Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji ber êrîş û bûyerên ku duh li DYA û Komara Montengeroyê çêbûne, peyama sersaxiyê weşand.
Peyama sersaxiyêya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê wiha ye: “Me bi xemgînî nûçeyên biêş ên der barê bûyerên ku duh li DYA û Komara Montengeroyê rû dane û di encamê de bi dehan kesên bêguneh jiyana xwe ji dest daye, bihîst.
Li bajarê New Orleansê yê DYAyê berbanga roja çarşemê çekdarekî bi kamyonekê da nav girseya ku sala nû pîroz dikir. Di encamê de 15 kes hatin kuştin û zêdetirî 30 kes jî birîndar bûn. Li bajarê Vegasê jî kamyonek Tesla li ber Otela Trump teqiya. Di encamê de kesek di nav wesayîtê de jiyana xwe ji dest da û 7 kes jî bi sivikî birîndar bûn.
Li bajarokekî biçûk ê Komara Montenegroyê di êrîşeke çekdarî de jê du zarokên bêguneh berî ku wî hewl bide xwe bikuje jî di nav de 10 kes hatin kuştin.
Em Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê sersaxiyê ji malbatên qurbaniyên van bûyerên biêş re dixwazin. Li hemberî van bûyerên biêş, em piştgiriya xwe ya mezin bi gelên DYA û Komara Montenegroyê nîşan didin. Şaneyên DAIŞ ku sûdê ji tevlihevî û êrîşên Dewleta Tirk a dagirker û komên wê werdigirin, êrîşên xwe li ser herêmên me zêdetir kirine.
Di demekê de ku divê ev kêlî yên hezkirin û aştiyê bin, em sûcên ku giyanê kesên bêguneh dikin armanc, bi tundî şermezar dikin. Em teqez dikin ku ev bûyer, bi taybetî êrîşa terorî ya li bajarê New Orleans tê guman hene ji aliyê DAIŞê ve hatibe kirin, nîşaneyeke din a xetereya terorê ya li ser tevahî cîhanê ye.
Beriya niha jî me ji ber çalakiya şaneyên rêxistina DAIŞê hişyarî dabû. Em careke din bang dikin ku divê hewldanên navneteweyî li hemberî gefên ku zêdetir dibin, werin xurtkirin. Em tevahî cureyên tundî û terorê red dikin.”