbûyî heye. Lê ka ya kurdan çi heye? Nasname tine ye: Li ser ti kaxezeke ‘welatê vî mirovî Kurdistan e’, nayê nivîsîn. Di ti kaxezeke fermî de kurdî wek ziman, kurd wek milet nayê qebûlkirin. Ez her dem vê mînakê didim: Ger tu li welatekî Ewropayê yan jî li ku dera cihanê dibî bila bibe tu li saziyeke, dikaneke fermî biçî ciyekî sîm kartan difiroşin û bibêjî:
-Ez dixwazim ji xwe re sîm karteke telefonê bikirim.
Destpêkê wê te bi dilgermî pêşwazî bikin û agahiyên te ji bo dagirtina formê bixwazin. Piştre wê ji te bipirsin: aîdiyeta te? Yanî tu ji kîjan welatî yî. Di nasnameya te de çi dinivîse? Ji ber ku tu kurd î, dilê te kurdî ye, bêhemdê te navê aidiyeta te ya rastîn ji devê te derdikeve û tu dibêjî ‘Kurdistan’. Camêrê yan ciwanîka sîm kartê bifiroşe te, di sistema kompûterê de diçe ser tîpa ‘K’ û lê digere, tîpa K dibîne û bi jêr de dadikeve, ka, ke kî, ku … kur … Û li peyva Kurdistan rast nayê, ji ber ku bi awayê fermî di sîstemê de, li ser kompûterê tine ye. Firoşkar du sê caran bi mişkê kompûterê bi jor û jêr ve dibe û dawî dibêje. Begê min, biborîne, Kurdistan tine ye. Ji bo wê mixabin ez ê nikaribim sîm kartekê bifiroşim cenabê te. Bi vî awayî em kurd patika stuyê xwe dixwirînin û ji dikana sîmfiroş derdikevin.
Belê ciyê kurdan di vê cîhanê de bi qasî kirîna sîm kartekê jî tine ye. Ger tu kurd bî bi aîdiyeta kurdî tu nikarî sîm kartekê jî bikirî. Wê demê çi îşê te li vê cîhanê heye, yan jî çi hêviya te ji cîhaneke wisa te tine dihesibîne heye.
Tê dîtin ku li hemberî kurdan zalimiyek, bêbextiyek û bêmafiyeke gelemperî heye. Dibe ku di warê zihniyet, nerîn û bîrûbaweriyê de mînak dewleta Fransa, Almanya, Belçîka, Rûsya, Ermenistan, Kuba û gelek dewletên din ne li dijî kurdan bin û berovajî dilê wan ji kurdan re dixwaze. Lê ji ber hevgirî û peymana navneteweyî yan navdewletî kurdek bi aîdiyeta xwe li van welatan jî nikare sîm kartekê bikire. Yanî bi awayekî din kurd li ser rûyê vê cîhanê bi awayekî din tine ne, her çiqasî ne ji bo mafên xwe yên nasnameyî lê ji bo Filistînê dakevin qadan jî.
Baş e, kî çima vê bêmafiyê li hemberî kurdan dike. Bersiva vê bêguman aşkera ye: giştiya cîhanê.
Çima giştiya cîhanê?
Ji ber ku cîhan îro ne wek xakek azad, lê wek xakek dagirkirî ji aliyê dewletan ve tê birêvebirin û ji van dewletan hinek jê jî bi tevayî li ser cîhanê xwedîpeyv in. Ev dewlet gava di şerê cîhanê yê yekem de li hev ketin, biryar dan li ser xirbeyên Osmanî tirkan bi cî bikin. Baş e, tirk kî bûn: Serikê tirkan Mistokemal ku wî ji bo xwe wek bav dibînin, dibêje: Kî ji xwe re bibêje ez tirk im, tirk ew e. Yanî kî eslê xwe înkar bike, ew dibe tirk. Tirkbûn kombûna mirovên eslê xwe înkar kirine ye. Ji bo wê pir aşkera diyar e, bê çima ewqasî li hemberî kurdan û gelên din zilmdar û dijmin tevdigerin. Kesê eslê xwe înkar bike, êdî ji bo wî/wê ti pîvana exlaqî, mirovî, heywanî namîne, ji her pîvanên dilrehmî dûr dikeve. Bêguman dewletên serdestên cîhanê çarenûsa kurdan di şerê cîhanî yê yekem û yê duyem de dan dest kesên wisa heramzade. Ji bo wê ev pirsgirêk heta roja me hat û diyar e, wê hîn jî biçe. Hêzên pirsgirêka kurd radestî tirk û ereban kirin, naxwazin ev pirsgirêk bi awayekî were çareserkirin, berovajî dixwazin her wek aloziyekê di rojevê de bimîne. Ger hinek bibêjin ev tespît ne rast e, wê demê em ê jî vê bipirsin: Di dehsalên 1990 heta 2000’î de kurd bi hêz û têkoşîna xwe gihîştibûn asta çareserkirina qedera xwe, lê dewletên serdest dest dan hev û ji bo ev çareserî pêk neyê, 1- Zor li Sûriyeyê kirin ku rêbertiya têkoşîna azadiya kurd ji wir were derxistin. 2- Zor li Athena, Berlin û Romayê kirin da li wir bi cî nebe û çareseriyê nexe rojeva cîhanê. 3- Bi xwe heta Kenyayê bi pey ketin, desteser kirin û wek diyarî dan Enqereyê ku heta hetayî alozî û xitimîn bipêş ve biçe.
Ji bo wê dewletên desthilat ên wek Amerîka, Îngilistan, Fransa, Almanya ku li ser çarenûsa cîhanê bi hêza xwe ya leşkerî, siyasî, diplomatîk xwedî hêz û bandor in, heta îro naxwazin pirsgirêka kurd ji holê rabe û çaeseriyeke dadwer pêk were. Ew dibêjin tifa bapîrên me di şerê cîhana yekem û duyem de kirine erdê, em ê nealêsin. Lê divê rojek were û ew vê tifê bialêsin. Ji ber nealêsîna wan a tifa bapîrên wan miletekî bi milyonan tê zindankirin, koçberkirin, talankirin, kuştin û nasname, çand, dîrok, dewlemendiya sererdî û binerdî jê tê dizîn. Diziyek û talaneke mezin li Kurdistanê rojane û kêliyane dimeşe. Dibêjin darên zeytûnan li Efrînê dibirin. Ji ber ku li ber çavan e, lê li Ramanê, Êlihê, Nisêbînê wek lehiyê bi salan e û kêliyane wek çem xwîna kurdan di lûleyên neftê de ji tirkan re diherike û tirk vê difroşin ewropiyan û bi pereyê jê tê dîsa ji ewropiyan û amerîkiyan çekên kujêr dikirin û bi wan çekan kurdan dikujin, ji bo li nefta xwe û li zeytûnên xwe xwedî dernekevin.
Pirsgirêk ewqasî xwîndar û dijwar e û ne Amerîka, ne Ewropa nikare xwe li hember pirsgirêka kurd bêguneh nîşan bide û kurd jî divê êdî dost û dijminên xwe baş nas bikin li nasname, çand, dîrok û sererd û binerdên xwe û berî tevan li zimanê xwe yê vana tevan dihewîne xwedî derkevin. Nebin alîgirê tinekirina neteweya xwe ji bo berjewendiyeke rojane. Azadî mafê vî gelî ye jî. Zindan ne warê kurdan e.
Mal û milkê kurdan ne mîrateyeke were talankirine. Têkoşerên kurd bi xwîn û canê xwe welêt diparêzin, divê em jî herî kêm lê xwedî derkevin. Her kurd divê vegere ser nirxên xwe kolanên Kurdistanê dîsa bi qêrîn û bangên li hemberî zilmê bixemilin û zinginî bi birc û kelehên Amedê bikeve. Xewa mirinê ne baş û ne rast e. Barê kurdan divê ne tenê li ser milê zindan û çiyan be. Çarîka xewê ji ser çavên xwe rake, ew xewa mirinê ye, zindîbûn jiyan e, jiyan azadî ye. Rabe biqêre, kolanan dagire, li xwîna xwe xwedî derkeve bila kelmêş bes bimijin!