Kongreya Îslama Demokratîk a herêma bakur û rojhilatê Sûriyeyê di 12’ê gulanê de bi bedarbûna 450 delegeyî kongreya xwe ya 3’yemîn li dar xist. Kongre bi dirûşma “Îctîhad û nûbûn dergehên çareseriya pirsgirkên li Rojhilata Navîn e” li navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo ya li Qamişloyê pêk hat. Cara yekemîn meclis hat avakirin. Meclis li gorî Hevpeymana Civakî ya nû ya herêma bakur û rojhilatê Sûriyeyê ava bû. Meclisa Şêwirî ya nû ji rêveberên Fakulteya Zanistên Olî-Beşa Ola Îsalmê, nûnerek ji Fakulteya Jineolojî, 2 endamên rêveber ên Desteya Perwerde û Fêrkirinê- Beşa Ola Îsalmê û endamên din ên Kongra Îslama Demokratîk pêk tê. Sazumaniya Nû ya Kongra Îslama Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji hevserokatî, Meclisa Rêveber a Giştî (41 endam) û Desteya Rêveber (7 endam) pêk tê.
Evîn El Hecî û mele Mihemed Xerzî wekî hevserokên Kongra Îslama demokratîk hatin hilbijartin.
Hevserokê Kongreya Îslama Demokratîk mele Mihemed Xerzî der barê xebatan û encamên wan agahî da û wiha got: “Em Kongira Îslama demokratîk a bakur û rojhilatê Sûriyeyê, li gel hemû sazî û dezgehên bi têgîna Îslama Demokratîk tevdigerin, dixebitin; lewma em beşek bingehîn bûn di kongira Îslama Demokratîk de ya ku di sala 2014 an de li Amedê li dar ket, ji wê demê û vir de me xebatên xwe li rojava û bakur û rojhilatê Sûrî bi giranî kar û xebatên ol meşand. Rêgezên me xwe dispêrên jîyan Hz. Muhemmed. Gotin û kiryar û nêzîkatîyên wî ji bo exlaqê civakê, jin, ol û bawerîyên cuda dibin mînak. mizgeft; her wiha ayetên Qur’ana pîroz ku van nêzîkatîyan piştrast dikin. Em dibînin bê rewşa cîhana îslamî û bi taybet welatên ereb ên rojhilata navîn çawa ye. Rewşek aloz û trajedî ye. Sedema vê rewşê bê guman em wek islama demokratîk dispêrin du sedeman: A yekemîn sîstema cîhanî ya desthilatdar ku xwe bi navê modernîteya sermayedarî, ku karê zêde û komkiirina pereyan esas digire û civakê ji hemû nirxên exlaqî, çandî û polîtîk dûr bixe û mêjîyên wan bike koleyê projeyên xwe. Lewma li Rojhilata Navîn kaos diafirîne û hewl dide pevçûna şaristanîyan pêşbixe û nakokîyên di navbera ol û bawerîyên mezopotamya û mezhebên cihêreng kûr bike.”
Mihemed Xerzî, anî ziman ku xala duyemîn îslama desthilatdar ango dibêjin îslama siyasî ya ku sîstema desthilatdar a cîhanî ye û wiha pêde çû: Desthilatdarên herêmî ku wê bi rêka gelek rêxistinê îslamî dixin xizmeta xwe, xwedî rolek serekeye di kûrkirina alozî û pirsgirêkên Rojhilata Navîn de, ev rêxistinên îslamî xwe dispêrên şiroveyên îslamî yên ku ximeta desthilatdaran dikin li hember gelên bidest. Lewma em Kongreya Îslama Demokratîk a bakur û rojhilatê Sûriyeyê, erk û armanca xwe ya sereke dibînin ku li hember îslama desthilatdar (siyasî) û piştevanên wê ji desthilatdarên herêmê û modernîteya sermayedar, dixebitin; hemû şiroveyên me ji ayetên Qur’ana pîroz û hedîsên Hz. Muhemmed re, li ser hîma îslama civakî û demokratîk a ku li kêleka binestan li hember desthilatdarîyê, ava dibin û hemû xebatên di wê çerevê dene. Di dema derbasbûyî de, me xwe li seranserî bakur û rojhilatê Sûrî bi rêxistîye, meclis û sazîyên me yên olî hene, sazîya me ya xêrê heye; ya herî giring cara yekemîne di rêxistinek olî İslamî de, sîstema hevserokatî heye û ji xwe bi awayekî xweser di kongira İslama demokratîk de bi navê (Meclisa jin) xwe bi rêxistin dike û cihê xwe di hemû komîteyên kongirê de, bi awayekî wekhev û dadwer de digire.”
Mele Xerzî, bal kişand ser xala sêyemîn û wiha lê zêde kir: “Li hemû mizgeftan ‘peymana Medîneyê’ hatiye bi cih kirin; ji ber ku em wê peymanê wek destûra îslama demokratîk dibin. Dîsa em nûnerê ola Îslamê li bakur û rojhilatê Sûriyeyê ne di meclisa ol û baweriyan de ya ku di peymana ciakî ya rêveberîya xweser ya bakur û rojhilatê Sûriyeyê de.”
Rêziknameya kar diyar kirin
Hevserokê Kongreya Îslama Demokratîk Xerzî, li ser qanûnên meclise û rêziknameyê jî rawestiya û wiha axivî: “Kongreya me ya sêyemîn kongreyek rêxistinî ya asayî bû, her 2 salan carekê tê li dar xistin, wek hemûn sazî û rêxistinan, me ji xwe re bername û rêziknameya kar diyar kirîye û dê li gorî vê yekê xebatên xwe berdewam bike.
Kongreya xwe beşekî Rêveberiya Xweser dibîne
Hevserok Xerzî, li ser xebatên meclisê jî rawestiya û ev agahî da: “Li gorî sîstema rêveberîya xwerser ya bakur û rojhilatê Sûriyeyê, komîn û meclis û kanton û herêm hene, ev rêxistin bê guman ji bo ximeta civakê hatîye kirin; em kongira İslama demokratîk xwe beşek ji rêveberîya xweser dibînin, lewma me rêxistina xwe bi rengê meclis û komîteyan avakirîye li seranserî herêma rojava û bakur û rojhilatê Sûriyeyê, em hemû mele û xetîb û endamên fermî û xwezayî yê kongreya xwe, endamên komîn û meclisên gel dibînin, em dibînin ku ximetkarên olî, pêwîste erkên xwe yên civakî bikin û di nava komîteyê sulhê de û komîteyên xêrê de cih bigirin, her wiha li gorî sunneta Hz. Muhemmed, mizgeftan bikin cihên kombûna gel û gufgûgokirin pirgirêkên civakê; rola mizgeftan bi limêjê sînordar nemîne.”
Dê meclisan saz bikin
Xerzî li ser xebatên siberojê yên kongreyê jî rawestiya û wiha berdewam kir: “Di nava sê mehên pêş me de, emê meclisên bajarok û bajar û kantonan saz bikin, ev meclis wê erka wan ya sereke, rêxistinakirina civakê li ser têgîna İslama demokratîk be, bi komîteyên sulhê û kar û barê mizgeftan wê rola xwe ya olî û civakî bike, bi armanca kêmkirina bandora İslama siyasî û tunderew li ser civakê, û bi cihkirina İslama rasteqîne ku nirxên mirovahî û rêzgirtina hemû Ol û bawerîyan û civaka exlaqî ji xwe re dike bingeh. Bêguman erka me girane û em hîn di despêka meşa xwe de ne, lê îman û bawerîya me bi hêza me heye ku em ê karibin kar û xebatek baş bikin di avakirina civakek exlaqî, ku aştî, wekhevî, dadwerî, hezkirin û rêzgirtina nêrîn û baweriyên cuda tê de, hîmên bingehîn bin.”