7 COTMEH 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Rêveberiya Xweser û PYDê banga berxwedanê kirin

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li dijî êrişên ser Şêxmeqsûd û Eşrefiyê banga berxwedanê kirr. PYDê jî diyar kir ku dê gel bi tenê neyê hiştin û banga piştevaniyê kir.

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) têkildarî êrişên komên paramîlîter ên girêdayî “Hikûmeta Demkî ya Şamê” yên li dijî taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê daxuyaniyên nivîskî dan. Di daxuyaniyê de banga berxwedan û piştevaniyê kirin.

Rêveberiya Xweser di daxuyaniya xwe de wiha got: “Em Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê destpêkê êrişa komên girêdayî hikûmeta veguhêz a Sûriyeyê li dijî taxên Şêxmeqsûdê û Eşrefiyê şermezar dikin. Ev êriş binpêkirina aşkera li dijî mafên gelê Efrînê yê ku bi darê zorê ji warê xwe koçber bûye û îro bi destê komên girêdayî hikûmetê rastî cureyên tund ên zulmê tê. Êrişên dijî Şêxmeqsûd û Eşrefiyê berdewama kiryarên nijadperestî û bicihanîna siyaseta parçebûnê ya ku hikûmeta demkî pêk tîne ye. Aşkera ye ku wê ders ji bûyerên li peravê û Siwêdayê negirtine. Heman hişmendî û heman fikra desthilat e û ev wê Sûriyeyê ber bi karesat û wêraniyeke bêveger ve bibe. Ji lew re em bang li tevahî Sûriyeyiyên azadîxwaz û welatparêzan dikin piştgiriyê bidin gelê me yê li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê. Her wiha em bang li hêzên demokratîk ên Sûriyeyê, rêxistinên navneteweyî û civata navneteweyî dikin ku siyaseta ku hikûmeta veguhêz a Sûriyeyê pêk tîne bi dawî bikin.Tiştê îro rû dide piştrast dike ku tu cidiyet ji bo dîtina çareseriyeke berfireh a dozên niştîmanî yên girêk nîn in û tê aşkerakirin ku hin alî li şûna diyaloga avaker û xebata hevbeş a ji bo avakirina Sûriyeyeke demokratîk a pirrengî ku têra hemûyan dike, şertgirê zimanê çekê û pevçûnên navxweyî ne.”

Bang li her kesî hat kirin

Bi berdewamî ev tişt hat ziman: “Em Rêveberiya Xweseriya Demokratîk, di demekê de van êrişan bi tundî şermezar dikin, aliyên êrişan pêk tînin berpirsên karesatên mirovî û siyasî dibînin. Em bang li keç û xortên gelê xwe yê li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dikin ku helwestên xwe yên neteweyî û mirovî nîşan bidin û li kêlek xwişk û birayên xwe yên li Şêxmeqsûd û Eşrefiyê bisekinin, piştgiriyê bidin berxwedana wan a rewa li hember van êrişan. Em bang li gelê Sûriyeyê bi tevahî pêkhateyên wê dikin ku li hember her kesê hewl dide di nava gelê yek welatî de fitneyan derxin bisekinin û nehêlin ji nû ve trajediya berê pêk were. Em diyar dikin ku rêya aştî û çareseriya demokratîk rêbaza yekane ya bidawîkirina krîza Sûriyeyê ye û hedefgirtina sivîlan û herêmên ewle ji bilî wêraniyeke zêde tiştekî bi xwe re nayne.”

PYD: Gelên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê bi tenê nînin

Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) jî têkildarî mijarê daxuyaniyeke nivîskî weşand. PYDê diyar kir ku gelê Sûriyeyê û cîhan li hêviya diyalog, tifaq û beşdariya hemûyan di avakirina Sûriyeyê nû de û bidawîkirina alozî û bêistiqrariyê ne. PYDê diyar kir ku lê hikûmeta demkî bêyî ku girîngiyê bide peymanên ku îmaze kirine, bi taybetî peymana 1ê Nîsanê ya li gel Meclisa Sivîl a Taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê, hewl dide demê qezenc bike û temenê pêvajoya demkî dirêj bike. PYDê fikarên xwe ji ber nêzîkatiyên hikûmeta demkî anî ziman û da zanîn ku ev nêzîkatî êşa welatiyan zêde dike û pêvajoya diyaloga nîştimanî asteng dike.

PYDê di dewama daxuyaniyê de ev tişt got: “Tevgerên dawîn ên hin komên çekdar ên girêdayê Tirkiye yên di nava hikûmeta demkî ya Sûriyeyê de yên li dijî taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê, girtiyan rêyan, ambargo û êrişên li ser sivîlên banga rakirina ambargoyê dikin, di heman demê de êrişên li ser Dêr Hafir û Bendava Tişrînê beşek ji plana derxistina şerekî fireh li Sûriyeyê, wêrankirina jiyana û qetilkirina hejmareke zêdetir a Sûriyeyê ye, mîna bûyerên li Siwêda û peravê rû dane.”

Bi domdarî PYDê destnîşan kir ku fitne gefan li ewlehiya tevahiyan dixwe û dê welat ber bi talukeyê ve bibe. PYDê bi domdarî got: “Em ji gelê xwe bawer in ku dê tevahî komployên li dijî yekitî û nasname û jiyana wê pûç bikin. Şêniyên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên ku bi lehengî li dijî êrişên çeteyên DAIŞ, rejîma Baasê û çeteyên dewleta Tirk a dagirker şer kirine, dê li hemberî êrişan ne bi tenê bin.”

Banga ji bo gelên Sûriyeyê

PYDê bang li tevahî pêkhateyên Sûriyeyê kir û ev tişt got: “Bi aqilmendî û berpirsyarî tev bigerin, li hember planên fitne û şerê navxweyî bisekinin, neyên lîstok û gotinên nefret, nîjadperastî û mezhebperestiyê, hevgirtina civakî biparêzin. Em bang li raya giştî ya cîhanê û Erebî dikin ku bi rola xwe ya berpirsyar rabin, girîngiyê bidin rewşa Sûriyeyê, rê nedin ku welat ber bi şerekî navxweyî ve biçe û parastina sivîlan bikin. Em bang li hêzên ku dixwazin bi rêya normalîzkirina têkiliyan bi Şamê îstiqrarê mîsoger peyda bikin, dikin ku hemû kelemên li pêşiya diyalogên di navbera Rêveberiya Xweser û desthilata demkî de rakin, da ku rê li ber pêkanîna peymana 10ê Adarê were vekirin. Li gel gef û êrişan diyalogên berhemdar nin in.”

Di daxuyaniyê de bang li hikûmeta demkî hat kirin û wiha hate gotin: “Êrişan rawestîne, rê û deriyan veke, dawî li kiryar û gotinên neyninî yên ku lihevhatina navxweyî asteng dike, bîne, ne bi çek û gefan, lê bi diyalogan pirsgirêkan derbas bikin.  Parastina sivîlan û yekitiya welat û rûmeta welatiyan divê armanca pêşîn a hemûyan be.”