11 TEBAX 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Rêwîtiya Erziromê: Pushkin çima çû cem kurdan?

Aysel Tabak

Rêwitiya Pushkin a Erziromê mehek û 6 roj kişand. Pushkin, çima çû ba kurdan? Hin lêkolîner dibêjin ku sedema esasî ya vê rêwitiyê bi polîtîkaya dewleta rûsî ve girêdayî bû.

Di biyografiya nivîskarê rûs ê navdar Alexander Pushkin de tişta herî nepen rêwitiya wî ya Erziromê ye. Armanca wî ya çûna wê derê çi bû? Di lêkolînên derheqê Pushkin de ev pirs hê jî giringiya xwe didomîne. Derheqa vê mijarê de gelek nêrîn, efsane û saw hene. Di biyografya nivîskarî de sedema çûna wî ya wan deran wek romantîk şêwe bikin jî (Berê rêwitiyê teklifa zewacê ji Natalya Nikolayevna Gonçarovayê re kiribû û hatitbû redkirin), zanyarên Pushkin li ser sedemên siyasî û meraqa wî ya ji bo welatên rojhêlata navîn li hev tên û digotin: “Giyanê helbestvan, her dem di hesreta weltên dûr ên nenas de bû.”

Pushkin dema rêwitiya xwe ya Kafkasyayê nîşe girtine. Ev nîşeyên rêwîtiya wî ya li gel artêşa rûs ku di sala 1829an de nivîsî bû di berhema wî ya bi navê “Rêwîtiya Erziromê ya sala 1829an” (Путешествие в Арзрум во время похода 1829 года) de hate weşandin. Berî weşandina vê berhemê derheqê rêwitiya wî de di rojnameyan de gelek rexne derketibûn û ev berhem wekî bersivdana van rexneyan bû. Dîsa jî wê demê hin rexnegir bi vê berhemê an bersivê razî nebûn û digotin ku ev ne berhemeke wisa ye ku ji qelema nivîskarê “Yevgeniy Onegin” derketiye. Di rojnameya “Severnaya Peçela” (Moza Bakur) de nivîsek ya Faddey Bulgarin hat weşandin. Bulgarin wiha digot: “Wa ye hêviyên me hunda bûn. Me digot qey nivîskarê “Ruslan û Ludmila” ji bo ku helbestên xwe bi hestên Kafkasyayê xurt bike, tiştên nû, nêrînên nû hîn bibe çûye. Me digot qey ku çûye bo qehremaniya leşkerên me mêze bike û ji me re vebêje. Em fikirîn ku bûyerên mezin ên rojhilatê ku hemû cihanê heyirî dihêle û ji bo Rûsyayê dê bibe sedama rêzdarîyê ya rewşenbîrên cîhanê dê ji alîyê nivîskarê me de bê pêkeşkirin, lê ne wisa bû. Helbestên navdar bêdeng bûn û di çola zuha de dîsa Onegîn peyda bû. Çilmisî, qels…Ez li tabloya bêreng dinêrim û dilê min diêşe.”

Agahî nehatibin piştrastkirin jî îdîa ew e ku Pushkin li ser daxwaza fermandarê Kafkasyayê Kont I. F. Paskevich berhema xwe ya “Rêwitiya Erziromê” nivîsiye. Lê bê guman e ku sedemên din jî hebûn. Di sala 1834an de berhemeke dîplomatê Fransî Victor Fontanier hat weşandin (Voyages en Orient, entrepris par ordre du gouvernement français de l’année 1821 à l’année 1829. Turquie d’Asie) û di wir de behsa Pushkin dikir. Digot “Di artêşa tirkan de derwêşekî wan ku qehremaniya wan vebêje tunebû” û bal dikişande ser Pushkin: “Ji paytextê derket rê, çû ku qehremaniya welatiyên xwe vebêje lê tiştên ku şahid bibû bo qehremaniyê na lê bo hicwê malzeme dayê.” Pushkin bersiva rexneyên nivîskar û dîplomtê Fransî ku di derbarê şerê Rûs-Osmanî yê 1828-1829an de nivîsandibû wiha dide: “Ev rêzên nivîskarê Fransî tevî hevokên pesindanê, ji êrişên kovarên rûsî gelekî behtir ez aciz kirim. Çûna şer ji bo pesindana serkeftinên pêşerojê, ji bo min hem quretiyeke zêde û hem jî kiryareke ne li cîh dibû. Ez têkilê meseleyên şerî nabim. Ev ne karê min e.”

Lêkolîner Yuri Tynyanov bal dikişîne ser terza nivîskar û dibêje ku gava Pushkin aderbarê şerê Erziromê de “terza alînegirî” (стилистический нейтралитет) bikar aniye. Dibêje ku nivîskar bi zanebûn xwe wek kesekî sivîl ku ji meseleyên leşkerî agahdar nîn e nîşan dide. Lê di nişeyên wî meseleyê teknîkî ya şer bi awakî pîsporî hatine şîrovekirin. Her çiqas li derveyî bêalî û “wek ku ji leşkeriyê fam nake” xuya dibe jî analîz û ravekirinên ku ew dinivîse nîşan didin ku ew xwediyê zanîneke gelek kûrtir e.

Lêkolîner Sergey Porohov jî bal dikişîne ser meseleyeke gelekî cuda. Ew li ser nivîsa wî ya ku sala 1835an di kovara Savremennik (Merivê nûjen) de derketibû disekine. Di vir de derheqê kurdên êzidî de raporeke girîng cih digire. Ev rapor bi sernavê “Nîşe li ser tarîxa êzidiyan” (Заметка о Секте Езидов) hatiye weşandin. Di raporê de behsa çanda kurdên êzidî, bawerî û psîkolojiya wan dike û wan wekî mûtefîkên Rûsyayê yên li Kafkasyayê nîşan dide. Lêkolîner Sergey Porohov bal dikişîne ku ev qisim wek zêdeyî li pirtûka wî ya “Rêwitiya Erziromê” de di çapa 1835 de hatiye weşandin. Lê piştre di çapên din de ev qisim tevlê nabin. Tenê wek biranîn qasê rûpelek (pasajek) di pirtûkê de cîh digire. Ew beşa ku di “Rêwitiya Erziromê” de derbarê êzidiyan de cih digire wiha ye: “Di kona General Rayevski de begên birîgadên misilmanan diciviyan. Sohbetên me bi rêya wergêran pêk dihatin. Di artêşa me de nûnerên gelên axên transkafkasyayê ku ketibûn destê me jî hebûn. Di nava van de bi taybetî Êzidiyan bala min dikişand ji ber ku li rojhilatê ew wek ‘şeytanperest’ dihatin zanîn. Li derdora çiyayê Araratê qasî 300 malbatên Êzidî hebûn. Wan serdestiya Çarê Rûsî qebûl kiribû. Serokê wan hewranekî sor li milê xwe kiribû, kûmekî reş li serê wî bû û camêrekî dirêj û nelirêhatî bû. Car caran dihat kona generalê yekîneyên siwarî Rayevski û hurmeta xwe pêşkêş dikir. Min xwest rastiyên li ser baweriyên êzidiyan bizanibim ji bo vê jî min hin pirs jê kirin. Serokê wan got ku gotina ‘Êzidî şeytan diparêzin’ tenê îdiayeke bêbingeh e. Wan got ku ew bi Xwedayekî tekane bawer dikin û li gorî yasayên wan ‘lanet anîna li Şeytan kiryareke ne qenc û ne bi rûmet e.’ Li gorî wî, Şeytan niha ketiye û bêbext e lê ji ber ku sînora dilovaniya xwedê tune, rojekê dibe ku ew were efûkirin. Ev ravekirin dilê min rehet kir. Ez gelekî kêfxweş bûm ji bo êzidiyan ku wan şeytanperestî nedikir: û şaşiyên wan ji min re gelek bexşandin hatin.”

Pushkin çima çû ba kurdan?

Rêwitiya Pushkin a Erziromê mehek û 6 roj kişand. Pushkin, çima çû ba kurdan? Hin lêkolîner dibêjin ku sedema esasî ya vê rêwitiyê bi polîtîkaya dewleta rûsî ve girêdayî bû. Çarê wê demê I. Nikolay didît ku Împaratoriya Osmanî ber bi belavbûnê ve diçe û ji bo ku rewşa rojhilata Osmanî baş têbigihê Pushkin şand wê derê. Wê demê ne tenê Împaratoriya Rûsî lê her wiha Îngiltere, Fransa, Avusturya jî li ser axa Osmanî ya ku belav dibû, plan çêdikirin. Piştgirî didan avabûna dewletên nû.

Di navbera Rûsya û Osmaniyan de di sala 1828an de şer derketibû û li du cepheyan, li Balkan û Kafkasyayê pêk dihat. Ji ber vê jî wisa dixuyê eleqedariya Pushkin bo Kafkasyayê ne tenê edebî bû û herwiha dixwest rewşa jeopolitik a wan deran bizanibe. Navenda armanca vê rêwitiyê tam jî ev şerê ku di salên 1828-1829an de çêdibû bû.

Stanislav Tarasov di nivîsa xwe ya “Pushkin Çima çû cem kurdan- êzidiyan?” de wiha dibêje: “Di sala 1829an de artêşa Paskevich ku ji 25 hezar leşker pêk dihat li rojhilata Osmanî cih û kelehên girîng ên wek Qers, Erdexan, Axilkelek, Axiska, Poti û Beyazidê bi dest xist. Li van deran hejmara niştecihên kurd gelek zêde bû. Wan hem zimanê xwe hem jî zimanê Osmanîyan ê tirkî diaxivîn. Sefera Erziromê ku di sala 1829an de hat destpêkirin, beşek ji stratejiya bi destxistina lîmanên Trabzon û Samsunê bû û Pushkin jî bi xusûsî dixwest bibe şahidê vê herekata leşkerî.”

Pushkin ji bo çavdêriya şerê di navbera Rûsya û Osmaniyan de ku di salên 1828-1829 de pêk hatibû çibû. Lê ev şer bo Rûsan ne sefereke serkeftî bû, ji vir destan an tiştekî pesindanê dernediket, loma wê demê hewldan ku Pushkin wek gerokekî ji rêzê ku xwestibû serdana transkafkasyayê bike nîşan bidin.

Dîsa bi heman awayî çavdêriyên Pushkin yên derbarê kurdên êzidî de jî ne nîşeyên asayî yên folklorî ne, lê hewldana fêmkirina aliyê mistîk ê vî gelî û curbecûriya olî ya herêmê ye. Tiştek din jî ew bû ku di nişeyan de bal dikişîne ser nêzikatiya kurdan ya têkiliyên siyasî ya bi artêşa rûs re. Pushkin, li şûna ku êzidiyan wek “kevin (paşverû)” an “barbar” nîşan bike, hewl daye wan fêm bike û taybetiyên wan qebûl bike.

Di nîşeyên xwe de çanda kurd-êzidiyan, baweriyên wan, taybetiyên derûnî bi teferûat têne vegotin û tê diyarkirin ku ew di şerê Rûsyayê yê ji bo Qefqasyayê de hevpeymanên (mutefîkên) Rûsyayê nin.

Dîroknas Yuri Drujnikov dibêje ku sedema rastîn a hatina helbestvan bo Qefqasyayê, mudetek dirêj ji aliyê lêkolînkarên Pushkin ên hem serdema berî Şoreşa Bolşevîk hem jî dema Sovyetan ve hatiye paşguhkirin.

Gelek mijarên derbarê rêwîtiya helbestvanê rûs bo transqefqasya û Tirkiyeyê, îro hîn jî eleqeyek mezin dibînin. Di nav van de têkiliyên nedostane yên di navbera Rûsya-Tirkiyeyê de, rewşa tengavên Deryaya Reş û çarenûsên dîrokî yên gelên Transqefqasê û Rojhilata Nêzîk (bi taybetî “pirsgirêka kurd”) cih digirin. Ev rewş, lêkolînên dîrokî yên derbarê vê qonaxê ya jiyan û berhemên Pushkin de girîngiyeke taybet peyda dike.

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê