Di pirtûka ‘Bazên Şerefdînê’ de 16 çîrok hene. Nivîskarî her çiqas her çîrokek bi serê xwe wek mijareke bijarte girtibe dest jî, di dema xwendinê de mirov lê rast tê ku tev bi hev ve girêdayî ne.
Ednan Sayak Nivîskarê bermeha ‘Bazên Şerefdînê’ ye ku ev berhem ji nav weşanên Aramê derçû. Nivîskar qet dibistan nexwendiye. Şivan bûye û dilê wî li ser dengbêjiyê heye. Piştî ku tê girtin, di girtîgehan de hînî xwendin û nivîsînê bûye. Jixwe re dike armanc ku bûyerên jiyaye û rewşa herêma xwe bigire dest, binivisîne û bi ser jî dikeve.
Di pirtûka ‘Bazên Şerefdînê’ de 16 çîrok hene. Nivîskarî her çiqas her çîrokek bi serê xwe wek mijareke bijarte girtibe dest jî, di dema xwendinê de mirov lê rast tê ku tev bi hev ve girêdayî ne. Çîrokên di pirtûkê de cih digirin, bi ser navên taybet ev in: ‘Îxanet, Cangorî, Meşa Şerefdînê, Birîndar, Pênc Pakrewanên Canfeda, Ambargo û Rûşwetçiya Leşkeran, Rûreşî, Mala Kuroyan Şerê Eşîran, Gulên Biharê, Meşa Taviya Biharê, Sixuriya Selo, Cerdewantî, Mikurhatina Baba, Şêlankariya Cerdewanan, Rojek û Bûyerek û Berxwedana Vîna Gerîlayan.’
Ji naveroka teknîkî wêdetir, mirov di warê vegotinê û bûyerên qewimîne de bigire dest, dê encamên baştir bi dest bixe. Ji ber ku pêvajoya gundiyên herêmê, qadên gerîla, rewşa demsalî, aborî û cerdewanan, xiyaneta ku him ji nava gel û him ji nava gerîla dertê, serpêhatî û bûyeran bi zimanekî sade û resen vedibêje.
Ednan Sayak, dema ku nivîsîna berhema girtiye dest xwe û dinivisîne, ji wêjeya nûjen wêdetir, nêzîkatiyeke ku ne tenê çîrokên takekesî, herwiha nasnameya civakê jî dipirse, nîşan dide û digire dest. Berhema bi navê ‘Bazên Şerefdînê’ di vê çarçoveyê de mînakeke berbiçav e. Xwîner bi vexwendinê re li herikîna bûyeran dema ku temaşe bikin, li ser karakter û vegotinê kûr bibe, karakterê bingehîn Çiya di her beşê de derdikeve pêş. Ku di her çîrokê de çiqas qarakterên din bêne guhertin jî, serlehengê li ber çavan tim ‘Çiya’ ye. Wek neynika ku cewher û cîhana ramanê ya nivîskar radixe ber çavan ku ‘Çiya’ nivîskar bi xwe ye.
Dema ku em li serpêhatiyên ku Ednan Sayak vedibêje dinêrin, taybetmendiya herî cuda ya ku wî ji nivîskarên din cuda dike ew e; koka xwe ji kevneşopiya dengbêjiyê digire. Ev kevneşopî, weke beşeke xurt a wêjeya devkî, çîrokbêjiyê çiqas bigire dest, tenê ne wek amûreke vegotinê vehonandiye, di heman demê de weke veguhestina mîraseke çandî bi nivîsandinê re afirandiye. Vegotin û nivîsandin bi tevlêkirina vê kevneşopiyê re, bi amûr û meyandina hevîrê wêjeyê ku formek nû digire dest, çîrokan bi vegotineke xweser pêşkêş dike. Nivîskarê me ku xwendin û nivîsandina xwe di şert û mercên giran de digire, bi vê berhema xwe re şoreşekê pêk tîne û serpêhatî û çavdêriyên xwe bi nivîsandinê re bi cih bike.
Dema ku em li tevahiya berhemê dinihêrin, em dibînin ku Ednan Sayak ji çîrokên çîrokbêjiyê wêdetir, di şiklê pêşnûmeya romanekê, yan jî bîranîn-roman de, beş bi beş nivîsandiye, pêşkêş dike. Ev tê wê wateyê ku nivîskar ne tenê li ser çîrokên takekesî disekine, di heman demê de hewldana afirandina vegotinek e gelemperî, bi tevlihevkirina şopên paşerojê, dewlemendiyên çandî û bûyerên civakî aşkere dike. Di vê çarçoveyê de ‘Çiya’ ji karakterekî wêdetir dibe sembola hişmendî û serpêhatiyên civakî.
Her çîrokeke di pirtûkê de, bi vegotinek bûyerên li pey hev tijî serpêhatî û bi êşên demsalî li dor çiyayê Şerefdînê xemilandî pêşkêş dike. Bîreke civakî ku diafirîne, tijî dersên mirov ji nifşên paşerojê bigire û mîna neynikekê derbasî nifşên pêşerojê bike heye. Her çîrokek xwîner ber bi rêwîtiyeke hestyariyên mirovî ve dikişîne, di heman demê de derfeta pirskirin û nirxandina argûmanên civakî û bi çandê re hûnandî pêşkêş dike.
Di encamê de berhema EdnanSayak a bi navê ‘Bazên Şerefdînê’ ne tenê wekî çîrok, roman an jî bîranîn-roman e, di heman demê de wekî lêgerîna bîr û bawerî û nasnameya civakî di şopên kûr ên kesayetiya xwe de dîtin e û bi vê lêgerînê re xwenasîn e. Şêweya vegotinê ya nivîskar, zimanê herêmê bi vegotina xwe re diparêze û ferhengek xweser tê de bi cih dike. Ji bo vê, pirtûka ‘Bazên Şerefdînê’ di nava wêjeya kurdî de mîraseke çandî û belgeyeke dîrokî ye ku radigihîne pêşerojê. Bi vî awayî mirov bigire dest, di vê ezmûna civakî de Ednan Sayak wiha derbas dibe û bi ser ketiye.