Ey ruh û giyanê pak û dilşad, tu ber bi stêrkan ve beziyay, bûyî stêrk û li asîmanê welatê xwe diçirisî. Niha tu dibînî ku rêwî li ser rêya xwe ne, hemû li dora Roja xwe ya ku cihanê germ û ronî dike kom bûne. Fîşekan hedefa xwe dît, stran nîvco neman û wê nîvco nemînin.
Pênûs lal e, hevok sêwî ne. Lewre hevokên herî watedar ji hubra pênûsa di destê te de diherikîn li ser rûpelên spî. Ew rûpel bi hevokên te yên watedar dineqişîn, dihatin xemilandin.
Di vê serdemê de ruhek bi ewqasî bedew û xweşik li heqîqetê tê? Gelo kî/kê dikaribû bi ewqasî xweşik bi heqîqetê re hevaltiyê bike, bibe dengê heqîqetê? Barekî pir giran te hilgirtibû, lewre tu bibûyî ravekarê heqîqetê.
Bi dehan caran hizirîme û difikirim. Mirovek çawa bi ewqasî xweşik dişibe welatê xwe, dişibe warê ku lê çavên xwe ji cihanê re vekirî ye? Dibe ku her kes bişibe warê ku lê hatiye cihanê û li wî warî bi şîrê dayika xwe mijiya be. Lê tu kes wekî te nedişibiya war û welatê xwe. Tu Dêrsim bûyî, wekî ku te bi xwe dianî ziman; tu wekî Kurdistanê bûyî.
Derwêş û mamosteyê şoreş û heqîqetê; bi perwerde, nivîs û hewldanên bêdawî te wekî mûrşîdekî rêya rastiyê nîşanî her kesî dida. Her dihizirim, rêwiyek bi ew qasî xweşik, bedew û watedar li rêya xwe tê, rêyek çawa bi ewqas delal û nazenîn rêwiyekî/rêwiyeka xwe dixemilîne, hembêz dike? Tu rêwî bûyî, lê di heman demê de bi jiyana xwe tu bûyî rê.
Mensûrê Xelaç di dema xwe de gotibû: “Dojeh ew cihê ku em lê janê dikişînin nîn e, dojeh ew der e ku kes jankişandina me nabihîze ye.” Belê wekî dîrok, wekî dayîkniştîman tu kesî/kesê nedibihîst ku wek hebûn em janeke çawa dikişînin û dijîn. Dema Rêberê rêya azadî û heqîqetê ev rewş dît û nirxand, em di dojehekê de bûn, lewre kesekê jana ku dihat kişandin nedidît û nedibihîst. Te bi giyanê xwe yê pak dojeha tarî ya war û welatê xwe wisa ronî kir ku em her kes ji xewa taristana dojehî hişyar bin, bibînin ku em di dojeheke çawa de ne û janeke çawa dikişînin.
Hebûna me dişewitiya dibû xwelî di bin agirê dojeha tarî û zordestiyê de. Em hebûn lê kesekê/kesekî me nedidît, em ji bo wan tune bûn, tune dihatin hesibandin. Xweliya mirinê avêtibûn ser me, em ji bo wan meftûn bûn. Bi têkoşîna te ya rêya heqîqetê, bi ruh û giyanê te ku temsîla dehezaran cangoriyan dike, em wekî hebûn mîna Zimrûdê Anka ji xweliya xwe ya mirî afirîn û tu yê her me biafirînî.
Te di helbesteke xwe de wiha rist li pişt hev rêsandibû:
“Dema ku ber bi stêrkan bibezî
Lazime mirov bêhnfireh be
Yan na wê dijmin kenê xwe lê bike.
Dost jê aciz be
Lazime rêwî li se rêya xwe be
Fişek hedefa xwe bibîne
Stran nîvco nemînin…”
Ey ruh û giyanê pak û dilşad, tu ber bi stêrkan ve beziyayî, bûyî stêrk û li asîmanê welatê xwe diçirisî. Niha tu dibînî ku rêwî li ser rêya xwe ne, hemû li dora Roja xwe ya ku cihanê germ û ronî dike kom bûne. Fîşekan hedefa xwe dît, stran nîvco neman û wê nîvco nemînin. Hemû awaz di heqîqeta te de kom dibin, li ser zimanê şalûl û bilbilê welatê te yên rûheyv, rengenim û qemer dibin melodî, dibin senfoniyeke azadiyê ku tu serkêşiya wê dikî û bi rê ve dibî.
Di şexsê Heval Fûat/Alî Heyder Kaytan de ji bo hemû giyanên pakrewanan, rêzdarî, girêdan û hezkirineke bêdawî…