Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, têkildarî êrişên dewleta tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, li pêş navenda xwe bi beşdariya hevserokatiya Meclisa Rêveber û hevserokên desteyan civîna çapemeniyê li dar xist. Hevserokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Hisên El Osman bi zimanê erebî û hevseroka Meclisa Rêveber Bêrîvan Xalid bi zimanê kurdî daxuyanî xwend.
Bêrîvan Xalid diyar kir ku ji çend salan ve dewleta tirk şerê qirkirinê li dijî herêmên wan dimeşîne û wiha got: “Bi wê re tevahî qanûn û peymanên navneteweyî binpê dike. Gelek caran sûcên şer û yên li dijî mirovahiyê li dijî gelê me kirine. Dewleta Tirk li gorî siyaseteke dijminane li dijî gelê me û bi armanca wêrankirina herêmê û ji bo ku şer lê dewam bike, êriş dike. Mîna ku dewleta Osmanî û yên pey wê re hatine, kirin.”
Bêrîvan Xalid, da zanîn ku li ser bingeha erka nîştimanî ya sûriyeyî, exlaqî û mirovî divê hêzên çalak ên li Sûriyeyê, rêxistin û aliyên hiqûqî û mirovî van êrişên li dijî herêmên me û encamên wê yên neyînî li ser herêmê nas bikin û wiha berdewam kir: “Ev êriş, li gel dorpêçkirinê û terora ku li ser herêmê û cîhanê tev de gef e û tengavkirina derfetên çareseriyê, rêgezeke qirkirin û wêrankirina herêmê ye, hedefgirtina nirx û exlaqên civaka navneteweyî li erdnîgariya herêmên me ye ku li hember terorê tê dikoşe û hewl dide wê tune bike. Êrişên li ser herêmên me yekitî û serdestiya Sûriyeyê dikin hedef.”
Bêrîvan Xalid bîlançoya êrişên dewleta tirk ên ji 12`yê çileyê ve parve kir û ev agahî dan:
73 caran êrîş kirin
“Dewleta tirk a dagirker ji 12ˊyê Çileyê heta amadekirina vê daxuyaniyê 73 caran êriş pêk anîne û wiha e:
Li gorî Rêveberiya Giştî ya Petrol û Sotemeniyê, balafirên artêşa Tirk a dagirker 7 caran êriş bir ser stasyon petrolê û di wan êrişan de 5 cih bombebaran kirin:
Stasyona Siwêdiyê ya herêma Dêrikê bi zêdetirî 10 moşekên balafiran hate bombebarankirin, di encamê de zirarên mezin bi stasyonê bûn.
Stasyona Udê ya petrolê ya li Tirbespiyê bi 3 moşekên balafiran hatin bombebarankirin.
Stasyona Parzûngeha Tifle ya herêma Dirêkê bi 2 moşekên balafiran hate bombebarankirin, di encamê de zirarên mezin bi parzûngehê bûne û ji xizmetê derket.
Parzûngeha Girê Berî yê li navçeya Tirbespiyê hate bombebarankirin, di encamê de zirarên mezin çêbûn.
Artêşa Tirk a dagirker depoyên çaksazkirina bîrên petrolê û stasyona kehrebeyê li bajarokên Rimêlanê li herêma Dêrikê bombebaran kirin.
Der barê stasyon kehrebeyê de jî, li gorî Nivîsgeha Enerjiyê artêşa Tirk a dagirker 7 caran bombebaran kirin û wiha ne;
Kobanê: artêşa Tirk a dagirker bi 2 moşekên balafiran stasyona kehrebeyê bombebaran kir, di encamê de kehrebe li ser bajêr û zêdetir 400 gundan qut bû.
Eyn Îsa: Di encama bombebaranê de kehrebe li ser navçeyê û zêdetirî 250 gundan qut bû.
Amûdê: Di encama bombebaranê de kehrebe li ser bajêr û 90 gundan qut bû.
Tirbespiyê: Di encama bombebaranê de kehrebe li ser bajêr û 190 gundan qut bû.
Qamişlo: Trans û stasyonên kehrebeyê hatin bombebarankirin, di encamê de kehrebe ji sedî 70 li ser bajêr û gundan qut bû.
Dirbêsiyê: Vê sibehê stasyona kehrebeyê hate bombebarankirin, di encamê de kehrebe li ser navçeyê û gundan qut bû.
Li gorî daxuyaniyên Desteya Hundirîn, artêşa Tirk a dagirker 5 nuqteyên kontrolê yên Hêzên Ewlekariya Hundirîn bombebaran kirin; 3 nuqte li Cizîrê û 2 nuqte li Eyn Îsayê.
Artêşa Tirk a dagirker di 48 saetên borî de 45 avahiyên xizmetguzariyê û malên welatiyan bombebaran kirin.
6 kes birîndar bûn
Li gorî daxuyaniyên Desteya Tenduristiyê, di êrişên artêşa Tirk a dagirker ên li ser Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de 6 welatî birîndar bûn; 2 li Amûdê û 4 jî li Dirbêsiyê.
Artêşa Tirk a dagirker bi çekên giran gundewarên Til Temir, gundewarên Minbicê, kantona Şehbayê topbaran kirin, lê tu agahiyên der barê ziyanan de nehatin bidestxistin.
Her wiha artêşa Tirk a dagirker vê sibehê 7 gundên navçeya Zirganê ya kantona Cizîrê topbaran kirin.
Em diyar dikin ku dewleta Tirk a dagirker bi van êrişên dijminane xwe nagihîne armancên xwe, ji ber vîn û biryardariya gelê me ku em hêza xwe ji wan digirin û têrê dike tevahî plan û siyasetên li dijî herêmên me têk bibin.
Em bang li gelê me yê berxwedêr bi tevahî pêkhateyên wî dikin ku di helwestên xwe li hember sûcên dewleta Tirk a dagirker û êrişên wê yên li dijî herêmên me de dewam bikin. Bersivdana gelê me bi rêya beşdarbûna wî di merasîmên şehîdan û daketina li qadan de li dijî êrişan, aşkera bû. Ji ber wê em bi hev re têkoşîn û berxwedana li dijî dewleta Tirk a dagirker mezin bikin.”