Pakêta Darazê ya 4’an di 23’yê Hezîranê de ji aliyê Komîsyona Edaletê ya Meclîsê ve hat qebûlkirin. Tê payîn “Pêşniyara Qanûna Derbarê Sererastkirina Qanûna Muhakemeya Ceza û Hin Qanûn de” van rojan berpêşî Desteya Giştî bê kirin. Ev pakêt ji 27 xalan pêk tê û dê de derbarê tahdeya li jinê tê kirinî rêbazên kontrola edlî û usûlên lêpirsînê hene. Tê gotin dê bi vê pakêtê re “azadî” hîn bêtir bin binpêkirin. Di vê pakêtê de ji bo destdirêjiyê jî şertê “delîlên berbiçav” hatiye danîn. Lewma ji niha de bûye cihê rexneyan.
Endamê Komîsyona Edaletê ya Meclîsê Parlementerê HDP’ê yê Agiriyê Abdûllah Koç têkildarî Pakêta Darazê ya 4’an ji Nûçegîhana Ajansa Mezopotamya (MA) Zemo Aggos re axivî. Koç, bal kişand ser doza ji bo girtina HDP’ê hatiye vekirin û Doza Kobaniyê û destnîşan kir ku armanca pakêtên darazê yên nû ew e ku civakê di xew rakin.
‘Bi vê pakêtê dixwazin hemû rêxistinên demokratîk dorpêç bikin’
Koç, bilêv kir ku di hundirê vê pakêtê de tu tiştekî bi kêrî gel û rêxistinên civaka demokratîk bê tune ye û got: “Ev pakêt dixwaze hemû rêxistinên pirsgirêka kurdî bilêv dikin û ji bo demokratîkbûyînê hewil didin, dorpêç bike. Ev yek, berê jî çêbû. Bi guherandina înfazê mafya û tecawizkar hatin berdan. Lê rojnamevan, parêzer, demokrat û sendîkavan hê jî di girtîgehan de ne.”
Koç, destnîşan kir ku heger Desteya Giştî pakêtê qebûl bike, êdî dê ji bo sûcên destdirêjiyê, qirkirinê, sûcên li hemberî mirovahiyê û bazirganiya mirovan şertê delîlên berbiçav bê danîn û got: “Herî dawî li Sêrtê li hemberî penaberan êrîşek çêbû û gelek kes jiyana xwe ji dest dan. Di sala 2015’an de bedena zarokê bi navê Alan Kurdî hat li peravê. Her wiha bi hezaran mirov di behran de jiyana xwe ji dest didin. Lê hikûmet ji bo girtina derbarê bazirganiya mirovan de şertê delîlên berbiçav datîne. Her wiha dê di sûcên li hemberî zarokan de jî şertê delîlên berbiçav deynin. Dê ji bo îşkenceyê şertê delîlên berbiçav deynin.”
Koç, destnîşan kir ku di vê pakêtê de ji bo sûcê “propagandaya rêxistinê” şertê delîlên berbiçav nehatiye danîn û got: “Propganda çi ye? Mesela rojnamevanê nûçeya derbarê welatiyên ji helîkopterê hatin avêtin çêkir, bi sûcê ‘propagandaya rêxistinê’ hat girtin. Mamoste Ayşe Çevîk, sirf ji ber ku got ‘bila zarok nemirin’ ev gotina wê wekî propaganda hat hesibandin. Ji bo vê şertê delîlên berbiçav nehatiye danîn. Bi kurt û kurmancî ji bo mudaxileyî xebatên HDP’ê bikin, sirf ji bo derbarê rêxistinên civaka sivîl de biryara girtinê bidin ev qanûn tên çêkirin.”
Koç, anî ziman ku dê bi sererastkirinên qanûnan ên di vê pakêtê de azadî hîn bêtir bên binpêkirin. Koç, bal kişand ser şertê kontrola edlî jî ku di vê pakêtê de hatiye guherandin û destnîşan kir ku derbarê girtiyên siyasî de dibe ku biryarên kontrola edlî heya 7 salan bên zêdekirin.
Koç, destnîşan kir ku li welêt binpêkirina mafên mirovan û demokrasiyê zêde bûye û daraz ne darazeke bêalî û serbixwe ye. koç got: “Dê nikaribin bi pakêtên wisa biçûk xwe xelas bikin.”
‘Pirsgirêk dikare bi qanûna bingehîn a sivîl bê çareserkirin’
Koç, anî ziman ku pirsgirêkên welêt ancax bi qanûneke bingehîn a sivîl dikarin bên çareserkirin û ev yek dê rê li ber çareserkirina pirsgirêka kurdû û pirsgirêkên veke. Koç got: “Qanûnên ku hikûmeta AKP-MHP’ê çêdikin û pakêtên darazê yên tên amadekirin ne li gor demokrasiyê ne û ne rewa ne. Dê Tirkiye bi qanûnên ku her tiştî di xwe de dihewînin bigihê demokrasiyê. Tevahiya civakê doza demokrasiyê dike û qanûnên tu rewabûna wan nemane wan kêfxweş nake.”