28 TEBAX 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Rêveberiya Xweser û heyeta DYAyê li Ammanê hevdîtin kirin

Hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Îlham Ehmed û Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mazlûm Ebdî li paytexta Urdun Ammanê bi heyeteke DYAyê re hevdîtin kirin.

Ji Partiya Demokrat Senator Jeanne Shaheen ku endama Komîteya Têkiliyên Derve ya Senatoyê ye, ji Partiya Komarger endamê Meclîsa Nûneran Joe Wilson û Nûnerê Taybet ê DYAyê yê li Sûriyeyê Tom Barrack beşdarî hevdîtinê bûn.

Li gorî hesabên medya dîjîtal ên nûnerên Rêveberiya Xweser, di civînê de pêvajoya bicihanîna peymana 10ê Adarê hate nirxandin ku di navbera Fermandarê Giştî yê HSDê Mazlûm Ebdî û Serokê Hikumeta Demkî ya Şamê Ahmed Şera de hate îmzekirin.

Senator Shaheen di hevdîtinê de piştgiriya Washingtonê ya ji bo HSDê dubare kir û işaret bi rola stratejîk a HSDê ya di têkoşîna li dijî terorê de kir.

Heyeta Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYA) beriya hevdîtina li Ammanê li paytext Şamê jî bi Ahmed el Şera re rûniştibû.

Di daxuyaniya têkildarî vê hevdîtinê de jî hate ragihandin ku Senator Shaheen destnîşan kir ku divê mafên komên etnîkî û olî yên li Sûriyeyê bêne parastin.